ENQERE - Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan got; “Destûra bingehîn ne peymaneke civakî ya tenê partiyekê ye, tevahiya gel digire nav xwe.” Erdogan ji bo pirsa “namzetiyê” jî got: “Em îro jî sibe jî guh bidin dengê gel.”
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan dema ji Azerbaycanê vedigeriya, di balafirê de pirsên rojnamegeran bersivand. Erdogan, nîqaş û geşedanên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd nirxand. Erdogan, got ku ew mutebeqeta di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û rejîma Şamê de erênî dinirxînin. Erdogan, got: “Ya girîng ew e ku gotinên di mutebeqetê de di dema xwe de bikeivn meriyetê.”
Erdogan, ji bo geşedanên têkildarî pêvajoyê jî ev tişt anî ziman: “Geşedanên heyî baş in û bi îstîqameteke erênî pêş dikevin. Çendek dengên cuda hene lê peyamên tên dayin pir maqûl û çêker in. Bêguman di her qonaxê de hem hêviyên me hem jî barê me giran dibe. Hevdîtinên hevalên me yên bi Sûriyeyê re didomin. Em li dijî derdorên dixwazin pêvajoyê jehrî bikin hişyar in. Em ê firsendê nedin. Ji ber ku armanca me gelek zelal e ku ew jî ew e ku xwe ji pirsgirêka terorê ya gelek sal bi Tirkiyeyê da windakirin, bû sedema mirina welatiyên me û bi kêrî dijminên Tirkiyeyê dihat, rizgar bibin.”
Erdogan, bal kişand ser asta pêvajo gihiştiyê û got: “Mesafeya me heta niha qet bi dest nexistî me niha bi dest xist.”
‘PAŞVEGAV TUNE YE’
Erdogan anî ziman ku mijara destûra bingehîn a nû hevpeymaneke civakî ye, di ser partiyan re ye û ev tişt anî ziman: “Armanca me ji destûra bingehîn ew nîne ku ji xwe re qadekê biafirînin, berjewendiyeke şexsî bi dest bixin û xwe bigihînin cihekî. Beriya her tiştî vê yekê bibêjim. Em destûra bingehîn a nû ne ji bo Tayyîp Erdogan, lê ji bo 86 milyon mirovî dixwazin." Erdogan diyar kir ku di vê mijarê de wan tîmek ji 11 kesan wezîfedar kirine û piştî cejnê wê dest bi vî karî bikin.
Erdogan di mijara destûra bingehîn a nû de gotina “hevpeymana civakî” bi kar anî û got: “Ji ber ku destûra bingehîn bi rengê hevpeymana civakî ye ku di ser partiyan re ye û tevahiya milet hembêz dike."
Erdogan, helwesta CHP'ê rexne kir û wiha pê de çû: “Heke nêzîkatiyeke lihevkirinê nîşan bide; çima em bi wan re nexebitin, em ê bi wan re bixebitin. Bi CHP'ê re nêzîkatiyeke bi vî rengî nîne.”
Rojnamegeran gotina “Derdekî min nîne ku careke din bibim namzet nîne” bi bîr xistin û Erdogan jî got: “Miletê min ez kirim şaredar, serokwezîr û serokkomar. Gelê me ez li ku dîtibim ez li wir bûm. îro jî em li gorî vê hestiyariyê tevdigerin. Îro jî sibe jî em ê guh bidin miletê xwe.”