WAN - Kamûran Daşdemîr ku li Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 2 a Dûmlûyê girtî ye, di axaftina bi telefonê ya bi malbata xwe re diyar kir ku binpêkirina mafên wan zêde bûne.
Kamûran Daşdemîr ku li Girtîgeha Girtî ya Bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 2 a Dûmlû ya Erzîromê tê ragirtin, bi riya telefonê ji dayika xwe İran Daşdemîr re axivî û diyar kir ku li girtîgehê zext û pêkûtî zêde bûne.
Dayik Îran Dasdemîr diyar kir ku kurê wê gelek caran daxwazname ji parlamento û Wezareta Edaletê re şandiye, lê belê girtîgeh wan neşandiye cihên pêwîst. Her wiha diyar kir ku daxwaznameyên ji Komîsyona Mafê Mirovan a Meclisê re hatine şandin jî nehatine şandin Parêzer û rêxistinên mafê mirovan daxwaz dikin ku ji bo lêkolînkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ji aliyê siyasetmedaran ve bên ziyaretkirin. Her tiştên têkildarî Kurd û zimanê Kurdî tên desteserkirin û dewleta hiqûqê di zindanê de hatiye veqetandin û xwest ku dengê kurê wê û girtiyên din bên bihîstin.
Îran Daşdemîr anî ziman ku pirsgirêkên bihîstina kurê wî hene û wiha axivî: "Dema kurê min hat girtin, bi rêya keyayê gund ji min re agahî şandin. Dema ku hate binçavkirin, heta ku nayê zanîn êşkence li wî kirin. Poşeteke reş danîn serê wî û birin Agiriyê. 20 roj piştî girtina wî çûm serdanê wî ez nas nekirim. Çend roj piştî serdanê telefonî min kir û got, 'Ji ber ku min te nas nekir, ez lêborînê dixwazim'. Min jê re got, 'dibe ku tu min nas nekî, lê ez dayika te me, min te nas kir'. Dema ku hate girtin li kurê min û hevalên wî cûrbecûr îşkence hate kirin. Kurê min li hemberî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê çûyîna nexweşxaneyê red dike."
PIRTÛKAN NADIN
Îran Daşdemîr da zanîn ku kurê wê di hucreyê de tê girtin û wiha got: "Şêweyekî tecrîdê yê li ser girtiyan tê pêkanîn heye. Dema ku bi kurê xwe re bi telefonê axivîm, ji min re got ku zext û zordarî li ser wan heye. Bêyî ku bi Tirkî bin an jî Kurdî bin em pirtûkan dişînin lê pirtûk nayên dayîn. Pêwîste rayedar vê rewşê çareser bikin. Em dixwazin endamên parlementoyê û parêzer ji bo dawî li van binpêkirinên mafan bên serdana girtîgehê bikin. "
Îran Daştemîr, piştgiriya xwe ya li banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27'ê Sibatê nîşan da û got, 'Ez aştî û wekheviyê dixwazim. Di pêvajoya ku nû hatiye destpêkirin de, me gav avêt; niha dem hatiye ku dewlet gav biavêje. Ez ji bo hemû girtiyên nexweş, bi taybetî jî ji Birêz Ocalan re azadî dixwazim. Weke her demê em niha jî li aştî û edaletê xwedî derdikevin. Bila ev êş bibin êşên dawî yên em dikişînin."