ŞIRNEX - Ji bo endama YJA Starê Gulsun ku di pevçûna li herêma Zapê de jiyana xwe ji dest da sersaxî hat danîn.
HPG'ê ragihand ku di 20'ê Nîsanê de endama YJA-Starê Gulsun Tan (Arjîn Mîrza) di pevçûneke ku di 19'ê Îlona 2024'an de li herêma Zapê ya Hêrema Federal a Kurdistanê derket de jiyana xwe ji dest da. Li ser vê yekê malbata Gulsun Tan li Taxa Yenîşehîr a navçeya Silopiya Şirnexê taziye danîn.
Di pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re di Bexçeyê Şaristaniyan (MEBYA-DER) de ji bo sersaxiyê serdaneke girseyî hat kirin.