Ayten Dêrsim: Berpirsyartî dikeve ser milê me
Amed Malazgîrt: Barê li ser milên me giran bû

  • rojane
  • 10:25 14 Gulan 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dêrsim têkildarî pêvajoya nû got: “Erk û berpirsyartî dikeve ser milên me.” Ji fermandarên NPG’ê Amed Malazgîrt jî got: “Fesixkirin, destpêka serdema têkoşîneke mezin e. Barê li ser milên me hêj girantir bû.” 
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Li ser vê yekê PKK’ê jî di navbera 5-7’ê Gulanê de 12’emîn Kongreya xwe li dar xist. Danezana kongreyê di 12’ê Gulanê de hate aşkerakirin û hate ragihandin ku PKK’ê xwe fesix kiriye. 
 
Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), axaftinên di kongreyê de hatine kirin diweşîne. Li gorî nûçeya ANF’ê; Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dêrsim di kongreyê de anî ziman ku Abdullah Ocalan demekî dirêj e dixwaze PKK’ê nû bike. Ayten Dêrsim, gotina Abdullah Ocalan a “Yên xwe nû nekin hin kesên din wan nû dikin û yên xwe neguherînin tên guherandin” bi bîr xist û got: “Rêbertî dema ku demokrasî pênase kir ev yek got û dibêje, 'Demokrasî bi dînamîkê xwe yê cewherî, hêz û hişmendiyê bi pêş dikeve'. Lewma dest li PKK'ê werdide, diyar dike ku PKK'ê rola xwe temam kiriye, bûye malê dîrokê û li ser vê dîrokê xwe jinûve ava bike, bi hêza xwe û dînamîka xwe êdî divê civakî bibe.”
 
Ayten Dêrsim, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Rêbertî cewhera PKK'ê her tim weke jin pênase kir. Me jî hewl dan bi vê cewherê xwe ava bikin. Weke jinekê me dît ku eger PKK bi temamî li gorî felsefe, îdeolojî û stratejiya Rêbertî nekarî bimeşe, weke jinekê di vir de para min jî heye. Ji ber ku Rêbertî her tim mîsyonek danî pêşiya jinê. Li gel mîsyonê her wiha kûrahiya îdeolojîk û dilsoziya bi azadiyê re danî pêşiya jinê. Ji ber ku timî ev yek got, 'Ne tenê li benda guherîna yê li hember bisekine, divê hûn xwedî wê hêzê bin ku wî biguherîne'. Ji bo PKK'ê jî dema ku dibêje 'Dema xwe temam kir', ez bi vî rengî fêhm dikim. Weke ku Rêbertî dibêje, 'Dîrok di roja me de veşartî ye, em di kûrahiya dîrokê de veşartî ne'. Dîrok hebûneke zindî ye. PKK bi xwe jî hebûneke zindî ye. Ne tenê naveke, ew felsefeyeke, îdeolojiyeke, pîvaneke jiyanê ye. Wê hebûna xwe afirand. Lewma dema ku Rêbertî dibêje hebûnek temam kir, ez bi wî rengî fêhm dikim. Yanî PKK bû malê civakê. Aliyên xwe yên kêmmayî hene, aliyên wê yên rêxistinî ne, rêbaza wê ye, nirxandina wê ye, nêrîna wê ye, mezinkirina wê ye.” 
 
Ayten Dêrsim, got: “Lewma PKK çandeke, exlaq afirand. Hişmendî, hebûn afirand. Divê em vê hebûnê ava bikin. Dîroka me ya têkoşînê ya 52 salan, rastiya şehîdan, nirxên hatin afirandin, asta hate bidestxistin, mayindekirina van hemûyan bi fêhmkirina wê dibe. Çanda sosyalîst a ku Rêbertî destnîşan kir, çandeke demokratîk e. Rêveberiya ku Rêbertî destnîşan kiriye jiyaneke komunal e. Yekbûneke kolektîf e. Naskirina îradeya hev e. Mezinkirina hev e. Bêguman hîn kûr e.” 
 
'BARÊ LI SER MILÊN ME GIRANTIR BÛ’
 
Ji fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Amed Malazgîrt jî wiha got: “Em baweriya xwe bi Rêber Apo tînin, pê bawer in heta dawiyê. Mîna milîtanekî PKK'ê em weke şexs fedaiyê Rêber Apo ye. Tiştê Rêber Apo got, ji bo me emir, talîmat e. Li gorî min eger Kurdistanek hebe, eger di nava wê Kurdistanê de Rêber Apo nebe, ew Kurdistan ne lazim e. Weke şexs ez di wê baweriyê de me. Erê niha PKK xwe fesix dike, li gorî min ji vir û pê ve êdî têkoşîneke hîn mezintir û bar hîn giran dibe. Ez Rêber Apo bi vî rengî fêhm dikim. Tevgerê bi vî rengî fêhm dikim. Hem ji aliyê siyasî, hem ji aliyê exlaqî û hem jî ji aliyê wijdanî rexnedayina xwe hîn baştir, bi bawer bidim û li ser wî esasî em ji bo hîn bêhtir rast tevlî Rêber Apo bibin, hemû derfetên xwe seferber bikim."
 

Sernavên din

19/05/2025
11:53 Arinç: Mafê hêviyê mafekî girîng e
11:31 Hevdîtina Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Babacan dest pê kir
11:27 Derwêşên ku mifteya çiyayan dîtin, bûn Kurdistan
10:18 Kesên tev li bîranîna Kaytan û Altûn bûn: Dema avakirina aştiya civakî ye
09:45 Sebahat Tuncel: Têkoşîn neqediya, rêbaza wê guherî
09:04 'Kaytan û Altûn dê dilê milyonan de bijîn’
09:04 'Aştiyeke birûmet bi edaleteke rast pêkan e’
09:03 Rojnameger Baydar: Gavên divê bên avêtin hewceye dewlet biavêje
09:02 'Divê tevgereke jinan a enternasyonalîst bê avakirin’
09:00 Hinek xanî bi bîr û berxwedanê tên avakirin
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2025'AN
18/05/2025
20:18 Ji Abdullah Ocalan peyam: Pêdivî bi peymaneke nû heye
19:03 Ji Bahçelî nexşerê: Bila komîsyoneke ji 100 kesan pêk tê were avakirin
17:23 Îsraîlê li dijî Xezeyê êrişeke mezin da destpêkirin
17:14 Li Tekîrdagê komeleya zimanê Kurdî hate vekirin
16:45 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:04 Di bahoza li DYA’yê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:36 Kaytan û Altûn li Qada Şêx Seîd ji hêla bi hezaran ve hatin bibîranîn
14:51 Birayê Denîz Poyraz hate berdan
14:45 Girseya ji Mêrdînê hatî ber bi Qada Şêx Seîd ve meş li dar xist
14:40 Hevalê qawîşê yê Riza Altûn jî di bîranînê de ye: Em ê xwedî li bîranîna wan derkevin
14:22 Jinan beriya bîranînê meş li dar xistin: Dê têkoşîna me de bijîn
13:54 Ji bo bîranînê li Amedê ne: Divê Ocalan azad bibe
13:52 Di Lijneya Giştî ya Şaxa ÎHD’a Amedê de banga ‘gavan biavêjin’ li dewletê hat kirin
12:52 Di Sempozyuma Zimanê Kurdî de siyaset hate rexnekirin
12:41 Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
12:18 DEM Partî: Kesên me di Gulanê de winda kirin rêya me ronî dikin
12:17 Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn bi rê ketin
10:56 Kesên li Dêrsimê tev li bîranînê bûn: Aştî yekalî nabe
10:42 Çanakkale bi pileya 4.4’ê hejiya
10:41 Xwişkên Mazlum Dogan: Ya dikeve ser milê me ew e ku em di rêya wan de bimeşin
10:07 Li girtîgehên herêma Akdenizê 80 girtiyên nexweş hene
09:54 Ji Îzmîrê ber bi Enqereyê ve têkoşîna kedê
09:54 ‘Em ê têkoşîna Kaytan û Altûn bidomînin’
09:28 Dîmenên îşkenceya li bin çavan 5 sal in nehatiye lêkolînkirin
09:28 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:02 Rewşa girtiya nexweş a 76 salî roj bi roj girantir dibe
09:02 Salên Altûn ên li Dîlokê: Tovê azadiyê reşand
09:01 Xelkê Cizîrê piştgiriyê dide pêvajoyê: Divê dewlet gavên hewce biavêje
09:00 ROJEVA 18’Ê GULANA 2025’AN
17/05/2025
17:14 Rola çapemenî û weşangeriya Kurdî ya li ser perwerdehiyê hate nîqaşkirin
17:12 Kaytan û Altûn sibê li Amedê tên bibîranîn
17:11 Ji şardariyê daxuyaniya li ser beytan
16:09 Mihrîcana Fîlman a Uçan Supurge destpê dike
16:07 Ji bo girtiyên nexweş Avci û Balataci bangewazî
16:04 ‘Sempozyûma Zimanê Kurdî' dest pê kir: Mirov bi zimanê xwe mirov e
15:44 Xizmên windayan li 4 bajaran pirsîn: Hezkiriyên me li ku ne?
15:24 Daxuyaniya hevpar a 255 saziyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:47 Bakirhan: Ji bo aştiya civakî divê rûbirûbûn pêk were
Buldan: Heke winda neyên dîtin aştî nîvco dimîne
14:45 Li Dêrsimê berxwedan bi ser ket: Girse dimeşe navendê
14:33 Daxwaza komisyona heqîqetê ji bo kesên hatine windakirin
14:21 Cemîl Bayik: Em paradîgmayeke nû bi pêş dixin
13:57 TJA: Em aktorên pêvajoyê ne
13:46 Li Dêrsimê Kaytan û Altûn ji aliyê hezaran ve hatin bîranîn
13:39 Behsa birayê xwe ku jê re digot ‘Heval’ kir: Bi xwedî derketina pêvajoyê em dikarin nirxên wan biparêzin”
13:37 Mafê tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin
13:36 Li Mexmûrê çalakiya li hember ambargoyê didome
12:03 JI Dayikên Şemiyê banga heqîqet û rûbirûbûnê
11:39 Hevalê Çaran yê heman qawîşê: Hewldanên wan vala neçûn
10:48 Ji Hakî Karer hîn bû ku Kurd e
10:10 Serokê Giştî yê EHP’ê: Armanca PKK'ê ya sosyalîzmê girîng e
09:39 Ji bo 6 kesan doza ‘Newrozê’ hate vekirin
09:33 Viyan Tekçe: Em ê mafê xwe biparêzin
09:18 Ji bo bibîranîna li Qada Şêx Seîd bangewazî
09:03 ‘PKK peywira xwe anî cih niha dora dewletê ye’
09:02 Raportor Amor: Biryara PKK'ê hêvî dide mirov divê firsend neyê xerckirin
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2025'AN
16/05/2025
17:33 Di doza ‘azardana zarokan’ de 82 sal cezayê hefsê hat dayin
16:32 Li Licê hestiyên ku tê texmînkirin aîdî mirovan e hatin dîtin
15:52 Civînên jinan ên DEM Partiyê dewam dikin
15:28 Wêneyê Abdullah Ocalan ê 42 sal berê hat weşandin
15:26 Rêveberê KURDÎ-DER'ê yê Geverê serbest hat berdan
14:35 Dosyaya Ozbahçecî ku polîsan kuştibû şandin krîmînala cendirmeyan
13:30 Der heqê rojnameger Boltan de lêpirsîn hate destpêkirin
13:20 Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang hate kirin
13:19 Pirtûka Gurbetellî Ersoz wergerandin zimanê Yewnanî
13:19 Cezayê polîsê Berkîn Elvan qetil kiribû hate erêkirin
13:05 Kongreya NADA’yê di roja 2’yan de bi komxebatan dest pê kir
12:02 Cîvaknas Kuçukaydin: Gaveke nû hate avêtin, guherîn dê hinek biêş be
11:44 Kaytan û Altûn li Wanê hatin bibîranîn: Tu caran serî netewandin
11:27 'Ev pêvajo mîrateya Çaran e'
10:58 Li Colemêrgê nexweşiya tevekê hat tespîtkirin
10:51 Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
10:48 Mêşvanan berê xwe dan zozanan
10:24 Sabrî Ok: Ji xwe û bi Rêber Apo bawer bin
Besta Botan: Têkoşîna li ser zemîna siyaseta demokratîk dest pê dike
10:03 Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang: Divê her kes xwedî li zarokên xwe derkeve
10:02 Serlêdana emniyetê ya ji bo 'guhertina îmarê' hat redkirin
10:02 Riza Altûn vegot: Baş birêxistin dikir û mamosteyekî zîrek bû
09:27 Li Şirnexê ji ber hişkesaliyê 300 hezar donimên dexl û danê hişk bûn
09:17 Ji bo vegotina ‘pêvajoyê’ li 12 tax û 72 gundan çûn serdana 5 hezar malbatan
09:03 Komeleyên herêmê: Divê em beşdarî pêvajoyê bibin
09:01 Parêzer Zeynep Karayilan: Dê çareserî di şexsê Abdullah Ocalan de pêk bê
09:00 ROJEVA 16’Ê GULANA 2025’AN
08:43 Dayika girtiyê nexweş di qezayê de jiyana xwe ji dest da
08:39 Li Mêrdînê jinekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
15/05/2025
21:23 Cejna Zimanê Kurdî li gelek bajaran hat pîrozkirin: Statuya Kurdî nas bikin
17:04 ‘Em ê xeyalên Altûn û Kaytan pêk bînin’
16:40 Li Konyayê bi pileya 5.2’yê erdhej çêbû
16:32 Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn a li Amedê bang hate kirin
16:28 Rojnameger Furkan Karabay hate girtin