AGIRÎ - Ji bo endamê YPG'ê Tanju Kaya ku hate ragihandin di sala 2015’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest daye, li Agiriyê şîn hate danîn.
Tanju Kaya (Şoreş Agirî) ku di sala 2012’an de derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû û tev li refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bû. Hat ragihandin ku Kaya di sala 2015’an de li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest daye. Li ser vê yekê malbata wî li mala xwe ya li Taxa Yunus Emre ya li navçeya Panosê ya Agiriyê şîn danî. MEBYA-DER, rêxistinên DBP û DEM Pariyê yên bajar û navçeyan û gelek kesên din hatin serdana şînê û sersaxî ji malbata Kaya re xwestin.