JI Dayikên Şemiyê banga heqîqet û rûbirûbûnê

  • rojane
  • 12:03 17 Gulan 2025
  • |

STENBOL - Dayikên Şemiyê banga heqîqet û rûbirûbûnê kirin û diyar kirin ku polîtîkaya bêcezahiştinê li pêşiya aştiya civakî asteng e.

Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê çalakiya xwe ya 1051'emîn li Qada Galatasarayê li dar xistin û xwestin aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin û qetilkirin bên darizandin. Di çalakiya vê hefteyê de Hevserokê Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan, Endama Heyeta Îmrali ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan û her wiha gelek xizmên windayan û endamên partiyên siyasî amade bûn. Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya vê hefteyê bi dirûşmeya "Hefteya Windayan 17-31 Gulan" li qada kom bûn û wêneyên xizmên xwe yên di bin çavan de hatin windakirin hilgirtin.
 
Xwişka Hasan Ocak ê di binçavan de bi êşkenceyê hat qetilkirin Masîde Ocak jî diyar kir ku çanda bêcezahiştinê ya heta roja îro dewam kiriye rê li ber binpêkirinên nû vedike. Ocak diyar kir ku ev çanda bêcezahiştinê li pêşiya aştiya civakî û prensîbên dewleta hiqûqê astengiyeke mezin e û wiha got: "Îro çawa ku em dikevin Hefteya Windayan em careke din bi dengekî bilind diyar dikin ku em hezkiriyên xwe yên di binê çavan de hatine windakirin ji bîr nakin, em ê wan ji bîr nekin û dest ji lêgerîna xwe ya edaletê bernedin. Weke malbatên kesên ji aliyê rayedarên dewletê yan jî avahiyên dewletê hatine windakirin, bi salan e em heman pirsê dipirsin: Hezkiriyên me li ku ne? Em di berdewamiyê de israr dikin: Windakirinên di bin çavan de yên di bin çavan de, travmayeke ku ne tenê jiyana kesên jiyana xwe ji dest dane tarî dike ye. Travmayeke ku nifş bi nifşan dewam dike ye. Ev sûc ne dikare bibe mijara qanûnên sînordarkirinê, ne jî nikare ji nedîtî ve bê."
 
DAXWAZÊN DAYIKÊN AŞTIYÊ
 
Masîde Ocak wiha dewam kir: "Divê aqûbeta her kesên di binê çavan de hatine windakirin bê aşkerakirin, kiryar û berpirsyar li pêşberî edaletê werin darizandin û hesab ji wan bê pirsîn, windakirina bi zorê di Qanûna Ceza ya Tirk de weke sûcê li dijî mirovahiyê bê qebûlkirin û dawî li pêkanînên bêcezahiştinê were anîn. Divê Tirkiye Peymana Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Parastina Hemû Mirovên ji Windakirinên bi Zorê îmze bike û bi cih bîne û qedexeyên ne destûrî û ne hiqûqî yên li ser hejmara mirovên li Meydana Galatasarayê tavilê bên rakirin."
 
HEQÎQET Û RÛBIRÛBÛN
 
Ocak da zanîn ku bicihneanîna daxwazên wan ancax bi aştiyeke mayînde re pêkan e û wiha got: "Divê pêvajoya nû bi rastî, rûbirûbûn û edaletê re were cem hev. Aştiya rastîn tenê dikare bi vegerandina hafizeya civakî, bêqusûrkirina dadwerîyê û bi temamî naskirina mafên mirovan pêk bihê. Divê derfeta aştiyê ji hesabên siyasî re neyê qurbankirin ; ji bo pêkanîna aştiyeke adil û mayînde divê vîneke xurt a siyasî were nîşandan Bi wesîleya Hefteya Windayan em hêvîdar in ku bêçekbûyîn wê rê li ber aştiyeke rasteqîn veke; Em bang li hemû beşên hesas ên raya giştî dikin ku tevlî daxwaza me ya heqîqet, edalet û aştiyeke bi rûmet bibin." 
 
Mîkaîl Kirbayir ê birayê Cemîl Kirbayirê ku di dema binçavkirinê de hate windakirin jî wiha got: "Li dijî kesên ku qedera mirovên ku me di binçavan de winda kirine bêrêziyê dikin; li dijî polîtîkayên îmha û înkarê; em malbatên wendahiyan tevî hevrêyên xwe heta ku edalet û heqîqetê dernexînin holê em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
 

Sernavên din

19/05/2025
11:53 Arinç: Mafê hêviyê mafekî girîng e
11:31 Hevdîtina Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Babacan dest pê kir
11:27 Derwêşên ku mifteya çiyayan dîtin, bûn Kurdistan
10:18 Kesên tev li bîranîna Kaytan û Altûn bûn: Dema avakirina aştiya civakî ye
09:45 Sebahat Tuncel: Têkoşîn neqediya, rêbaza wê guherî
09:04 'Kaytan û Altûn dê dilê milyonan de bijîn’
09:04 'Aştiyeke birûmet bi edaleteke rast pêkan e’
09:03 Rojnameger Baydar: Gavên divê bên avêtin hewceye dewlet biavêje
09:02 'Divê tevgereke jinan a enternasyonalîst bê avakirin’
09:00 Hinek xanî bi bîr û berxwedanê tên avakirin
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2025'AN
18/05/2025
20:18 Ji Abdullah Ocalan peyam: Pêdivî bi peymaneke nû heye
19:03 Ji Bahçelî nexşerê: Bila komîsyoneke ji 100 kesan pêk tê were avakirin
17:23 Îsraîlê li dijî Xezeyê êrişeke mezin da destpêkirin
17:14 Li Tekîrdagê komeleya zimanê Kurdî hate vekirin
16:45 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:04 Di bahoza li DYA’yê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:36 Kaytan û Altûn li Qada Şêx Seîd ji hêla bi hezaran ve hatin bibîranîn
14:51 Birayê Denîz Poyraz hate berdan
14:45 Girseya ji Mêrdînê hatî ber bi Qada Şêx Seîd ve meş li dar xist
14:40 Hevalê qawîşê yê Riza Altûn jî di bîranînê de ye: Em ê xwedî li bîranîna wan derkevin
14:22 Jinan beriya bîranînê meş li dar xistin: Dê têkoşîna me de bijîn
13:54 Ji bo bîranînê li Amedê ne: Divê Ocalan azad bibe
13:52 Di Lijneya Giştî ya Şaxa ÎHD’a Amedê de banga ‘gavan biavêjin’ li dewletê hat kirin
12:52 Di Sempozyuma Zimanê Kurdî de siyaset hate rexnekirin
12:41 Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
12:18 DEM Partî: Kesên me di Gulanê de winda kirin rêya me ronî dikin
12:17 Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn bi rê ketin
10:56 Kesên li Dêrsimê tev li bîranînê bûn: Aştî yekalî nabe
10:42 Çanakkale bi pileya 4.4’ê hejiya
10:41 Xwişkên Mazlum Dogan: Ya dikeve ser milê me ew e ku em di rêya wan de bimeşin
10:07 Li girtîgehên herêma Akdenizê 80 girtiyên nexweş hene
09:54 Ji Îzmîrê ber bi Enqereyê ve têkoşîna kedê
09:54 ‘Em ê têkoşîna Kaytan û Altûn bidomînin’
09:28 Dîmenên îşkenceya li bin çavan 5 sal in nehatiye lêkolînkirin
09:28 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:02 Rewşa girtiya nexweş a 76 salî roj bi roj girantir dibe
09:02 Salên Altûn ên li Dîlokê: Tovê azadiyê reşand
09:01 Xelkê Cizîrê piştgiriyê dide pêvajoyê: Divê dewlet gavên hewce biavêje
09:00 ROJEVA 18’Ê GULANA 2025’AN
17/05/2025
17:14 Rola çapemenî û weşangeriya Kurdî ya li ser perwerdehiyê hate nîqaşkirin
17:12 Kaytan û Altûn sibê li Amedê tên bibîranîn
17:11 Ji şardariyê daxuyaniya li ser beytan
16:09 Mihrîcana Fîlman a Uçan Supurge destpê dike
16:07 Ji bo girtiyên nexweş Avci û Balataci bangewazî
16:04 ‘Sempozyûma Zimanê Kurdî' dest pê kir: Mirov bi zimanê xwe mirov e
15:44 Xizmên windayan li 4 bajaran pirsîn: Hezkiriyên me li ku ne?
15:24 Daxuyaniya hevpar a 255 saziyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:47 Bakirhan: Ji bo aştiya civakî divê rûbirûbûn pêk were
Buldan: Heke winda neyên dîtin aştî nîvco dimîne
14:45 Li Dêrsimê berxwedan bi ser ket: Girse dimeşe navendê
14:33 Daxwaza komisyona heqîqetê ji bo kesên hatine windakirin
14:21 Cemîl Bayik: Em paradîgmayeke nû bi pêş dixin
13:57 TJA: Em aktorên pêvajoyê ne
13:46 Li Dêrsimê Kaytan û Altûn ji aliyê hezaran ve hatin bîranîn
13:39 Behsa birayê xwe ku jê re digot ‘Heval’ kir: Bi xwedî derketina pêvajoyê em dikarin nirxên wan biparêzin”
13:37 Mafê tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin
13:36 Li Mexmûrê çalakiya li hember ambargoyê didome
12:03 JI Dayikên Şemiyê banga heqîqet û rûbirûbûnê
11:39 Hevalê Çaran yê heman qawîşê: Hewldanên wan vala neçûn
10:48 Ji Hakî Karer hîn bû ku Kurd e
10:10 Serokê Giştî yê EHP’ê: Armanca PKK'ê ya sosyalîzmê girîng e
09:39 Ji bo 6 kesan doza ‘Newrozê’ hate vekirin
09:33 Viyan Tekçe: Em ê mafê xwe biparêzin
09:18 Ji bo bibîranîna li Qada Şêx Seîd bangewazî
09:03 ‘PKK peywira xwe anî cih niha dora dewletê ye’
09:02 Raportor Amor: Biryara PKK'ê hêvî dide mirov divê firsend neyê xerckirin
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2025'AN
16/05/2025
17:33 Di doza ‘azardana zarokan’ de 82 sal cezayê hefsê hat dayin
16:32 Li Licê hestiyên ku tê texmînkirin aîdî mirovan e hatin dîtin
15:52 Civînên jinan ên DEM Partiyê dewam dikin
15:28 Wêneyê Abdullah Ocalan ê 42 sal berê hat weşandin
15:26 Rêveberê KURDÎ-DER'ê yê Geverê serbest hat berdan
14:35 Dosyaya Ozbahçecî ku polîsan kuştibû şandin krîmînala cendirmeyan
13:30 Der heqê rojnameger Boltan de lêpirsîn hate destpêkirin
13:20 Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang hate kirin
13:19 Pirtûka Gurbetellî Ersoz wergerandin zimanê Yewnanî
13:19 Cezayê polîsê Berkîn Elvan qetil kiribû hate erêkirin
13:05 Kongreya NADA’yê di roja 2’yan de bi komxebatan dest pê kir
12:02 Cîvaknas Kuçukaydin: Gaveke nû hate avêtin, guherîn dê hinek biêş be
11:44 Kaytan û Altûn li Wanê hatin bibîranîn: Tu caran serî netewandin
11:27 'Ev pêvajo mîrateya Çaran e'
10:58 Li Colemêrgê nexweşiya tevekê hat tespîtkirin
10:51 Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
10:48 Mêşvanan berê xwe dan zozanan
10:24 Sabrî Ok: Ji xwe û bi Rêber Apo bawer bin
Besta Botan: Têkoşîna li ser zemîna siyaseta demokratîk dest pê dike
10:03 Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang: Divê her kes xwedî li zarokên xwe derkeve
10:02 Serlêdana emniyetê ya ji bo 'guhertina îmarê' hat redkirin
10:02 Riza Altûn vegot: Baş birêxistin dikir û mamosteyekî zîrek bû
09:27 Li Şirnexê ji ber hişkesaliyê 300 hezar donimên dexl û danê hişk bûn
09:17 Ji bo vegotina ‘pêvajoyê’ li 12 tax û 72 gundan çûn serdana 5 hezar malbatan
09:03 Komeleyên herêmê: Divê em beşdarî pêvajoyê bibin
09:01 Parêzer Zeynep Karayilan: Dê çareserî di şexsê Abdullah Ocalan de pêk bê
09:00 ROJEVA 16’Ê GULANA 2025’AN
08:43 Dayika girtiyê nexweş di qezayê de jiyana xwe ji dest da
08:39 Li Mêrdînê jinekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
15/05/2025
21:23 Cejna Zimanê Kurdî li gelek bajaran hat pîrozkirin: Statuya Kurdî nas bikin
17:04 ‘Em ê xeyalên Altûn û Kaytan pêk bînin’
16:40 Li Konyayê bi pileya 5.2’yê erdhej çêbû
16:32 Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn a li Amedê bang hate kirin
16:28 Rojnameger Furkan Karabay hate girtin