'Ji bo parastina Kurdî divê polîtîkayeke ziman bê pêşxistin'

img

STENBOL/WAN - Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Heno Ronak diyar kir ku divê li dijî asîmîlasyonê polîtîkayeke ziman bê pêşxistin û rêveberê KURDÎGEH'ê Gokhan Işik jî di pêşxistina zimên de bal kişand ser girîngiya çapemeniyê. 

Kurd xwe amade dikin ku di 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser zimanê kurdî, nerazîbûnên xwe bînin ziman. Gelek sazî xebatên xwe yên ji bo pîrozkirina Cejna Zimanê Kurdî didomînin. 
 
Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî (Komeleya Lêkolînên Kurdî) Heno Ronak ku rewşa kurdî nirxand, got: "Tişta ku neteweyan ji hev vediqetîne ziman e. Mînak ji bo ku mirov ji yekî re bêje îngilîz, divê zimanê wî îngilîzî be. Ya ku çand û cudahiya neteweyekê derdixe holê ziman e. Mînak dema ku behsa Cervantes tê kirin, yek ji bingehên herî girîng ê spanyiyan e. Dema em li kurdî jî dinerin, Ehmedê Xanî tê bîra mirov. Çima Xanî? Di dema wî de zimanê serdest erebî û osmanî bû. Lê wî bi kurdî nivîsand. Girîngiya wî jî ji wir tê. Ya neteweyan ji hev vediqetîne ziman e. Lewma ziman girîng e." 
 
'KURDÎ NEHAT ASÎMLEKIRIN'
 
 
Ronak anî ziman ku zimanê kurdî sed sal in qedexe ye û got ku di pêvajoya sedsalî de bandoreke neyînî li zimanê kurdî hatiye kirin. Ronak bal kişand ku polîtîkayên asîmîlasyonê yên Tirkiyeyê yên li ser kurdî bi ser neketine û got: "Ji ber firehbûna erdnîgariya Kurdistanê û asêbûna wê, pêşî li vê dihat girtin. Heya 20 sal berê jî li Kurdistanê gelek gund ji ber ku hevraz bûn, çûnhatina pir çênedibû. Lê 20 sal in bi bebriçavbûna teknolojiyê, zimanê me zirar dît. Em dibinin ku telefon, televîzyo û komputer bandor li ser civakê kirine. Di 1806'an de di Serhildana Babanzade de û di Osmaniyan de bi taybetî di serhildanên mîrektiyan de helwestele parastina zimên hebû. Helwesteke Xanî li dijî erebî û osmanî hebû ku hemû berhemên xwe bi kurdî nivîsandin. Piştî wî Hecî Qadir heye. Hecî Qadir ji bo sttauya kurdî têkoşiyaye. Ji ber van helwestan kurdî têk neçû." 
 
Ronak diyar kir ku ji bo pêşxistin û zindîkirina kurdî gelek xebat hatine kirin û got: "Li Kurdistanê di medreseyan de perwerdehiya kurdî hat dayîn. Piştî ragihandina komarê kurdî hat qedexekirin. Lê dîsa jî di nav gel de dihat axaftin. Ji ber vê yekê di asîmîlekirina kurdî de bi ser neketin. Karîn heta radeyekê zirarê bidin zimanê me, lê destpêka wêjeya kurdî ya nûjen bi wekî 1935 tê qebûlkirin. Ji Ereb Şemo dest pê dike. Li Bakurê Kurdistanê û beşên din weşana kurdî piştî demeke dirêj dest bi weşanê kirin. Sedema ku mêtingerî û êrişên li ser kurdî bi ser neketin, helwesta ji bo parastina kurdî bû." 
 
'DÊ XEBATÊN ME JI BO STATUYA KURDÎ HEBIN'
 
Ronak diyar kir ku divê her kes ji bo pêşxistina zimanê kurdî bixebite û ew ê zimanê kurdî tim bînin rojevê. Ronak got: "Di destpêkê de ji dibistanên seretayî heta zanîngehan em ê ji bo ku kurdî bibe zimanê perwerdehiyê em ê bixebitin. Em ê çawa vê bikin? Ji bo ku kurdî bibe xwedî statu, em ê bi saziyên xwe re bixebitin. Ya duyemîn jî, divê em hemû karen xwe, rêxistinên partiyên siyasî û sivîl bi kurdî bin. Ya din jî divê em bi malbata xwe û derdora xwe re bi kurdî bixebitin. Divê berpirsiyariya pêşxistina kurdî tenê ne barê saziyan be. Hin qanûnên li dijî kurdî hene ku nahêlin bibe zimanê perwerdehiyê. Divê ev qanûn bê guherandin." 
 
'15'Ê GULANÊ NÎŞANEYA TÊKOŞÎNÊ YE'
 
 
Rêveberê Komeleya Pêşvebirina Çand û Ziman (KURDÎGEH) ku li Wanê xebatên xwe dimeşîne Gokhan Işik bal kişand ser bandora kovara Hawarê ya di standartkirina kurdî de û got: "15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî parastina kurdî, yekîtiya çandî, pêşxistina wêje û hunerê, hişmendiya çandî ye. 15'ê Gulanê ne tenê cejnek e, di heman demê de ji bo kurdên dixwazin nasnameya xwe û çanda xwe biparêzin, nîşaneya têkoşînê ye jî." 
 
Işik diyar kir ku polîtîkaya asîmîlasyonê ya ku dewlet ji bo tunekirina kurdî dimeşîne bi gelek awayan tê meşandin û got: "Çend mînak; qedexekirina zimanê kurdî wekî zimanê perwerdehiyê, qedexekirina çapemenî û hunerê, zexta li ser axaftina bi kurdî, guhertina navên erdnîgarî û kesayetî, kêmkirina temsîliyeta çandî, belavbûn û koçberkirina civakên kurdan."
 
Işik destnîşan kir ku Celadet Alî Bedirxan, Musa Anter, Cegerxwîn û nivîskarên din ên kurd bi berhemên xwe zimanê kurdî li hemberî asîmîlasyonê parastiyne û got ku bi pêşketina teknolojiyê re têkoşîn û ronakbîriyeke nû derketiye holê.
 
Işik destnîşan kir ku hin zaravayên kurdî bi taybetî zaravayê kirmanckî/zazakî ji ber zilm û zordariya li Bakur û Rojhilatê ber bi tunebûnê ve diçe û li hemberî vê yekê bal kişand ser girîngiya perwerdehiya bi zimanê dayikê. Işik anî ziman ku ji pêşdibistanan eya zanîngehan ji bo pêşî li ber pêşketina zimên vebe, divê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. 

Sernavên din

19/05/2025
11:53 Arinç: Mafê hêviyê mafekî girîng e
11:31 Hevdîtina Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Babacan dest pê kir
11:27 Derwêşên ku mifteya çiyayan dîtin, bûn Kurdistan
10:18 Kesên tev li bîranîna Kaytan û Altûn bûn: Dema avakirina aştiya civakî ye
09:45 Sebahat Tuncel: Têkoşîn neqediya, rêbaza wê guherî
09:04 'Kaytan û Altûn dê dilê milyonan de bijîn’
09:04 'Aştiyeke birûmet bi edaleteke rast pêkan e’
09:03 Rojnameger Baydar: Gavên divê bên avêtin hewceye dewlet biavêje
09:02 'Divê tevgereke jinan a enternasyonalîst bê avakirin’
09:00 Hinek xanî bi bîr û berxwedanê tên avakirin
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2025'AN
18/05/2025
20:18 Ji Abdullah Ocalan peyam: Pêdivî bi peymaneke nû heye
19:03 Ji Bahçelî nexşerê: Bila komîsyoneke ji 100 kesan pêk tê were avakirin
17:23 Îsraîlê li dijî Xezeyê êrişeke mezin da destpêkirin
17:14 Li Tekîrdagê komeleya zimanê Kurdî hate vekirin
16:45 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:04 Di bahoza li DYA’yê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:36 Kaytan û Altûn li Qada Şêx Seîd ji hêla bi hezaran ve hatin bibîranîn
14:51 Birayê Denîz Poyraz hate berdan
14:45 Girseya ji Mêrdînê hatî ber bi Qada Şêx Seîd ve meş li dar xist
14:40 Hevalê qawîşê yê Riza Altûn jî di bîranînê de ye: Em ê xwedî li bîranîna wan derkevin
14:22 Jinan beriya bîranînê meş li dar xistin: Dê têkoşîna me de bijîn
13:54 Ji bo bîranînê li Amedê ne: Divê Ocalan azad bibe
13:52 Di Lijneya Giştî ya Şaxa ÎHD’a Amedê de banga ‘gavan biavêjin’ li dewletê hat kirin
12:52 Di Sempozyuma Zimanê Kurdî de siyaset hate rexnekirin
12:41 Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
12:18 DEM Partî: Kesên me di Gulanê de winda kirin rêya me ronî dikin
12:17 Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn bi rê ketin
10:56 Kesên li Dêrsimê tev li bîranînê bûn: Aştî yekalî nabe
10:42 Çanakkale bi pileya 4.4’ê hejiya
10:41 Xwişkên Mazlum Dogan: Ya dikeve ser milê me ew e ku em di rêya wan de bimeşin
10:07 Li girtîgehên herêma Akdenizê 80 girtiyên nexweş hene
09:54 Ji Îzmîrê ber bi Enqereyê ve têkoşîna kedê
09:54 ‘Em ê têkoşîna Kaytan û Altûn bidomînin’
09:28 Dîmenên îşkenceya li bin çavan 5 sal in nehatiye lêkolînkirin
09:28 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:02 Rewşa girtiya nexweş a 76 salî roj bi roj girantir dibe
09:02 Salên Altûn ên li Dîlokê: Tovê azadiyê reşand
09:01 Xelkê Cizîrê piştgiriyê dide pêvajoyê: Divê dewlet gavên hewce biavêje
09:00 ROJEVA 18’Ê GULANA 2025’AN
17/05/2025
17:14 Rola çapemenî û weşangeriya Kurdî ya li ser perwerdehiyê hate nîqaşkirin
17:12 Kaytan û Altûn sibê li Amedê tên bibîranîn
17:11 Ji şardariyê daxuyaniya li ser beytan
16:09 Mihrîcana Fîlman a Uçan Supurge destpê dike
16:07 Ji bo girtiyên nexweş Avci û Balataci bangewazî
16:04 ‘Sempozyûma Zimanê Kurdî' dest pê kir: Mirov bi zimanê xwe mirov e
15:44 Xizmên windayan li 4 bajaran pirsîn: Hezkiriyên me li ku ne?
15:24 Daxuyaniya hevpar a 255 saziyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:47 Bakirhan: Ji bo aştiya civakî divê rûbirûbûn pêk were
Buldan: Heke winda neyên dîtin aştî nîvco dimîne
14:45 Li Dêrsimê berxwedan bi ser ket: Girse dimeşe navendê
14:33 Daxwaza komisyona heqîqetê ji bo kesên hatine windakirin
14:21 Cemîl Bayik: Em paradîgmayeke nû bi pêş dixin
13:57 TJA: Em aktorên pêvajoyê ne
13:46 Li Dêrsimê Kaytan û Altûn ji aliyê hezaran ve hatin bîranîn
13:39 Behsa birayê xwe ku jê re digot ‘Heval’ kir: Bi xwedî derketina pêvajoyê em dikarin nirxên wan biparêzin”
13:37 Mafê tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin
13:36 Li Mexmûrê çalakiya li hember ambargoyê didome
12:03 JI Dayikên Şemiyê banga heqîqet û rûbirûbûnê
11:39 Hevalê Çaran yê heman qawîşê: Hewldanên wan vala neçûn
10:48 Ji Hakî Karer hîn bû ku Kurd e
10:10 Serokê Giştî yê EHP’ê: Armanca PKK'ê ya sosyalîzmê girîng e
09:39 Ji bo 6 kesan doza ‘Newrozê’ hate vekirin
09:33 Viyan Tekçe: Em ê mafê xwe biparêzin
09:18 Ji bo bibîranîna li Qada Şêx Seîd bangewazî
09:03 ‘PKK peywira xwe anî cih niha dora dewletê ye’
09:02 Raportor Amor: Biryara PKK'ê hêvî dide mirov divê firsend neyê xerckirin
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2025'AN
16/05/2025
17:33 Di doza ‘azardana zarokan’ de 82 sal cezayê hefsê hat dayin
16:32 Li Licê hestiyên ku tê texmînkirin aîdî mirovan e hatin dîtin
15:52 Civînên jinan ên DEM Partiyê dewam dikin
15:28 Wêneyê Abdullah Ocalan ê 42 sal berê hat weşandin
15:26 Rêveberê KURDÎ-DER'ê yê Geverê serbest hat berdan
14:35 Dosyaya Ozbahçecî ku polîsan kuştibû şandin krîmînala cendirmeyan
13:30 Der heqê rojnameger Boltan de lêpirsîn hate destpêkirin
13:20 Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang hate kirin
13:19 Pirtûka Gurbetellî Ersoz wergerandin zimanê Yewnanî
13:19 Cezayê polîsê Berkîn Elvan qetil kiribû hate erêkirin
13:05 Kongreya NADA’yê di roja 2’yan de bi komxebatan dest pê kir
12:02 Cîvaknas Kuçukaydin: Gaveke nû hate avêtin, guherîn dê hinek biêş be
11:44 Kaytan û Altûn li Wanê hatin bibîranîn: Tu caran serî netewandin
11:27 'Ev pêvajo mîrateya Çaran e'
10:58 Li Colemêrgê nexweşiya tevekê hat tespîtkirin
10:51 Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
10:48 Mêşvanan berê xwe dan zozanan
10:24 Sabrî Ok: Ji xwe û bi Rêber Apo bawer bin
Besta Botan: Têkoşîna li ser zemîna siyaseta demokratîk dest pê dike
10:03 Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang: Divê her kes xwedî li zarokên xwe derkeve
10:02 Serlêdana emniyetê ya ji bo 'guhertina îmarê' hat redkirin
10:02 Riza Altûn vegot: Baş birêxistin dikir û mamosteyekî zîrek bû
09:27 Li Şirnexê ji ber hişkesaliyê 300 hezar donimên dexl û danê hişk bûn
09:17 Ji bo vegotina ‘pêvajoyê’ li 12 tax û 72 gundan çûn serdana 5 hezar malbatan
09:03 Komeleyên herêmê: Divê em beşdarî pêvajoyê bibin
09:01 Parêzer Zeynep Karayilan: Dê çareserî di şexsê Abdullah Ocalan de pêk bê
09:00 ROJEVA 16’Ê GULANA 2025’AN
08:43 Dayika girtiyê nexweş di qezayê de jiyana xwe ji dest da
08:39 Li Mêrdînê jinekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
15/05/2025
21:23 Cejna Zimanê Kurdî li gelek bajaran hat pîrozkirin: Statuya Kurdî nas bikin
17:04 ‘Em ê xeyalên Altûn û Kaytan pêk bînin’
16:40 Li Konyayê bi pileya 5.2’yê erdhej çêbû
16:32 Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn a li Amedê bang hate kirin
16:28 Rojnameger Furkan Karabay hate girtin