Şahidiya damezirandina PKK’ê kir: Bi kongreya dawî re dê aştî were

  • rojane
  • 09:02 15 Gulan 2025
  • |
img

AMED - Îffet Zugurlî ku şahidiya kongreya damezirandina PKK’ê kiribû, diyar kir ku bi kongreya ewil re gelê Kurd şiyar bû û bi kongreya dawî re dê bi xwe re aştiyê bîne û got: “Ez dixwazim Serok Apo dîsa li vir, li mala me, li Deşta Fîsê bibe mêvanê me.” 

PKK’ê di 27’ê Mijdara 1978’an de li gundê Fîsê yê navçeya Lice ya Amedê kongreya xwe ya damezirandinê li dar xist. Kongre, bi serokatiya Abdullah Ocalan û bi beşdariya 22 kesan hate lidarxistin. Bername, rêzikname û manîfestoya PKK’ê ku ji hêla Abdullah Ocalan ve hatibû amadekirin, hate qebûlkirin. Kongre, li mala malbata Zugurlî hate lidarxistin. Ji endamên malbata Zugurliyê Îffet Zugurlî ku dema kongreya damezirandinê hatî lidarxistin 19 salî bû, diyar kir ku Abdullah Ocalan bi kongreya ewil re gelê Kurd şiyar kir. Îffet Zugurlî niha 72 salî ye û got: “Ez gelek keyfxweş im ku me malovaniya kongreya ewil kir. Ez bi vê serbilind im. Ji ber vê yekê xwe gelek bişens dibînim. Tevahiya Kurdan ji ber ku xwedî rêberekî wiha ne gelek bişens in. Lê ez xwe bêhtir bişens dibînim. Ji ber ku ev tevger li mala me hate avakirin û min Serok û hevalên wî yên kongreyê dît. Lewma ez gelek bişenstir im. Belkî gelek kesan dixwestin li şûna min bûna. Lê ev şeref bû nesîbê me. Ev ji bo me serbilindî ye.” 
 
'ME SILAVA WÎ GIRT’
 
Di berdewamê de Îffet Zugurlî bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina 31’ê Adarê de bi rêya Wekîlê DEM Partiyê Omer Ocalan ji wan re silav şandiye û ev tişt anî ziman: “Silava wî li ser serê me û her du çavên me be. Li hemberî silaveke Serokatiyê em hezar caran wî silav dikin. Bi rêya we em jî hezar silavan ji wî re dişînin.” 
 
'KONGREYA EWIL GELÊ KURD ŞIYAR KIR’ 
 
Îffet Zugurlî, da zanîn ku bi kongreya ewil a PKK’ê re gelê Kurd şiyar bûye û wiha pê de çû: “Gelê Kurd dîroka xwe nas kir. Bi kongreya ewil re Serok Apo gelê Kurd şiyar kir. Dê Kurd tune bûbûna. Lê Serok bi kongreya ewil re rê li ber vê girt. Gelê Kurd hejand û anî ser hemdê xwe. Niha bi milyonan kes li ser pêya ne. Çawa ku Serok bi kongreya ewil re gelê Kurd anîbe ser hemdê xwe, bi kongreya dawî re jî dê ji me re aştiyê bîne. Em heta dawiyê ji vê bawerin. Divê em Kurd tevek li dora Serok Apo bicivin. Ew dê dîsa ji bo me tişta herî baş bike. Dê aştiyê ji hemû dayikan re bîne.” 
 
‘DIVÊ EV MAL BIBE MUZE’
 
Îffet Zugurlî, destnîşan kir ku Abdullah Ocalan bi sala ye li zindanê ji bo gelê Kurd li ber xwe dide. Îffet Zugurlî, ji bo “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan jî ev tişt anî ziman: “Heke ne ji bo aştî û gelan bûya, dê ev bang nekira. Em ji wî bawerin. Em bi wî hene û dê bi wî hebin. Dixwazim vê bibêjim; beriya bimirim tekane daxwaza min ew e ku cenazeyê kurê xwe Hamdullah Zugurlî ku tê gotin di nav 267 kesên li Goristana Xerzanê hatine veşartin de ye bibînim û cara dawî Serok Apo bibînim. Dixwazim Serokj Apo careke din li vir, li mala me li Deşta Fîsê bibe mêvanê me. Dixwazim avahiya ku PKK lê hatiye avakirin bibe muze. Bila ev ruh bi salan bijî û her kes vê derê bizane. Ji bo vê jî bila ev mal bibe muze. Di demekî nêz de ez ê ji Serok Apo re nameyê binivîsim. Ez ê silava wî bêbesiv nehêlim.” 
 
MA / Mujdat Can

Sernavên din

19/05/2025
11:53 Arinç: Mafê hêviyê mafekî girîng e
11:31 Hevdîtina Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Babacan dest pê kir
11:27 Derwêşên ku mifteya çiyayan dîtin, bûn Kurdistan
10:18 Kesên tev li bîranîna Kaytan û Altûn bûn: Dema avakirina aştiya civakî ye
09:45 Sebahat Tuncel: Têkoşîn neqediya, rêbaza wê guherî
09:04 'Kaytan û Altûn dê dilê milyonan de bijîn’
09:04 'Aştiyeke birûmet bi edaleteke rast pêkan e’
09:03 Rojnameger Baydar: Gavên divê bên avêtin hewceye dewlet biavêje
09:02 'Divê tevgereke jinan a enternasyonalîst bê avakirin’
09:00 Hinek xanî bi bîr û berxwedanê tên avakirin
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2025'AN
18/05/2025
20:18 Ji Abdullah Ocalan peyam: Pêdivî bi peymaneke nû heye
19:03 Ji Bahçelî nexşerê: Bila komîsyoneke ji 100 kesan pêk tê were avakirin
17:23 Îsraîlê li dijî Xezeyê êrişeke mezin da destpêkirin
17:14 Li Tekîrdagê komeleya zimanê Kurdî hate vekirin
16:45 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:04 Di bahoza li DYA’yê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:36 Kaytan û Altûn li Qada Şêx Seîd ji hêla bi hezaran ve hatin bibîranîn
14:51 Birayê Denîz Poyraz hate berdan
14:45 Girseya ji Mêrdînê hatî ber bi Qada Şêx Seîd ve meş li dar xist
14:40 Hevalê qawîşê yê Riza Altûn jî di bîranînê de ye: Em ê xwedî li bîranîna wan derkevin
14:22 Jinan beriya bîranînê meş li dar xistin: Dê têkoşîna me de bijîn
13:54 Ji bo bîranînê li Amedê ne: Divê Ocalan azad bibe
13:52 Di Lijneya Giştî ya Şaxa ÎHD’a Amedê de banga ‘gavan biavêjin’ li dewletê hat kirin
12:52 Di Sempozyuma Zimanê Kurdî de siyaset hate rexnekirin
12:41 Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
12:18 DEM Partî: Kesên me di Gulanê de winda kirin rêya me ronî dikin
12:17 Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn bi rê ketin
10:56 Kesên li Dêrsimê tev li bîranînê bûn: Aştî yekalî nabe
10:42 Çanakkale bi pileya 4.4’ê hejiya
10:41 Xwişkên Mazlum Dogan: Ya dikeve ser milê me ew e ku em di rêya wan de bimeşin
10:07 Li girtîgehên herêma Akdenizê 80 girtiyên nexweş hene
09:54 Ji Îzmîrê ber bi Enqereyê ve têkoşîna kedê
09:54 ‘Em ê têkoşîna Kaytan û Altûn bidomînin’
09:28 Dîmenên îşkenceya li bin çavan 5 sal in nehatiye lêkolînkirin
09:28 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:02 Rewşa girtiya nexweş a 76 salî roj bi roj girantir dibe
09:02 Salên Altûn ên li Dîlokê: Tovê azadiyê reşand
09:01 Xelkê Cizîrê piştgiriyê dide pêvajoyê: Divê dewlet gavên hewce biavêje
09:00 ROJEVA 18’Ê GULANA 2025’AN
17/05/2025
17:14 Rola çapemenî û weşangeriya Kurdî ya li ser perwerdehiyê hate nîqaşkirin
17:12 Kaytan û Altûn sibê li Amedê tên bibîranîn
17:11 Ji şardariyê daxuyaniya li ser beytan
16:09 Mihrîcana Fîlman a Uçan Supurge destpê dike
16:07 Ji bo girtiyên nexweş Avci û Balataci bangewazî
16:04 ‘Sempozyûma Zimanê Kurdî' dest pê kir: Mirov bi zimanê xwe mirov e
15:44 Xizmên windayan li 4 bajaran pirsîn: Hezkiriyên me li ku ne?
15:24 Daxuyaniya hevpar a 255 saziyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:47 Bakirhan: Ji bo aştiya civakî divê rûbirûbûn pêk were
Buldan: Heke winda neyên dîtin aştî nîvco dimîne
14:45 Li Dêrsimê berxwedan bi ser ket: Girse dimeşe navendê
14:33 Daxwaza komisyona heqîqetê ji bo kesên hatine windakirin
14:21 Cemîl Bayik: Em paradîgmayeke nû bi pêş dixin
13:57 TJA: Em aktorên pêvajoyê ne
13:46 Li Dêrsimê Kaytan û Altûn ji aliyê hezaran ve hatin bîranîn
13:39 Behsa birayê xwe ku jê re digot ‘Heval’ kir: Bi xwedî derketina pêvajoyê em dikarin nirxên wan biparêzin”
13:37 Mafê tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin
13:36 Li Mexmûrê çalakiya li hember ambargoyê didome
12:03 JI Dayikên Şemiyê banga heqîqet û rûbirûbûnê
11:39 Hevalê Çaran yê heman qawîşê: Hewldanên wan vala neçûn
10:48 Ji Hakî Karer hîn bû ku Kurd e
10:10 Serokê Giştî yê EHP’ê: Armanca PKK'ê ya sosyalîzmê girîng e
09:39 Ji bo 6 kesan doza ‘Newrozê’ hate vekirin
09:33 Viyan Tekçe: Em ê mafê xwe biparêzin
09:18 Ji bo bibîranîna li Qada Şêx Seîd bangewazî
09:03 ‘PKK peywira xwe anî cih niha dora dewletê ye’
09:02 Raportor Amor: Biryara PKK'ê hêvî dide mirov divê firsend neyê xerckirin
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2025'AN
16/05/2025
17:33 Di doza ‘azardana zarokan’ de 82 sal cezayê hefsê hat dayin
16:32 Li Licê hestiyên ku tê texmînkirin aîdî mirovan e hatin dîtin
15:52 Civînên jinan ên DEM Partiyê dewam dikin
15:28 Wêneyê Abdullah Ocalan ê 42 sal berê hat weşandin
15:26 Rêveberê KURDÎ-DER'ê yê Geverê serbest hat berdan
14:35 Dosyaya Ozbahçecî ku polîsan kuştibû şandin krîmînala cendirmeyan
13:30 Der heqê rojnameger Boltan de lêpirsîn hate destpêkirin
13:20 Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang hate kirin
13:19 Pirtûka Gurbetellî Ersoz wergerandin zimanê Yewnanî
13:19 Cezayê polîsê Berkîn Elvan qetil kiribû hate erêkirin
13:05 Kongreya NADA’yê di roja 2’yan de bi komxebatan dest pê kir
12:02 Cîvaknas Kuçukaydin: Gaveke nû hate avêtin, guherîn dê hinek biêş be
11:44 Kaytan û Altûn li Wanê hatin bibîranîn: Tu caran serî netewandin
11:27 'Ev pêvajo mîrateya Çaran e'
10:58 Li Colemêrgê nexweşiya tevekê hat tespîtkirin
10:51 Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
10:48 Mêşvanan berê xwe dan zozanan
10:24 Sabrî Ok: Ji xwe û bi Rêber Apo bawer bin
Besta Botan: Têkoşîna li ser zemîna siyaseta demokratîk dest pê dike
10:03 Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang: Divê her kes xwedî li zarokên xwe derkeve
10:02 Serlêdana emniyetê ya ji bo 'guhertina îmarê' hat redkirin
10:02 Riza Altûn vegot: Baş birêxistin dikir û mamosteyekî zîrek bû
09:27 Li Şirnexê ji ber hişkesaliyê 300 hezar donimên dexl û danê hişk bûn
09:17 Ji bo vegotina ‘pêvajoyê’ li 12 tax û 72 gundan çûn serdana 5 hezar malbatan
09:03 Komeleyên herêmê: Divê em beşdarî pêvajoyê bibin
09:01 Parêzer Zeynep Karayilan: Dê çareserî di şexsê Abdullah Ocalan de pêk bê
09:00 ROJEVA 16’Ê GULANA 2025’AN
08:43 Dayika girtiyê nexweş di qezayê de jiyana xwe ji dest da
08:39 Li Mêrdînê jinekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
15/05/2025
21:23 Cejna Zimanê Kurdî li gelek bajaran hat pîrozkirin: Statuya Kurdî nas bikin
17:04 ‘Em ê xeyalên Altûn û Kaytan pêk bînin’
16:40 Li Konyayê bi pileya 5.2’yê erdhej çêbû
16:32 Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn a li Amedê bang hate kirin
16:28 Rojnameger Furkan Karabay hate girtin