Cezayê polîsê Şahîn Oner qetil kiribû hate kêmkirin

img

AMED - Polîsê bi navê Selahattîn Korkmaz wesayîta zirxî dabû ser Şahîn Oner û qetil kiribû. Piştî cezayê hefsê yê 4 sal û 5 mehan hate betalkirin, dadgehê îcar cezayê wî daxist 3 sal û 4 mehan. 

Di êrişa li dijî çalakiya di 10’ê Sibata 2013’an a li Taxa Şehîtlîkê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê de polîsê bi navê Selahattîn Korkmaz bi wesayîta zirxî da ser ciwanê bi navê Şahîn Oner (19) û qetil kiribû. Korkmaz ku ji sûcê “bi qisûra xwe bûye sedema mirinê” dihat darizandin û di 23’yê Mijdara 2021’ê de 4 sal û 5 meh û 10 roj cezayê hefsê lê hatibû birîn. 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ji bo bersûcê ku ji “bi qesdî kuştiye” dihat darizandin bi sûcê “Bi qisûra xwe bûye sedema mirinê” ceza da. Li diî biryarê li dadgeha jor îtîraz hate kirin. 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliye ya Herêma Amedê bûyer weke “qezayeke trafîkê ya sivik” nirxand. Lê ji ber nakokiyên di navbera raporên têkildarî bûyerê, biryara betalkirinê û jinûvedarizandinê da. 
 
Danişîna biryarê ya dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Korkmaz ê negirtî tê darizandin tev li danişînê nebû lê parêzerên aliyan beşdar bûn. 
 
Dozger, mutalaaya xwe ya di 23’yê Çileyê de pêşkeş kiribû ku kesên pispor “Şahîn weke biqisûrê eslî û polîsê bersûc jî weke biqisûrê talî” nîşan dida dubare kir û xwest polîsê bersûc ji sûcê “Bi qisûra xwe bûye sedema mirinê” were cezakirin. 
 
‘LI ŞÛNA ŞAHIDAN ÎFADEYÊN POLÎSAN ESAS HATIN GIRTIN’ 
 
Parêzerê malbata Oner, Yakup Guven li dijî mutalaayê parastin kir û got: “Bûyer di 2013’an de qewimî lê ev 12 sal in didome. Lê hêj jî rastiya madî derneketiye holê. Darizandinê bi xwe rê li ber binpêkirinan vekir. Ji destpêkê heta niha me her tim got ku divê bûyer weke qezayeke trafîkê neyê nirxandin û divê weke kuştina biqesdî were nirxandin. Bûyer ne bi awayê ‘biqisûra xwe bûye sedema mirinê’ pêk hatiye. Bersûcî, bi zanebûn, bi dilxwazî maktul kuştiye. Rast nîne ku dadgeh ne îfadeyên şahidan lê yên polîsa esas digire. Xuyaye ku tu berjewendiyên şahidên bêalî ji van îfadeyan nîne.” 
 
ÎFADEYÊN ŞAHIDAN BI BÎR XIST 
 
Guven, da zanîn ku walîtiyê piştî bûyerê gotiye “ji ber teqîna madeyan miriye” û wiha got: “Walîtiyê, bandor li meqama lêpirsînê kir û raya giştî xelat agahdar kir. Vê daxuyaniyê, têkildarî lêpirsîneke bibandor fikar çêkir. Dixwazim îfadeyên şahidan bi kurtasî dubare bikim. Demekî kin beriya bûyerê welatî li 112’ê digere û dibêje ku wesayîta polîsan daye ser zarokekî û polîsan ew ranekiriye. Ev axaftin qeydkirî ne. Di 29.05.2018’ê de şahidê bi navê Yilmaz Dag di îfadeya xwe de dibêje ku di destê zarokê mirî de tu tiştek nedîtiye, dema her du destên xwe rakirî hewayî panzerê daye ser zarokî û panzera duyemîn zarok rakiriye. Piştre jî polîsan ji bo şahidiya derew zext lê kiriye. Şahideke din jî dibêje ku di destê zarokî de tu tiştek nebû, destên xwe rakiriye hewayî û rawestiyaye lê polîsî bi wesayîta zirxî daye ser zarokî. Dibêje ku ronahiyên kolanan hene û ne pêkane ku wesayîtê zarok nedîtibe.” 
 
'DIVÊ JI KUŞTINA BIQESDÎ WERE CEZAKIRIN’ 
 
Guven, destnîşan kir ku li şûna Oner bibin nexweşxaneyê, birine qereqolê û wiha pê de çû: “Ji bo Oner ê bi giranî birîndar bûbû, hemû derfetên rizgarkirinê ji holê hatin rakirin. Li qereqolê ji zarok re gotine ‘Ma tu hêj nemiriyî’ û çêr lê hatine kirin. Ne bi bêdestî, bi zanebûn û bi dilxwazî zarok birin mirinê û delîlên vê li holê ne. Tevî ewqas îfadeyên şahidan jî bersûc nehatiye girtin. Heta di qezayên trafîkê yên edlî de jî ajokar tên girtin lê li vir tevî kuştina biqesdî jî tu tevdîr nayên girtin. Em tev li mutalaaya dozgeriyê nabin û em dixwazin ji sûcê kuştina biqesdî were cezakirin û were girtin.” 
 
Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê û parêzer Ercan Yilmaz jî wiha got: “Ji sala 2018’an heta niha di encama wesayîtên zirxî de 82 bûyer qewimî ne. 44 kes mirine, 22 zarok. 96 welatî birîndar bûne. Ev yek nîşan dide ku polîs wesayîtên xwe bêperwa bi kar tînin. Em mutalaaya dozgeriyê qebûl nakin. Sedema berdewamkirina van bûyeran, helwesta dadgehê ye. Hûn weke qezaya trafîkê nêz dibin lewma hêzên ewlekariyê wiha tevdigerin. Hêj delîl nehatibûn komkirin ku walîtiyê Oner sûcdar kir. Ji bo bi necezakirinê biencam bibe, gava ewil walîtiyê avêt. Em dixwazin bersûc ji sûcê kuştina biqesdî were cezakirin û were girtin.” 
 
Piştî parastinan, dadgehê biryara xwe da û bi sûcê “bi qisûra xwe bûye sedema mirinê” 3 sal û 4 meh cezayê hefsê da. 
 

Sernavên din

23/03/2025
16:59 Li Stenbolê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:55 Newroza biheybet a Stenbolê bi dawî bû
16:53 Sebahat Tûncel: Hêvî heye, ji bo aştiyê em bi xwe bawer in
16:52 Gulistan Sonuk: Li Stenbolê derbe hate kirin
16:47 Di pîrozbahiyên Newrozan de daxwaza hevpar: Ji Ocalan re azadî
16:34 Li Antalyayê Newroza azadiyê: Divê hikûmet gav biavêje
16:14 Ozel ji bo Newroza Stenbolê peyam şand: Rojên ku em govenda azadiyê bigerînin nêz in
15:58 14 baroyan bertek nîşanî Yavaş dan: Em şermezar dikin
15:58 Bayindir: Gelê Kurd wê azadiya Ocalan bibîne
15:54 Bakirhan: Banga birêz Ocalan şense û vî şensî bi kompasan pûç nekin
15:10 Ekrem Îmamoglû: Li qadên demokrasiyê dengê xwe bilind bikin
15:01 Uçar ji Yavaş re got: Em nahêlin kesek zimandirêjiyê li li nirxên gelê Kurd bike
14:42 Gultan Kişanak: Dora gavavêtinê ya Enqereyê ye
14:42 Hevberdevkê HDK’ê Kenanoglû: Em li dijî derbeya li dijî vîna gel in
13:50 Dengê Abdullah Ocalan li Yenîkapiyê olan da
13:46 DBP’ê bertek nîşanî girtinan da
13:41 Qada Yenîkapiyê bi tevlibûna sed hezaran kesan tije bûye
13:40 Ozel: Tekane sûcê wî têkbirina Erdogan bû lewma hate girtin
13:10 Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê: Em berxwedanê mezin bikin
12:56 Li Stenbolê pîrozbahiya bicoş a Newrozê dest pê kir
12:47 Ji Ekrem Îmamoglû peyama ewil: Hûn ê têk biçin!
12:28 Li 19 navendan Newroz hat pîrozkirin
12:20 Hevserokên Giştî yên DBP’ê: Em qebûl nakin
12:17 Li Edeneyê govenda Newrozê
11:29 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
11:18 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bertek nîşanî girtina Îmamoglû dan
10:50 Ji CHP'ê berteka ewil: Dê hesabê vê bidin
10:33 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 48 kes hatin girtin
10:27 Li CHP’ê dengdayîna serokkomariyê dest pê kir
10:05 Li Xezeyê di nava 24 saetan de herî kêm 32 Filistînî hatin qetilkirin
09:59 Gelê Stenbolê ber bi qada Newrozê ve diherike
09:34 Ekrem Îmamoglû hate girtin
09:22 Oya Yildirim: Divê em jiyaneke demokratîk ava bikin
09:01 Hevseroka MXDŞ'ê Cîhan Celo: Banga dîrokî ji bo me esas e
09:00 ROJEVA 23’YÊ ADARA 2025’AN
08:27 Îfadeya Îmamoglû ya li dadgeriyê temam bû
22/03/2025
16:51 Li Newroza li Qada Gundogdûyê peyama 'têkoşîna hevpar'
16:47 Ji bo girtiyên nexweş Odûncû û Sûlûkan banga berdanê
16:27 Li quntarên Amanosê Newroz: Em ê bi hev re siberoja demokratik ava bikin
16:19 Daxawaza 'azadî ji Ocalan re' mohra xwe li Newroza Kocaeliyê xist
16:08 Li Mêrsînê coşa Newrozê: Em ê civaka demokratîk ava bikin
15:21 Kesên di Newroza 1992’yan de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:57 Piştî 7 salan li Erzinganê pîrozbahiya Newrozê: Dem dema mezinkirina banga Ocalan e
14:50 Dayikên Şemiyê li kiryarên Hasan Ocak pirsîn
14:46 Xizmên windayan Kemal Kurkut bîbîr anîn
12:57 Di 3 rojan de 712 êriş
12:52 Hejmara kesên binçavkirî bû 343
12:48 Li Merîwanê 5 kes ji ber beşdarî Newrozê bûn hatin binçakvirin
12:26 Li Mêrsînê Newroza Azadiyê dest pê kir
12:07 Artêşa Iraqê ji Şengalê derket
11:57 Li 9 navendan pîrozbahiya Newrozê
11:37 Ji DEM Partiyê piştgirî ji bo Baroya Stenbolê: Biryar bêhiqûqî ye
11:28 Welatiyên ku beşdarî Newroza Amedê bûn: Divê Ocalan azad be
10:20 ‘Binçavkirina Îmamoglû 684 milyar zirar da aboriyê'
10:03 Vekolîneke marksîst: Bêmilkkirina Jinê
09:41 Ciwan di Newrozê de li benda peyama Abdullah Ocalan in
09:12 Êrişî konsolxaneya Stenbolê ya Iraqê hat kirin
09:09 Yerlikaya: 97 kes hatine binçavkirin
09:05 Endamên Komeleya Kurdistan a Fransayê: Azadiya Ocalan ji bo her kesî girîng e
09:02 HDK'ê Serokê Giştî yê CHP'ê Ozel vexwend Newrozê
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2025'AN
21/03/2025
19:43 Rêveberiya Baroya Stenbolê ji peywirê hat girtin
17:00 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin
17:00 Newroza Amedê bi banga ‘Azadiyê’ bi dawî bû
16:41 Karayilan: Ji bo kongre bicive divê êriş bisekinin
16:35 Ji bo Newroza Îzmîrê bangewazî
16:28 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bila kesek hesabên şaş neke, divê Ocalan azad bibe
15:48 Enqere ji bo Newrozê amade ye
15:44 Bakirhan: Siyaseta şaş nagihîne cihê rast
15:43 îfadeya Îmamoglû ya li emniyetê dest pê kir
15:20 Cezayê hefsa malê dan Îsmaîl Saymaz
15:00 Nêçîrvan Barzanî: Em ji bo aştiyê amade ne
14:57 Peyama Talabanî ya ji bo Newrozê: Em aştiyeke mayinde pêk bînin
14:57 Ji Ozgur Ozel peyama Newrozê: Em ê hemwelatiya wekhev bi hev re ava bikin
14:56 Zekiya Alkan li ser gora xwe hate bibîranîn
14:44 Posterê mezin ê Abdullah Ocalan li qada Newrozê ye
14:38 Di Newroza Amedê de protokolê govenda azadiyê gerand
14:35 Sebahat Tuncel: Em dixwazin Ocalan azad bibînin
14:28 Peyama Newrozê ya Barzanî: Hêvîdar im ku Ocalan serbest bê berdan
14:22 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hate bîranîn
14:00 Kamaç: Divê li hemberî banga Ocalan gav bên avêtin
13:55 Girtiyên siyasî ji bo Newroza Amedê peyam şandin
13:54 MKG’ê Nûjiyan Erhan bi bîr anî
13:44 Sed hezaran kesan li dengê Abdullah Ocalan guhdarî kir
13:38 ‘Trena Aştiyê’ gihişt Amedê
13:24 Qada Newrozê ya Amedê tije bûye: Daxwaza azadiya Ocalan kirin
13:09 Siyasetmedarên tev li Newroza Amedê bûn: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
12:32 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:32 Li Amedê agirê Newrozê hate pêxistin
12:17 Ji Ekrem Îmamoglû peyama Newrozê
12:13 Cihê Newroza Eskîşehîrê guherî
12:05 Newroza Azadiyê dest pê kir: Bi deh hezaran kes li benda têketina qadê ne
11:51 Her çar aliyên Amedê bûye Newroz!
11:46 Hejmara kesên ji lêpirsîna ÎBB’ê hatin binçavkirin derket 88’an
11:38 Li Amedê Newroza azadiyê
11:22 Kemal Kurkut li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
11:20 Posterên Abdullah Ocalan li qada Newrozê ne
11:07 Şandeya Rêveberiya Xweser bi rayedarên Parlamentoya Danîmarkayê re civiya
10:51 Ji 2 xwişkên rejîma Îranê revandine tu agahî nayên girtin
10:50 Bi hinceta ‘kreşê’ li Îmamoglû lêpirsîna hate vekirin