NAVENDA NÛÇEYAN - YNK û PDK ji bo diyarkirina qebîneya hikûmeta nû ya Herêma Federe ya Kurdistanê, dê cara 12’emîn li Dukanê bicivin.
Di hilbijartinên parlamentoyê yên Herêma Federe ya Kurdistanê ku di 20’ê Cotmeha 2024’an de hatin lidarxistin, PKD bû partiya yekemîn û YNK jî bû ya duyemîn. Şandeyên muzakereyê yên YNK û PDK’ê ji bo avakirina qebîneya hikûmeta nû ya Herêma Federe ya Kurdistanê, ji roja hilbijartinê heta niha 11 carn civiyane. Lê heta niha jî tu encam nehatine bidestxistin.
Hat ragihandin ku îro dê şandeya YNK’ê ya bi serokatiya Bafil Talabanî û şandeya PDK’ê ya bi serokatiya Mesrûr Bazanî dê îro li navçeya Dukanê ya Silêmaniyeyê bicivin. Hat diyarkirin ku dê di civînê de têkildarî geşedanên dawî yên der heqê qebîneya hikûmeta nû de bên axaftin.