Endamê Koma Aştiyê Tunç: Divê mercên xebatê yên Abdullah Ocalan bên avakirin

  • rojane
  • 12:16 15 Gulan 2025
  • |
img
AMED - Endamê “Koma Aştî û Çareseriya Demokratîk” Mehmet Şîrîn Tunç, diyar kir ku biryarên PKK’ê biryarên dîrokî ne û got: “Divê zemîneke ku Ocalan bikare bi rehetî bixebite bê avakirin. Nêzikatiyeke bi vî rengî dê bike ku aştî xurtir bibe.” 
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir. PKK’ê jî di 5-7’ê Gulanê de 12’emîn Kongreya xwe li dar xist û ragihand ku xebatên xwe bi dawî kiriye. 
 
Endamê “Koma Aştî û Çareseriya Demokratîk” Mehmet Şîrîn Tunç ku di çarçoveya banga Abdullah Ocalan a “Piştevaniya bo Komara Demokratîk û inyeta baş” ya 22’yê Îlona 1999’an de di 1’ê Cotmeha 1999’an de hatibû Tirkiyeyê, têkildarî biryarên kongreyê axivî.  Tunç ku tevî 7 hevalên xwe hatibû navçeya Şemzînan a Colemêrgê û di 2’yê Cotmeha 1999’an de hate girtin, şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê. Tunç, ji roja hatiye Tirkiyeyê heta niha jî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di qada siyaseta demokratîk de dixebite. 
 
TIŞTÊN DI 1999’AN DE HATINE JIYÎN  
 
Tunç, da zanîn ku dema hatin Tirkiyeyê jî pêvajoyeke ji provakasyonan re vekirî hebû û got: “Ew serdem, serdemeke zehmet bû. Bi nameya çar endamên Konseya Serokatiyê em hatin. Hatina me weke ‘teslîmbûnê’ nîşan didan. Ji berê ve hatibû hesabkirin ku dê wisa bibêjin. Lê armanca esasî ji bo xebatên aştiyane û pêkvejiyana gelên Tirk-Kurd bû. Wê demê li dijî gelên Kurd û Tirk komployeke navneteweyî dihat amadekirin û birêz Ocalan jî hewl dide vala derxîne. Lewma gavekî wiha avêt. Di 29’ê Cotmeha 1999’an de jî komeke hevalên me yên Ewropayê hatibûn. Di encama darizandinên li DGM’an di navbera 15 û 22,5 sal ceza dan hin hevalên me. Piştre tehliye bûn.” 
 
‘OCALAN HER TIM J BO AŞTIYÊ HEWL DA’
 
Tunç, diyar kir ku Abdullah Ocalan her tim tenê li ser aştî û xwişk-biratiyê fikirî û ev tişt anî ziman: “Ji bo aştiya li vê xakê pir têkoşiya. Digot ‘Ez muxatab nabînim.’ Lê bi tu awayî nedît. Her tim çareseriyeke aştiyane esas girt. Lê derfet jê re nehatin avakirin û li ser bingehê înkar û îmhayê nêz bûn. Li Girava Îmraliyê pêvajoyeke nû hate destpêkirin. Ya di çarçoveya pergala demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê de. Ev pergal ne tenê ji bo Tirkiye û Kurdistanê ye, ji bo hemû Rojhilata Navîn e. Ji bo vê gelek hewl da. Armanca birêz Ocalan, aştî bû. Li gorî tespîta ‘têkoşîna aştiyê ji şer zehmettir e’ tevgeriya. Navê koma me jî ‘Koma Aştî û Demokrasiyê’ bû. Birêz Ocalan bi banga 27’ê Sibatê re kûrkirina têkoşînê esas girt.” 
 
‘BERPIRSYARTIYÊN HER KESÎ HENE’
 
Tunç, got ku PKK ji her alî ve bi Abdullah Ocalan re dilsoz e û wiha pê de çû: “Kadroyên pêşeng ên PKK’ê li her gotina birêz Ocalan guhdarî dikin. Agirbest jî di vê çarçoveyê de hate ragihanidn. Di 5-7’ê Gulanê de jî kongre kirin. Li vir tişta girîng ev e; gaveke dîrokî ya hatiye avêtin heye. Divê her kes vê gavê silav bike. Ji ber ku ji bo pêşxistina aştiyê divê her kes berpirsyartiya xwe bicih bîne. Erk û berpirsyartiyên dewletê jî hene û divê pêk bîne.” 
 
DESTÛRA BINGEHÎN A 1921’Ê 
 
Tunç, got ku divê Destûra Bingehîn a 1921’ê bê nûkirin û ev nirxandin kir: “Di vê qanûnê de xala ‘Welat, welatê hevpar ê Kurd û Tirkan e. Kurd, hêmayên sereke yên komarê ne.’ heye. Divê her kes di vê pêvajoyê de zimanê aştiyê bi kar bîne. Rantxwirên şer her tim vî zimanî bi kar tînin. Lê bi taybet jî muxatab divê di vê mijarê de hesas bin. Ziman girîng e. Ya girîng, parastina ruhê aştiyê ye.” 
 
‘ÎNKARKIRIN DÊ ZIRARÊ BIDE PÊVAJOYÊ’
 
Tunç, bal kişand ser Destûra Bingehîn a 1924’an ku PKK’ê bal kişandibû ser û got: “Di vê destûrê de hebûna gelê Kurd bi temamî hate redkirin. Lewma hewceye her kes di vê mijarê de destê xwe deyne bin kevir. Birêz Ocalan dê ji bo aştiyê hemû rêyên çareseriyê bi kar bîne. Sekna birêz Ocalan zelal e. Divê dewlet di vê mijarê de xwedî seknekî rast be. Her çend daxuyanî erênî bin jî hinek jî gelê Kurd diêşinînin. Divê rast nêz bibin.” 
 
‘DIVÊ MERCÊN OCALAN BÊN BAŞKIRIN’
 
Tunç, anî ziman ku divê tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan bi temamî bê rakirin û wiha pê de çû: “Divê zemîneke ku birêz Ocalan bikare bi rehetî bixebite bê avakirin. Nêzikatiyeke bi vî rengî dê pêşiya aştiyê jî veke û mayinde bike. Hewceye pêvajoya qanûnî were temamkirin. Ji bo her tişt pratîk bibe divê statûyeke makezagonî derkeve holê. Di vê mijarê de divê ziman, çand û mafên Kurdan bên misogerkirin. Çend gavên di vê mijarê dê ji bo her kesî baş bibe.” 
 
‘NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ MECLIS E’
 
Tunç, daxuyand ku di serî de muxalefet divê her kes rast nêzî pêvajoyê bibe û axaftina xwe wiha qedand: “Navnîşana çareseriyê, meclis e. Di Destûra Bingehîn a 1924’an de hebûna Kurdan hate redkirin lê hewceye di vê salê de Meclis hebûna Kurdan qebûl bike. Ruhê aştiyê, bi qebûlkirina hebûna hemû gelan dibe. Hewceye dewlet û hikûmet di mijdara destûra bingehîn de gavan biavêje. Divê mafên Kurdan xwedî statuyeke makezagonî bin. Nexwe dê kêm bimînin. Niha fikarên gel hene. Dê van gumana çawa ji holê rakin? Bi gavên pratîkî ve. Bi guherînên hiqûqî re.” 
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

19/05/2025
11:53 Arinç: Mafê hêviyê mafekî girîng e
11:31 Hevdîtina Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Babacan dest pê kir
11:27 Derwêşên ku mifteya çiyayan dîtin, bûn Kurdistan
10:18 Kesên tev li bîranîna Kaytan û Altûn bûn: Dema avakirina aştiya civakî ye
09:45 Sebahat Tuncel: Têkoşîn neqediya, rêbaza wê guherî
09:04 'Kaytan û Altûn dê dilê milyonan de bijîn’
09:04 'Aştiyeke birûmet bi edaleteke rast pêkan e’
09:03 Rojnameger Baydar: Gavên divê bên avêtin hewceye dewlet biavêje
09:02 'Divê tevgereke jinan a enternasyonalîst bê avakirin’
09:00 Hinek xanî bi bîr û berxwedanê tên avakirin
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2025'AN
18/05/2025
20:18 Ji Abdullah Ocalan peyam: Pêdivî bi peymaneke nû heye
19:03 Ji Bahçelî nexşerê: Bila komîsyoneke ji 100 kesan pêk tê were avakirin
17:23 Îsraîlê li dijî Xezeyê êrişeke mezin da destpêkirin
17:14 Li Tekîrdagê komeleya zimanê Kurdî hate vekirin
16:45 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:04 Di bahoza li DYA’yê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:36 Kaytan û Altûn li Qada Şêx Seîd ji hêla bi hezaran ve hatin bibîranîn
14:51 Birayê Denîz Poyraz hate berdan
14:45 Girseya ji Mêrdînê hatî ber bi Qada Şêx Seîd ve meş li dar xist
14:40 Hevalê qawîşê yê Riza Altûn jî di bîranînê de ye: Em ê xwedî li bîranîna wan derkevin
14:22 Jinan beriya bîranînê meş li dar xistin: Dê têkoşîna me de bijîn
13:54 Ji bo bîranînê li Amedê ne: Divê Ocalan azad bibe
13:52 Di Lijneya Giştî ya Şaxa ÎHD’a Amedê de banga ‘gavan biavêjin’ li dewletê hat kirin
12:52 Di Sempozyuma Zimanê Kurdî de siyaset hate rexnekirin
12:41 Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
12:18 DEM Partî: Kesên me di Gulanê de winda kirin rêya me ronî dikin
12:17 Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn bi rê ketin
10:56 Kesên li Dêrsimê tev li bîranînê bûn: Aştî yekalî nabe
10:42 Çanakkale bi pileya 4.4’ê hejiya
10:41 Xwişkên Mazlum Dogan: Ya dikeve ser milê me ew e ku em di rêya wan de bimeşin
10:07 Li girtîgehên herêma Akdenizê 80 girtiyên nexweş hene
09:54 Ji Îzmîrê ber bi Enqereyê ve têkoşîna kedê
09:54 ‘Em ê têkoşîna Kaytan û Altûn bidomînin’
09:28 Dîmenên îşkenceya li bin çavan 5 sal in nehatiye lêkolînkirin
09:28 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:02 Rewşa girtiya nexweş a 76 salî roj bi roj girantir dibe
09:02 Salên Altûn ên li Dîlokê: Tovê azadiyê reşand
09:01 Xelkê Cizîrê piştgiriyê dide pêvajoyê: Divê dewlet gavên hewce biavêje
09:00 ROJEVA 18’Ê GULANA 2025’AN
17/05/2025
17:14 Rola çapemenî û weşangeriya Kurdî ya li ser perwerdehiyê hate nîqaşkirin
17:12 Kaytan û Altûn sibê li Amedê tên bibîranîn
17:11 Ji şardariyê daxuyaniya li ser beytan
16:09 Mihrîcana Fîlman a Uçan Supurge destpê dike
16:07 Ji bo girtiyên nexweş Avci û Balataci bangewazî
16:04 ‘Sempozyûma Zimanê Kurdî' dest pê kir: Mirov bi zimanê xwe mirov e
15:44 Xizmên windayan li 4 bajaran pirsîn: Hezkiriyên me li ku ne?
15:24 Daxuyaniya hevpar a 255 saziyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:47 Bakirhan: Ji bo aştiya civakî divê rûbirûbûn pêk were
Buldan: Heke winda neyên dîtin aştî nîvco dimîne
14:45 Li Dêrsimê berxwedan bi ser ket: Girse dimeşe navendê
14:33 Daxwaza komisyona heqîqetê ji bo kesên hatine windakirin
14:21 Cemîl Bayik: Em paradîgmayeke nû bi pêş dixin
13:57 TJA: Em aktorên pêvajoyê ne
13:46 Li Dêrsimê Kaytan û Altûn ji aliyê hezaran ve hatin bîranîn
13:39 Behsa birayê xwe ku jê re digot ‘Heval’ kir: Bi xwedî derketina pêvajoyê em dikarin nirxên wan biparêzin”
13:37 Mafê tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin
13:36 Li Mexmûrê çalakiya li hember ambargoyê didome
12:03 JI Dayikên Şemiyê banga heqîqet û rûbirûbûnê
11:39 Hevalê Çaran yê heman qawîşê: Hewldanên wan vala neçûn
10:48 Ji Hakî Karer hîn bû ku Kurd e
10:10 Serokê Giştî yê EHP’ê: Armanca PKK'ê ya sosyalîzmê girîng e
09:39 Ji bo 6 kesan doza ‘Newrozê’ hate vekirin
09:33 Viyan Tekçe: Em ê mafê xwe biparêzin
09:18 Ji bo bibîranîna li Qada Şêx Seîd bangewazî
09:03 ‘PKK peywira xwe anî cih niha dora dewletê ye’
09:02 Raportor Amor: Biryara PKK'ê hêvî dide mirov divê firsend neyê xerckirin
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2025'AN
16/05/2025
17:33 Di doza ‘azardana zarokan’ de 82 sal cezayê hefsê hat dayin
16:32 Li Licê hestiyên ku tê texmînkirin aîdî mirovan e hatin dîtin
15:52 Civînên jinan ên DEM Partiyê dewam dikin
15:28 Wêneyê Abdullah Ocalan ê 42 sal berê hat weşandin
15:26 Rêveberê KURDÎ-DER'ê yê Geverê serbest hat berdan
14:35 Dosyaya Ozbahçecî ku polîsan kuştibû şandin krîmînala cendirmeyan
13:30 Der heqê rojnameger Boltan de lêpirsîn hate destpêkirin
13:20 Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang hate kirin
13:19 Pirtûka Gurbetellî Ersoz wergerandin zimanê Yewnanî
13:19 Cezayê polîsê Berkîn Elvan qetil kiribû hate erêkirin
13:05 Kongreya NADA’yê di roja 2’yan de bi komxebatan dest pê kir
12:02 Cîvaknas Kuçukaydin: Gaveke nû hate avêtin, guherîn dê hinek biêş be
11:44 Kaytan û Altûn li Wanê hatin bibîranîn: Tu caran serî netewandin
11:27 'Ev pêvajo mîrateya Çaran e'
10:58 Li Colemêrgê nexweşiya tevekê hat tespîtkirin
10:51 Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
10:48 Mêşvanan berê xwe dan zozanan
10:24 Sabrî Ok: Ji xwe û bi Rêber Apo bawer bin
Besta Botan: Têkoşîna li ser zemîna siyaseta demokratîk dest pê dike
10:03 Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang: Divê her kes xwedî li zarokên xwe derkeve
10:02 Serlêdana emniyetê ya ji bo 'guhertina îmarê' hat redkirin
10:02 Riza Altûn vegot: Baş birêxistin dikir û mamosteyekî zîrek bû
09:27 Li Şirnexê ji ber hişkesaliyê 300 hezar donimên dexl û danê hişk bûn
09:17 Ji bo vegotina ‘pêvajoyê’ li 12 tax û 72 gundan çûn serdana 5 hezar malbatan
09:03 Komeleyên herêmê: Divê em beşdarî pêvajoyê bibin
09:01 Parêzer Zeynep Karayilan: Dê çareserî di şexsê Abdullah Ocalan de pêk bê
09:00 ROJEVA 16’Ê GULANA 2025’AN
08:43 Dayika girtiyê nexweş di qezayê de jiyana xwe ji dest da
08:39 Li Mêrdînê jinekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
15/05/2025
21:23 Cejna Zimanê Kurdî li gelek bajaran hat pîrozkirin: Statuya Kurdî nas bikin
17:04 ‘Em ê xeyalên Altûn û Kaytan pêk bînin’
16:40 Li Konyayê bi pileya 5.2’yê erdhej çêbû
16:32 Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn a li Amedê bang hate kirin
16:28 Rojnameger Furkan Karabay hate girtin