ENQERE - Rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê ragihandin ku di nava 12 salên dawî de herî kêm 764 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane û banga “Ji pêşeroja zarokan nexwin” kirin.
Rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê yên li Enqereyê bi boneya 28’ê Nîsanê Roja Bîranîna Kesên Di Cînayetên Kar de Jiyana Xwe Ji Dest Dane de bi sernavê “Na ji karkeriya zarokan, xizaniya zarokan û cînayetên kar ên zarokan re” daxuyanî dan. Daxuyanî li Odeya Bijîşkan a Enqereyê (ATO) hate dayin û pankarta “Na ji karkeriya zarokan, xizaniya zarokan û cînayetên kar ên zarokan re” hate hilgirtin.
Endama Lijneya Rêveber a ATO’yê Dr. Ozden Çirpar da zanîn ku di nava 23 salan de li Tirkiyeyê 33 hezar cînayetên kar çêbûne. Ozden Çinar, da zanîn ku di nava 12 salan de herî kêm 764 zarokan li Tirkiyeyê di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane û ji sê parên vê hejmarê parek jê di bin temenê 15 saliyê de ne. Ozden Çinar, diyar kir ku ji van zarokan 5 jê 4 salî bûn, 6 jê 5 salî û 5 jî 6 salî bûn û dema dixebitîn jiyana xwe ji dest dane.
Ozden Çinar, xwest ku ji bo bidawîknirina xizaniya zarokan û karkeriya zarokan polîtîkayên edaleta civakî xurt dikin bikevin meriyetê û got: “Divê karkeriya zarokan were qedexekirin. Divê perwerde bêpere be, divê danên xwarinên bên dayin. Ji bo ku hin kes bêhtir qezenc bikin, divê destûr neyê dayin ji emr û pêşeroja zarokên me were xwarin.”