Ahmet Turk: Divê dewlet ji bendewariyan re bibe bersiv

  • rojane
  • 11:07 14 Gulan 2025
  • |
img

ENQERE - Siyasetmedar Ahmet Turk diyar kir ku Abdullah Ocalan û PKK’ê berpirsyartiyên xwe bicih anîne û got: “Gavên ku dewlet biavêje gelek girîng in. Heke bixwazin ev pêvajo veguhere aştiyeke mayinde, divê ji bendewariyên gel re bibin bersiv.” 

 
Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Ahmet Turk têkildarî biryarên 12’emîn Kongreya PKK’ê axivî. Ahmet Turk, diyar kir ku PKK di serdemeke ku Kurd tune dihatin hesibandin de derketiye holê û got: “Divê mirov weke geşedaneke ku hebûna Kurdan derxistî holê binirxîne. Wê têkoşînê, wê tevgerê feraseta ku Kurd mileteke pêş xist. Divê ev rastî tu caran neyê jibîrkirin. Piştî pêvajoyên biêş ên domdirêj, di roja me de bêhtir hate fêmkirin ku divê pirsgirêk bi rêbazên demokrasiyê bên çareserkirin. Birêz Ocalan, got; ‘Em demekî dirêj têkoşiyan lê di sala 1993’yan de ji bo pêvajoyeke aştiyane me hewl da, lê nebû. Û 32 salan me heman tişt dubare kirin û gelek dem winda kir.’ Divê her tişt jinûve were nirxandin û biryar bên dayin.” 
 
BAL KIŞAND SER SIYASETA DEMOKRATÎK 
 
Bi domdarî Turk da zanîn ku PK’ê bi biryarên xwe re kir ku siyaseta demokratîk xurtir bibe û wiha pê de çû: “Biryara fesixkirinê, ji bo xurtbûna siyaseta demokratîk û ji bo gelê Kurd di nava siyaseta demokratîk de daxwaza mafên xwe bike, rê vekir. Mînakên vê yên li cîhanê hene. Dema em çûn Îrlandayê ji me re gotin; ‘Em demekî dirêj li dijî hev têkoşiyan lê di dawiya dawî de ji bo siyaseta demokratîk van pirsgirêkan çareser bike me hemû rayeyên xwe dewr kirin. Vê jî bi xwe re peymana aştiyê anî.’” 
 
‘DIVÊ GAV BÊN AVÊTIN’  
 
Turk, got ku divê her kes di serdema pêş de erk û berpirsyartiyên xwe bicih bîne û ev tişt anî ziman: “Di mijara Tirkiyeya demokratîk, komar demokratîk, başkirina mercên birêz Ocalan, cîbicîkirina mafê hêviyê û pêşwazîkirina daxwaza mafê azadiyê ya gelê Kurd de divê gav bên avêtin. Bendewariyeke bi vî rengî heye. Bi rastî jî heke siyaseteke Tirkiyeya deokratîk, dewleta hiqûqê û gelê Kurd hembêz dike pêş nekeve, ev yek dê baweriya civakê tune bike. Hêvîdarim ev pêvajo bîne bîra her kesî ku bi berpirsyartiya aştiyê tevbigerin. Divê her kes erk û berpirsyartiya xwe bicih bîne.” 
 
‘GAVÊN DEWLET BIAVÊJE GIRÎNG IN’ 
 
Turk, anî ziman ku çareserî tenê yekalî nînin û aştî bi yekalî nabe. Turk, wiha domand: “Divê her du alî jî jidil bin û li gorî bendewariyên heyî tevbigerin. Birêz Ocalan daxuyanî da û erk û berpirsyartiya xwe bicih anî. PKK li gorî biryarê tevgeriya. Êdî tiştekî ev alî bike nemaye. Lê gavên ku dewlet dê biavêje girîng in. Heke bixwazin ev pêvajo veguhere aştiyeke mayinde, heke jidil bin divê ji bendewariyên gel re bibin bersiv. Di daxuyaniyên dawî yên îktîdarê de hinek cidiyet heye lê têr nake. Gelê me dipirse; ‘Gelo bi rastî jî dewlet û îktîdara niha dê gavên li gorî daxwaza gel biavêjin an na?’ Em dixwazin ji îktîdar û dewletê baewr bikin. Em dixwazin bi bîr bixin ku hem bendewarî girîng in hem jî heke bersiva wan neyê dayin dibe ku bi xwe re koasê jî bînin.”
 
'DIVÊ DI QANÛNAN DE SERERASTKIRINAN BIKIN’ 
 
Turk, bi lêv kir ku ji bo pêşketina pêvajoyê divê sererastkirinên qanûnî bên kirin û wiha got: “Ev yek şert e. Dê di navbera koman de dîsa hevdîtin bên kirin. Divê komîsyoneke hemû partiyên siyasî tê de cih digirin li Meclisê hebe. Divê Meclis sererastkirinên di qanûnan de bixe rojeva xwe. Divê çareseriyan pêş bixe. Bi hezaran kesên di awayekî derhiqûqî hatine girtin hene. Divê siyaseteke ku Kurdan hembêz dike bê meşandin û sererastkirin di qanûnan de bên kirin. Her wiha divê mercên birêz Ocalan bên başkirin. Dê nêrînên Abdullah Ocalan ên di vê mijarê de bi demê re bên parvekirin û rewş dê biguhere. Dema rewş guherî jî birêz Ocalan dê bikare bi rêxistinên civaka sivîl û derdorên cuda re hevdîtinê bike û nexşerêya xwe bi aşkerayî deyne holê. Wî bi xwe jî got; ‘Divê ez agahiyan bistînim. Divê ez hinek hevdîtinan bikim.’ Li gorî min di vê pêvajoyê de ev rê dê were vekrin, dê hevdîtin bên kirin û nexşerêyek derkeve holê.” 
 
REWŞA CHP’Ê Û HELWESTA WÊ 
 
Têkildarî helwesta CHP’ê ya di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd û pêvajoya heyî de jî Turk wiha axivî: “Di hevdîtinên me yên bi birêz Ozgur Ozel de got ku dê heta dawiyê piştgiriyê bide pêvajoyê. Em dizanin ku jidil bi vê gotinê bawer e. Me gelek hevdîtin kirin. Erê em dizanin hinek derdorên Kemalîst ji vê pêvajoyê aciz in. Divê CHP li dijî van derdoran têbikoşe. CHP ji koman pêk tê. Dema ez navberekê de CHP’ê de bûm jî kom hebûn. Ew mentiq hêj didome. Lê ez di wê baweriyê de me ku birêz Ozel û koma wî jidil e. Ev, çareseriya Tirkiyeyê û projeyeke aştiyê ye. Divê her kes piştgiriyê bide.” 
 
PÊŞEROJA DEMOKRATÎK A ROJHILATA NAVÎN 
 
Ahmet Turk, axaftina xwe wiha qedand: “Tiştekî xweş e ku xeyalên mirov pêk bên. Em di wê baweriyê de ne ku dê rojekê aştî bê vê xakê. Rojhilata Navîn, herêmeke girîng e. Gelek milet li vir bi hev re dijîn û pirgirêk hene. Hêvîdarim ku ev projeya aştiyê ji bo gelên Rojhilata Navîn sûdewer be. Li derveyî Tirkiyeyê jî Kurd hene û divê ew jî bên hembêz kirin. Divê azadiya wan jî were parastin. Heke pirsgirêka li Tirkiyeyê çareser bibe, ev yek dê rê li ber Rojhilata Navîn a demokratîk veke. Bêguman serkeftina pêvajoya aştiyê dê bandora xwe li Rojhilata Navîn bike. Pêşerojeke demokratîk dê ji wan re bibe mînak.” 
 
MA / Mehmet Aslan 
 

Sernavên din

19/05/2025
11:53 Arinç: Mafê hêviyê mafekî girîng e
11:31 Hevdîtina Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Babacan dest pê kir
11:27 Derwêşên ku mifteya çiyayan dîtin, bûn Kurdistan
10:18 Kesên tev li bîranîna Kaytan û Altûn bûn: Dema avakirina aştiya civakî ye
09:45 Sebahat Tuncel: Têkoşîn neqediya, rêbaza wê guherî
09:04 'Kaytan û Altûn dê dilê milyonan de bijîn’
09:04 'Aştiyeke birûmet bi edaleteke rast pêkan e’
09:03 Rojnameger Baydar: Gavên divê bên avêtin hewceye dewlet biavêje
09:02 'Divê tevgereke jinan a enternasyonalîst bê avakirin’
09:00 Hinek xanî bi bîr û berxwedanê tên avakirin
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2025'AN
18/05/2025
20:18 Ji Abdullah Ocalan peyam: Pêdivî bi peymaneke nû heye
19:03 Ji Bahçelî nexşerê: Bila komîsyoneke ji 100 kesan pêk tê were avakirin
17:23 Îsraîlê li dijî Xezeyê êrişeke mezin da destpêkirin
17:14 Li Tekîrdagê komeleya zimanê Kurdî hate vekirin
16:45 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:04 Di bahoza li DYA’yê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:36 Kaytan û Altûn li Qada Şêx Seîd ji hêla bi hezaran ve hatin bibîranîn
14:51 Birayê Denîz Poyraz hate berdan
14:45 Girseya ji Mêrdînê hatî ber bi Qada Şêx Seîd ve meş li dar xist
14:40 Hevalê qawîşê yê Riza Altûn jî di bîranînê de ye: Em ê xwedî li bîranîna wan derkevin
14:22 Jinan beriya bîranînê meş li dar xistin: Dê têkoşîna me de bijîn
13:54 Ji bo bîranînê li Amedê ne: Divê Ocalan azad bibe
13:52 Di Lijneya Giştî ya Şaxa ÎHD’a Amedê de banga ‘gavan biavêjin’ li dewletê hat kirin
12:52 Di Sempozyuma Zimanê Kurdî de siyaset hate rexnekirin
12:41 Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
12:18 DEM Partî: Kesên me di Gulanê de winda kirin rêya me ronî dikin
12:17 Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn bi rê ketin
10:56 Kesên li Dêrsimê tev li bîranînê bûn: Aştî yekalî nabe
10:42 Çanakkale bi pileya 4.4’ê hejiya
10:41 Xwişkên Mazlum Dogan: Ya dikeve ser milê me ew e ku em di rêya wan de bimeşin
10:07 Li girtîgehên herêma Akdenizê 80 girtiyên nexweş hene
09:54 Ji Îzmîrê ber bi Enqereyê ve têkoşîna kedê
09:54 ‘Em ê têkoşîna Kaytan û Altûn bidomînin’
09:28 Dîmenên îşkenceya li bin çavan 5 sal in nehatiye lêkolînkirin
09:28 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:02 Rewşa girtiya nexweş a 76 salî roj bi roj girantir dibe
09:02 Salên Altûn ên li Dîlokê: Tovê azadiyê reşand
09:01 Xelkê Cizîrê piştgiriyê dide pêvajoyê: Divê dewlet gavên hewce biavêje
09:00 ROJEVA 18’Ê GULANA 2025’AN
17/05/2025
17:14 Rola çapemenî û weşangeriya Kurdî ya li ser perwerdehiyê hate nîqaşkirin
17:12 Kaytan û Altûn sibê li Amedê tên bibîranîn
17:11 Ji şardariyê daxuyaniya li ser beytan
16:09 Mihrîcana Fîlman a Uçan Supurge destpê dike
16:07 Ji bo girtiyên nexweş Avci û Balataci bangewazî
16:04 ‘Sempozyûma Zimanê Kurdî' dest pê kir: Mirov bi zimanê xwe mirov e
15:44 Xizmên windayan li 4 bajaran pirsîn: Hezkiriyên me li ku ne?
15:24 Daxuyaniya hevpar a 255 saziyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:47 Bakirhan: Ji bo aştiya civakî divê rûbirûbûn pêk were
Buldan: Heke winda neyên dîtin aştî nîvco dimîne
14:45 Li Dêrsimê berxwedan bi ser ket: Girse dimeşe navendê
14:33 Daxwaza komisyona heqîqetê ji bo kesên hatine windakirin
14:21 Cemîl Bayik: Em paradîgmayeke nû bi pêş dixin
13:57 TJA: Em aktorên pêvajoyê ne
13:46 Li Dêrsimê Kaytan û Altûn ji aliyê hezaran ve hatin bîranîn
13:39 Behsa birayê xwe ku jê re digot ‘Heval’ kir: Bi xwedî derketina pêvajoyê em dikarin nirxên wan biparêzin”
13:37 Mafê tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin
13:36 Li Mexmûrê çalakiya li hember ambargoyê didome
12:03 JI Dayikên Şemiyê banga heqîqet û rûbirûbûnê
11:39 Hevalê Çaran yê heman qawîşê: Hewldanên wan vala neçûn
10:48 Ji Hakî Karer hîn bû ku Kurd e
10:10 Serokê Giştî yê EHP’ê: Armanca PKK'ê ya sosyalîzmê girîng e
09:39 Ji bo 6 kesan doza ‘Newrozê’ hate vekirin
09:33 Viyan Tekçe: Em ê mafê xwe biparêzin
09:18 Ji bo bibîranîna li Qada Şêx Seîd bangewazî
09:03 ‘PKK peywira xwe anî cih niha dora dewletê ye’
09:02 Raportor Amor: Biryara PKK'ê hêvî dide mirov divê firsend neyê xerckirin
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2025'AN
16/05/2025
17:33 Di doza ‘azardana zarokan’ de 82 sal cezayê hefsê hat dayin
16:32 Li Licê hestiyên ku tê texmînkirin aîdî mirovan e hatin dîtin
15:52 Civînên jinan ên DEM Partiyê dewam dikin
15:28 Wêneyê Abdullah Ocalan ê 42 sal berê hat weşandin
15:26 Rêveberê KURDÎ-DER'ê yê Geverê serbest hat berdan
14:35 Dosyaya Ozbahçecî ku polîsan kuştibû şandin krîmînala cendirmeyan
13:30 Der heqê rojnameger Boltan de lêpirsîn hate destpêkirin
13:20 Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang hate kirin
13:19 Pirtûka Gurbetellî Ersoz wergerandin zimanê Yewnanî
13:19 Cezayê polîsê Berkîn Elvan qetil kiribû hate erêkirin
13:05 Kongreya NADA’yê di roja 2’yan de bi komxebatan dest pê kir
12:02 Cîvaknas Kuçukaydin: Gaveke nû hate avêtin, guherîn dê hinek biêş be
11:44 Kaytan û Altûn li Wanê hatin bibîranîn: Tu caran serî netewandin
11:27 'Ev pêvajo mîrateya Çaran e'
10:58 Li Colemêrgê nexweşiya tevekê hat tespîtkirin
10:51 Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
10:48 Mêşvanan berê xwe dan zozanan
10:24 Sabrî Ok: Ji xwe û bi Rêber Apo bawer bin
Besta Botan: Têkoşîna li ser zemîna siyaseta demokratîk dest pê dike
10:03 Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang: Divê her kes xwedî li zarokên xwe derkeve
10:02 Serlêdana emniyetê ya ji bo 'guhertina îmarê' hat redkirin
10:02 Riza Altûn vegot: Baş birêxistin dikir û mamosteyekî zîrek bû
09:27 Li Şirnexê ji ber hişkesaliyê 300 hezar donimên dexl û danê hişk bûn
09:17 Ji bo vegotina ‘pêvajoyê’ li 12 tax û 72 gundan çûn serdana 5 hezar malbatan
09:03 Komeleyên herêmê: Divê em beşdarî pêvajoyê bibin
09:01 Parêzer Zeynep Karayilan: Dê çareserî di şexsê Abdullah Ocalan de pêk bê
09:00 ROJEVA 16’Ê GULANA 2025’AN
08:43 Dayika girtiyê nexweş di qezayê de jiyana xwe ji dest da
08:39 Li Mêrdînê jinekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
15/05/2025
21:23 Cejna Zimanê Kurdî li gelek bajaran hat pîrozkirin: Statuya Kurdî nas bikin
17:04 ‘Em ê xeyalên Altûn û Kaytan pêk bînin’
16:40 Li Konyayê bi pileya 5.2’yê erdhej çêbû
16:32 Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn a li Amedê bang hate kirin
16:28 Rojnameger Furkan Karabay hate girtin