Tan: Kurdî heri xweş di zimanê zarokan de bedew e

RIHA - Zimanzan Samî Tan der barê Cejna Zimanê Kurdî de axivî û got: "Pêdivî ye ku kurdî di her qadê de bê bebriçavkirin. Kurdî, herî xweş di zimanê zarokan de bedew e."

Bi biryara Kongreya Neteweyî ya Kurd a sala 2006’an, her sal 15’ê Gulanê wekî “Roja Zimanê Kurdî” tê pîrozkirin. Li gelek bajarên Kurdistanê ji bo berbelavkirina zimanê kurdî kurs ku ji aliyê saziyên ziman û çandê ve tên dayîn û zimannas li ser rêgezên rastnivîsê û rastnivîsîna kurdî xebatên girîng dimeşînin. Zimanzan û Serokê Komeleya Ziman û Çanda Kurdî Samî Tan, têkildarî mijarê axivî. 
 
Samî Tan bal kişand ser wê yekê ku roj bi roj hejmara kesên ku bi kurdî diaxivin kêm dibe û got: "Her çiqas ev yek bi fikar be jî, cihê kêfxweşiyê ye ku kurd mafê perwerdehiya bi zimanê xwe yê dayikê dixwazin û daxwazên xwe yên ji bo zimanê kurdî bibe ziman fermî yê duyemîn berdewam bikin. Niha dem hatiye ku ev xebat li gor bernameyeke sistematik bên kirin. Êdî dem hatiye ku di qadên cüda de tiştên bi kurdî bên kirin. Êdî dem hatiye ku mirov şêlîbûna dê statuya kurdî çawa be ji holê rake. Pêdivî bi vê heye. Bi xwedîderketineke xurt divê li her derî meclisên kurdî bên avakirin. Ewilî divê em di vî warî de gel şiyar bikin." 
 
Tan bal kişand ser girîngiya pêşgirtina ku malbat zarokên xwe bi tirkî mezin nekin û got: "Divê em her kes fêm bikin ku divê pêşî zarok fêrî zimanê dayikê bibin. Ger em vê yekê bikin, zarok bi zimanê xwe mezin bibin, dê di her warê jiyanê de bê bikaranîn. Ji bo bidestxistina vê yekê ne hewce ye ku em li benda statuya kurdî bin. Berê dihat gotin 'Bila şreşe çêbibe paşê dê meseleya ziman çareser bibe.' Lê eşkere ye ku ev ne wisa ye. Şoreşa di warê ziman de dê bandorê li şoreşa gitştî jî bike. Bêyî bi derengî bikeve divê em plansaziyên we bikin. Divê qada demokratik û siyasî xwe di vî warî de baş birêxistin bike."
 
LI RIHAYÊ REWŞA KURDÎ
 
Samî Tan diyar kir ku li Rihayê di nava gelê kurd de kurdî kêm tê axaftin û got: "Mixabin li Rihayê feraseta axaftin û zindîkirina kurdî hema bêje tune ye. Li Rihayê her çiqas bi devkî bi kurdî tê axaftin jî hejmara kesên ku binivîsin pir kêm e. Divê em pêşî zimanê nivîskî fêrî mirovan bikin. Divê mirov hem bixwînin û hem jî binivîsin. Hin kes bi kurdî li gundê xwe dizane, lê bi kurdî bi zarokên xwe re naaxivin. Divê ev kêmasî ji holê bên rakirin. Li navçeyên Rihayê kurdî zindî ye. Lê divê em li navçeyan xwendin û nivîsandinê vê girseyê bikin. Rêveberiyên xwecihî dikarin pêşengiya vê bikin. Em Komeleya Ziman û Çanda Kurdî di vî warî de amade ne ku gavan bavêjin. Li navenda Rihayê jî pêdivî bi heman xebatan heye." 
 
‘DIVÊ KURDÎ BI QANÛNAN BÊ MÎSGOERKIRIN'
 
Samî Tan bal kişand ser pêvajoya piştî banga dîrokî ya Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de dest pê kir û got: "Tirkiyeyê li gelek peyman û qanûnên navneteweyî şerh danîne. Divê di Destura Bingehîn de pêşî ji bo rakirina astengiyên li hemberî kurdî bên rakirin û nasnameya urdî bê naskirin. Divê kurdî neyê krîmînalîzekirin. Divê kes ji ber govenda kurdî û stranên urd neyê girtin. Divê kes ji ber axaftina bi kurdî bi tahdeyê re rû bi rû nemîne. Bi vê pêvajoyê re derket holê ku divê dewlet pêşî li ber siyaseta demokratîk veke, xwe demokratîk bike û ji bo ku gelê kurd bi awayekî sivîl vîna xwe deyne holê. Ger em vê bikin em ê karibin li ser zemîneke demokratik bi awayekî wekhev bijîn." 
 
an got: "Divê ne tenê di hin rojên salê de daxwaz û hesasiyeta li ser kurdî were rojevê. Divê em her roj van daxwazan bînin ziman û xebatên xwe yên li ser kurdî bimeşînin. Divê ev xebat bi awayekî sîstematîk û her tim bin. Divê kurdî di her qadê de xuya bibe. Divê mecliên kurdî bên avakirin. Wêje, sînema, şano û muzîka Kurdî werin pêşxistin û rewşenbîrên di vî warî de werin cem hev. Ji bo ku em hemû bi hev re bibin xwedî statu, divê em bi hev re bixebitin. Cejna Zimanê kurdî kesîpîroz be. "
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

19/05/2025
11:53 Arinç: Mafê hêviyê mafekî girîng e
11:31 Hevdîtina Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Babacan dest pê kir
11:27 Derwêşên ku mifteya çiyayan dîtin, bûn Kurdistan
10:18 Kesên tev li bîranîna Kaytan û Altûn bûn: Dema avakirina aştiya civakî ye
09:45 Sebahat Tuncel: Têkoşîn neqediya, rêbaza wê guherî
09:04 'Kaytan û Altûn dê dilê milyonan de bijîn’
09:04 'Aştiyeke birûmet bi edaleteke rast pêkan e’
09:03 Rojnameger Baydar: Gavên divê bên avêtin hewceye dewlet biavêje
09:02 'Divê tevgereke jinan a enternasyonalîst bê avakirin’
09:00 Hinek xanî bi bîr û berxwedanê tên avakirin
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2025'AN
18/05/2025
20:18 Ji Abdullah Ocalan peyam: Pêdivî bi peymaneke nû heye
19:03 Ji Bahçelî nexşerê: Bila komîsyoneke ji 100 kesan pêk tê were avakirin
17:23 Îsraîlê li dijî Xezeyê êrişeke mezin da destpêkirin
17:14 Li Tekîrdagê komeleya zimanê Kurdî hate vekirin
16:45 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:04 Di bahoza li DYA’yê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:36 Kaytan û Altûn li Qada Şêx Seîd ji hêla bi hezaran ve hatin bibîranîn
14:51 Birayê Denîz Poyraz hate berdan
14:45 Girseya ji Mêrdînê hatî ber bi Qada Şêx Seîd ve meş li dar xist
14:40 Hevalê qawîşê yê Riza Altûn jî di bîranînê de ye: Em ê xwedî li bîranîna wan derkevin
14:22 Jinan beriya bîranînê meş li dar xistin: Dê têkoşîna me de bijîn
13:54 Ji bo bîranînê li Amedê ne: Divê Ocalan azad bibe
13:52 Di Lijneya Giştî ya Şaxa ÎHD’a Amedê de banga ‘gavan biavêjin’ li dewletê hat kirin
12:52 Di Sempozyuma Zimanê Kurdî de siyaset hate rexnekirin
12:41 Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
12:18 DEM Partî: Kesên me di Gulanê de winda kirin rêya me ronî dikin
12:17 Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn bi rê ketin
10:56 Kesên li Dêrsimê tev li bîranînê bûn: Aştî yekalî nabe
10:42 Çanakkale bi pileya 4.4’ê hejiya
10:41 Xwişkên Mazlum Dogan: Ya dikeve ser milê me ew e ku em di rêya wan de bimeşin
10:07 Li girtîgehên herêma Akdenizê 80 girtiyên nexweş hene
09:54 Ji Îzmîrê ber bi Enqereyê ve têkoşîna kedê
09:54 ‘Em ê têkoşîna Kaytan û Altûn bidomînin’
09:28 Dîmenên îşkenceya li bin çavan 5 sal in nehatiye lêkolînkirin
09:28 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:02 Rewşa girtiya nexweş a 76 salî roj bi roj girantir dibe
09:02 Salên Altûn ên li Dîlokê: Tovê azadiyê reşand
09:01 Xelkê Cizîrê piştgiriyê dide pêvajoyê: Divê dewlet gavên hewce biavêje
09:00 ROJEVA 18’Ê GULANA 2025’AN
17/05/2025
17:14 Rola çapemenî û weşangeriya Kurdî ya li ser perwerdehiyê hate nîqaşkirin
17:12 Kaytan û Altûn sibê li Amedê tên bibîranîn
17:11 Ji şardariyê daxuyaniya li ser beytan
16:09 Mihrîcana Fîlman a Uçan Supurge destpê dike
16:07 Ji bo girtiyên nexweş Avci û Balataci bangewazî
16:04 ‘Sempozyûma Zimanê Kurdî' dest pê kir: Mirov bi zimanê xwe mirov e
15:44 Xizmên windayan li 4 bajaran pirsîn: Hezkiriyên me li ku ne?
15:24 Daxuyaniya hevpar a 255 saziyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:47 Bakirhan: Ji bo aştiya civakî divê rûbirûbûn pêk were
Buldan: Heke winda neyên dîtin aştî nîvco dimîne
14:45 Li Dêrsimê berxwedan bi ser ket: Girse dimeşe navendê
14:33 Daxwaza komisyona heqîqetê ji bo kesên hatine windakirin
14:21 Cemîl Bayik: Em paradîgmayeke nû bi pêş dixin
13:57 TJA: Em aktorên pêvajoyê ne
13:46 Li Dêrsimê Kaytan û Altûn ji aliyê hezaran ve hatin bîranîn
13:39 Behsa birayê xwe ku jê re digot ‘Heval’ kir: Bi xwedî derketina pêvajoyê em dikarin nirxên wan biparêzin”
13:37 Mafê tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin
13:36 Li Mexmûrê çalakiya li hember ambargoyê didome
12:03 JI Dayikên Şemiyê banga heqîqet û rûbirûbûnê
11:39 Hevalê Çaran yê heman qawîşê: Hewldanên wan vala neçûn
10:48 Ji Hakî Karer hîn bû ku Kurd e
10:10 Serokê Giştî yê EHP’ê: Armanca PKK'ê ya sosyalîzmê girîng e
09:39 Ji bo 6 kesan doza ‘Newrozê’ hate vekirin
09:33 Viyan Tekçe: Em ê mafê xwe biparêzin
09:18 Ji bo bibîranîna li Qada Şêx Seîd bangewazî
09:03 ‘PKK peywira xwe anî cih niha dora dewletê ye’
09:02 Raportor Amor: Biryara PKK'ê hêvî dide mirov divê firsend neyê xerckirin
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2025'AN
16/05/2025
17:33 Di doza ‘azardana zarokan’ de 82 sal cezayê hefsê hat dayin
16:32 Li Licê hestiyên ku tê texmînkirin aîdî mirovan e hatin dîtin
15:52 Civînên jinan ên DEM Partiyê dewam dikin
15:28 Wêneyê Abdullah Ocalan ê 42 sal berê hat weşandin
15:26 Rêveberê KURDÎ-DER'ê yê Geverê serbest hat berdan
14:35 Dosyaya Ozbahçecî ku polîsan kuştibû şandin krîmînala cendirmeyan
13:30 Der heqê rojnameger Boltan de lêpirsîn hate destpêkirin
13:20 Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang hate kirin
13:19 Pirtûka Gurbetellî Ersoz wergerandin zimanê Yewnanî
13:19 Cezayê polîsê Berkîn Elvan qetil kiribû hate erêkirin
13:05 Kongreya NADA’yê di roja 2’yan de bi komxebatan dest pê kir
12:02 Cîvaknas Kuçukaydin: Gaveke nû hate avêtin, guherîn dê hinek biêş be
11:44 Kaytan û Altûn li Wanê hatin bibîranîn: Tu caran serî netewandin
11:27 'Ev pêvajo mîrateya Çaran e'
10:58 Li Colemêrgê nexweşiya tevekê hat tespîtkirin
10:51 Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
10:48 Mêşvanan berê xwe dan zozanan
10:24 Sabrî Ok: Ji xwe û bi Rêber Apo bawer bin
Besta Botan: Têkoşîna li ser zemîna siyaseta demokratîk dest pê dike
10:03 Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang: Divê her kes xwedî li zarokên xwe derkeve
10:02 Serlêdana emniyetê ya ji bo 'guhertina îmarê' hat redkirin
10:02 Riza Altûn vegot: Baş birêxistin dikir û mamosteyekî zîrek bû
09:27 Li Şirnexê ji ber hişkesaliyê 300 hezar donimên dexl û danê hişk bûn
09:17 Ji bo vegotina ‘pêvajoyê’ li 12 tax û 72 gundan çûn serdana 5 hezar malbatan
09:03 Komeleyên herêmê: Divê em beşdarî pêvajoyê bibin
09:01 Parêzer Zeynep Karayilan: Dê çareserî di şexsê Abdullah Ocalan de pêk bê
09:00 ROJEVA 16’Ê GULANA 2025’AN
08:43 Dayika girtiyê nexweş di qezayê de jiyana xwe ji dest da
08:39 Li Mêrdînê jinekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
15/05/2025
21:23 Cejna Zimanê Kurdî li gelek bajaran hat pîrozkirin: Statuya Kurdî nas bikin
17:04 ‘Em ê xeyalên Altûn û Kaytan pêk bînin’
16:40 Li Konyayê bi pileya 5.2’yê erdhej çêbû
16:32 Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn a li Amedê bang hate kirin
16:28 Rojnameger Furkan Karabay hate girtin