Hevalê Çaran yê heman qawîşê: Hewldanên wan vala neçûn

  • rojane
  • 11:39 17 Gulan 2025
  • |

MÊRDÎN – Hevalê Çaran ê heman kawûşê Ferhan Turk diyar kir ku çalakiya wan bandoreke mezin li Kurdan kir û wiha got: “Eger ew heval îro li me temaşe dikin, wê bêjin ku fedakarî û hewldanên wan vala neçûne.”

Di dema Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê de Girtîgeha Hejmar 5 ya Amedê bi îşkence, kuştin û darvekirinan bû rojev. Di 17’ê Gulana 1982’an de Çaran ango; Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn û Necmî Oner li Girtîgeha Amedê bedena xwe dan ber agir û 43 sal ser çalakiya wan re derbas bû. 
 
Şeva 17’ê Gulanê li ser niftikan navê xwe nivîsandin û piştre bedenen xwe dan ber agir û ji hevalên xwe yên xwestin agir vemirîn re gotin; ‘Agir gur bikin, kesên bi avê bitefînin îxanetkar in’. Li pişt xwe nivîsek hiştin û gotin; “Divê teqez ev çalakî ji gel re were vegotin. Ev berdewama çalakiya heval Mazlûm e. Em şopdarên Mazlûm in, divê çalakiya me baş bê fêmkirin. Ev çalaki li hemberî îxanet, teslimiyet û zextan e.”
 
Sîyasetmedar Ferhan Turk ku li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê li gel Çaran girtî mabû, çalakiya Çaran û geşedanên piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand.
 
WÎ PÊŞENGÎ JI TÊKOŞÎNÊ RE KIR 
 
Turk diyar kir ku beriya were girtin jî Ferhat Kûrtay nas dikir ji ber ku wê demê rêveberê Daîreya Elektrîkê ya Tirk (TEK) bû û Kûrtay weke 'şexsekî bêqisûr' pênase kir. Turk wiha axivî: "Ferhat biçûya ku derê bi nêzîkatî û helwesta xwe kes li dora xwe kom dikir. Em jî bi siyasetê re eleqedar bûn, lê ji ber bavê me û melayên dihatin gundê me, em nêzî PDK'ê bûn. Piştre em rastî Apociyan hatin. Nêzîkatî û tevgera wan her kes li dora xwe civand. Ji bo pêşerojê bawermend xuya dikirin û bi baweriya ku dikarin pêşengtiyê bikin di dilê her kesî de cih girtin. Ez jî yek ji wan kesan bûm ku ji vê bawer dikir." Turk, da zanîn ku piştî 3 hevalên wan û 3 leşker di pevçûna gundê wan de jiyana xwe ji dest dan bi komekê re hatin binçavkirin û anî ziman ku ew li banliyoya leşkeriyê hatine bicihkirin û hevalê wî ji ber derbên lê ketine jiyana xwe ji dest daye
 
ŞEVA ÇALAKIYÊ 
 
Turk anî ziman ku ew yekemcar bi kadroyên pêşeng ên PKK'ê Hayrî Dûrmûş û Mazlûm Dogan re li hucreyê hatine bicihkirin û got, "Hayrî di heman demê de mirovekî nazik ê mîna Ferhat bû. Hayrî jî ji min hez dikir. Piştre em bi hev re şandin Bloka 5’emîn. Dema em li girtîgehê bûn, darbeyeke leşkerî rû da. Di destpêkê de ti zext nebûn, lê piştre zextan dest pê kirin û Hayrî Dûrmûş û Mazlûm Dogan birin cihekî din. Bi Ferhat Kûrtay re em xistin hucreyê. Esat Oktay hatibû. Li her dere êdî teror dihat meşandin. Meşa wan jî teror bû, bangên wan, axaftinên wan jî teror bû. Xwe weke ' Xwedê ' îlan kir. Kesî nas nedikir. Her tişt di destê wî de bû. Bi qasî ku ji dest me dihat me li ber xwe dida. Piştî ku Ferhat çû dadgehê şehadeta Mazlûm Dogan bihîst. Dema hat digot pêwîst e çalakiyek bê kirin. Lê me qet texmîn nekir ku wê çalakiyeke bi vî rengî bikin. Ferhat beriya çalakiyê pirsa 'Bersiveke bi çi rengî dikare bê dayîn?' Min jê re got ku ji bilî komkirina nivînên ranzeyê li qawîşê, agir pêxistin û yek bi yek xwe avêtina nava wan, ti vebijêrkên me yên din tinebûn. Ya rast, rêyeke din a berxwedanê tinebû. Wê êvarê me kom kir û got pêwîst e em ji hev hez bikin, zext heta hetayê nedomin û em piştgiriya hev bikin. Lê qet negotin ku wê çalakiyeke bi vî rengî pêk bînin.”
 
'TARÎTÎ RONÎ KIRIN' 
 
Turk anî ziman ku gelek kesan peyamek ji çalakiya Mazlûm Dogan wergirtine û got, "Divê rêyek bihata vekirin. Çaran jî ew rê vekir. Wan rê bi rê ve birin. Çawa ku Mazlûm Dogan bi sê niftikan rê vekir, çalakiya wan jî tarîtiya li ser Kurdan ronî kir. Her çend berê qedexe bû jî em li hev civiyan û nêzî du saetan em axivîn. Dema em serê sibê hişyar bûn, agir û dûman her tişt dorpêç kiribû. Mîna cihê qiyametê bû. Pace dişikestin, dirûşme dihatin berzkirin. Dema ku zilm hebe, bêguman wê li dijî wê berxwedan jî hebe. Her wiha di nava pêvçûnan de dirûşme berz dikirin. Çar kesan di heman demê de xwe dan ber agir. Çar kes tên cem hev, destê hev digirin û ji bo biryareke bi vî rengî bidin, bi baweriyeke mezin rûnên. Mirov tenê dikare heyranî wan kesan be ku di serdemeke wiha de çalakiyeke wiha pêk anîn. Bi rastî jî çalakiya wan ronîbûneke mezin bi xwe re anî. Dema mirovên bi vî rengî derdikevin holê, mirov cesaretê jî bi dest dixin."
 
'BERDÊL VALA NEHATIN DAYÎN' 
 
Turk destnîşan kir ku tişta PKK mezin kir û anî vê noqteyê ne tenê fedekariyên di serî de berxwedana Girtîgeha Amedê ya hejmar 5 e û wiha berdewam kir: "Ew berxwedan bû mînakek mezin. Bawerî dida mirovan. Di nuqteya em gihaştine roja îro de, dema dewlet dibêje, 'îro diqede, sibe diqede', 50 sal derbas bûn. Kir ku hebûna Kurdan bê qebûlkirin. Ne qediya ye û îro jî Serok Ocalan bersiv da banga Devlet Bahçelî. Eger di sala 1993'an de dema ji bo aştiyê gav bihata avêtin bersiv bihata dayîn, ewqas xwîn nedihat rijandin. PKK'ê îro tişta ku dikeve ser milê xwe kiriye. PKK'ê kongreya xwe di nava şert û mercên zehmet de pêk anî. Diviyabû dewletê di rastiyê de gavên ji bo hêsankirina vê biavêta, pêwîstî pê hebû ku hembêza xwe veke. Tevî zor û zehmetiyan jî kongre pêk hat, biryar hatin girtin û banga Rêbertî hat heskirin. Her kesî giraniya Serok careke din dît. Nîşan da ku teslîmiyet nîne û em dikarin di nava biratî û aştiyê de li hev bicivin. Eger ew heval îro li me temaşe dikin, wê bêjin ku fedakarî û hewldanên wan vala neçûne. Dibînin ku yên mîrateya xwe hildigirin hene."
 
 
 MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

19/05/2025
11:53 Arinç: Mafê hêviyê mafekî girîng e
11:31 Hevdîtina Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Babacan dest pê kir
11:27 Derwêşên ku mifteya çiyayan dîtin, bûn Kurdistan
10:18 Kesên tev li bîranîna Kaytan û Altûn bûn: Dema avakirina aştiya civakî ye
09:45 Sebahat Tuncel: Têkoşîn neqediya, rêbaza wê guherî
09:04 'Kaytan û Altûn dê dilê milyonan de bijîn’
09:04 'Aştiyeke birûmet bi edaleteke rast pêkan e’
09:03 Rojnameger Baydar: Gavên divê bên avêtin hewceye dewlet biavêje
09:02 'Divê tevgereke jinan a enternasyonalîst bê avakirin’
09:00 Hinek xanî bi bîr û berxwedanê tên avakirin
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2025'AN
18/05/2025
20:18 Ji Abdullah Ocalan peyam: Pêdivî bi peymaneke nû heye
19:03 Ji Bahçelî nexşerê: Bila komîsyoneke ji 100 kesan pêk tê were avakirin
17:23 Îsraîlê li dijî Xezeyê êrişeke mezin da destpêkirin
17:14 Li Tekîrdagê komeleya zimanê Kurdî hate vekirin
16:45 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:04 Di bahoza li DYA’yê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:36 Kaytan û Altûn li Qada Şêx Seîd ji hêla bi hezaran ve hatin bibîranîn
14:51 Birayê Denîz Poyraz hate berdan
14:45 Girseya ji Mêrdînê hatî ber bi Qada Şêx Seîd ve meş li dar xist
14:40 Hevalê qawîşê yê Riza Altûn jî di bîranînê de ye: Em ê xwedî li bîranîna wan derkevin
14:22 Jinan beriya bîranînê meş li dar xistin: Dê têkoşîna me de bijîn
13:54 Ji bo bîranînê li Amedê ne: Divê Ocalan azad bibe
13:52 Di Lijneya Giştî ya Şaxa ÎHD’a Amedê de banga ‘gavan biavêjin’ li dewletê hat kirin
12:52 Di Sempozyuma Zimanê Kurdî de siyaset hate rexnekirin
12:41 Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
12:18 DEM Partî: Kesên me di Gulanê de winda kirin rêya me ronî dikin
12:17 Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn bi rê ketin
10:56 Kesên li Dêrsimê tev li bîranînê bûn: Aştî yekalî nabe
10:42 Çanakkale bi pileya 4.4’ê hejiya
10:41 Xwişkên Mazlum Dogan: Ya dikeve ser milê me ew e ku em di rêya wan de bimeşin
10:07 Li girtîgehên herêma Akdenizê 80 girtiyên nexweş hene
09:54 Ji Îzmîrê ber bi Enqereyê ve têkoşîna kedê
09:54 ‘Em ê têkoşîna Kaytan û Altûn bidomînin’
09:28 Dîmenên îşkenceya li bin çavan 5 sal in nehatiye lêkolînkirin
09:28 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:02 Rewşa girtiya nexweş a 76 salî roj bi roj girantir dibe
09:02 Salên Altûn ên li Dîlokê: Tovê azadiyê reşand
09:01 Xelkê Cizîrê piştgiriyê dide pêvajoyê: Divê dewlet gavên hewce biavêje
09:00 ROJEVA 18’Ê GULANA 2025’AN
17/05/2025
17:14 Rola çapemenî û weşangeriya Kurdî ya li ser perwerdehiyê hate nîqaşkirin
17:12 Kaytan û Altûn sibê li Amedê tên bibîranîn
17:11 Ji şardariyê daxuyaniya li ser beytan
16:09 Mihrîcana Fîlman a Uçan Supurge destpê dike
16:07 Ji bo girtiyên nexweş Avci û Balataci bangewazî
16:04 ‘Sempozyûma Zimanê Kurdî' dest pê kir: Mirov bi zimanê xwe mirov e
15:44 Xizmên windayan li 4 bajaran pirsîn: Hezkiriyên me li ku ne?
15:24 Daxuyaniya hevpar a 255 saziyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:47 Bakirhan: Ji bo aştiya civakî divê rûbirûbûn pêk were
Buldan: Heke winda neyên dîtin aştî nîvco dimîne
14:45 Li Dêrsimê berxwedan bi ser ket: Girse dimeşe navendê
14:33 Daxwaza komisyona heqîqetê ji bo kesên hatine windakirin
14:21 Cemîl Bayik: Em paradîgmayeke nû bi pêş dixin
13:57 TJA: Em aktorên pêvajoyê ne
13:46 Li Dêrsimê Kaytan û Altûn ji aliyê hezaran ve hatin bîranîn
13:39 Behsa birayê xwe ku jê re digot ‘Heval’ kir: Bi xwedî derketina pêvajoyê em dikarin nirxên wan biparêzin”
13:37 Mafê tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin
13:36 Li Mexmûrê çalakiya li hember ambargoyê didome
12:03 JI Dayikên Şemiyê banga heqîqet û rûbirûbûnê
11:39 Hevalê Çaran yê heman qawîşê: Hewldanên wan vala neçûn
10:48 Ji Hakî Karer hîn bû ku Kurd e
10:10 Serokê Giştî yê EHP’ê: Armanca PKK'ê ya sosyalîzmê girîng e
09:39 Ji bo 6 kesan doza ‘Newrozê’ hate vekirin
09:33 Viyan Tekçe: Em ê mafê xwe biparêzin
09:18 Ji bo bibîranîna li Qada Şêx Seîd bangewazî
09:03 ‘PKK peywira xwe anî cih niha dora dewletê ye’
09:02 Raportor Amor: Biryara PKK'ê hêvî dide mirov divê firsend neyê xerckirin
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2025'AN
16/05/2025
17:33 Di doza ‘azardana zarokan’ de 82 sal cezayê hefsê hat dayin
16:32 Li Licê hestiyên ku tê texmînkirin aîdî mirovan e hatin dîtin
15:52 Civînên jinan ên DEM Partiyê dewam dikin
15:28 Wêneyê Abdullah Ocalan ê 42 sal berê hat weşandin
15:26 Rêveberê KURDÎ-DER'ê yê Geverê serbest hat berdan
14:35 Dosyaya Ozbahçecî ku polîsan kuştibû şandin krîmînala cendirmeyan
13:30 Der heqê rojnameger Boltan de lêpirsîn hate destpêkirin
13:20 Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang hate kirin
13:19 Pirtûka Gurbetellî Ersoz wergerandin zimanê Yewnanî
13:19 Cezayê polîsê Berkîn Elvan qetil kiribû hate erêkirin
13:05 Kongreya NADA’yê di roja 2’yan de bi komxebatan dest pê kir
12:02 Cîvaknas Kuçukaydin: Gaveke nû hate avêtin, guherîn dê hinek biêş be
11:44 Kaytan û Altûn li Wanê hatin bibîranîn: Tu caran serî netewandin
11:27 'Ev pêvajo mîrateya Çaran e'
10:58 Li Colemêrgê nexweşiya tevekê hat tespîtkirin
10:51 Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
10:48 Mêşvanan berê xwe dan zozanan
10:24 Sabrî Ok: Ji xwe û bi Rêber Apo bawer bin
Besta Botan: Têkoşîna li ser zemîna siyaseta demokratîk dest pê dike
10:03 Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang: Divê her kes xwedî li zarokên xwe derkeve
10:02 Serlêdana emniyetê ya ji bo 'guhertina îmarê' hat redkirin
10:02 Riza Altûn vegot: Baş birêxistin dikir û mamosteyekî zîrek bû
09:27 Li Şirnexê ji ber hişkesaliyê 300 hezar donimên dexl û danê hişk bûn
09:17 Ji bo vegotina ‘pêvajoyê’ li 12 tax û 72 gundan çûn serdana 5 hezar malbatan
09:03 Komeleyên herêmê: Divê em beşdarî pêvajoyê bibin
09:01 Parêzer Zeynep Karayilan: Dê çareserî di şexsê Abdullah Ocalan de pêk bê
09:00 ROJEVA 16’Ê GULANA 2025’AN
08:43 Dayika girtiyê nexweş di qezayê de jiyana xwe ji dest da
08:39 Li Mêrdînê jinekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
15/05/2025
21:23 Cejna Zimanê Kurdî li gelek bajaran hat pîrozkirin: Statuya Kurdî nas bikin
17:04 ‘Em ê xeyalên Altûn û Kaytan pêk bînin’
16:40 Li Konyayê bi pileya 5.2’yê erdhej çêbû
16:32 Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn a li Amedê bang hate kirin
16:28 Rojnameger Furkan Karabay hate girtin