NAVENDA NÛÇEYAN - Îsraîl, da zanîn ku dê desturê nede ji bo keştiya alikariya mirovî ku têkeve nava sînorên wan ê behrê.
Artêşa Îsraîl, ji bo keştiya bi navê "Madleen" a ku tê de aktivîsta avhewayê Greta Thunberg û 11 aktivîstên alîgirên Fîlîstîn hene kete nava tevgerê. Hezên Berevaniya Îsraîlê, daxuyand ku dê destûrê nedin ji bo keştî bikeve nava sînorê İsraîl ê behrê. Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîl Israel Katz, ji bo muretebata keştiya Madleen a alikariya mirovî ku diçû Xezeyê, fermana vegerê da. Katz, bangî 12 aktivîstên di keştiyê de kir û got: "Şûn de vegerin, hûn ê neghîjin Xezeyê."
Madleen keştiya Hevpeymana Fîloya Azadiyê ye, di Yekşema bihurî de ji Girava Sîcilya ya Îtalya, ji bo alîkariya Fîlîstîn a ku ji aliyê Îsraîl ve hatiye dorpêçkirin derkete rê. Armanca vê însiyatîfê, veguhestina alikariya mirovi û şikandina dorpêça Îsral a li ser axa Fîlîstînê ye.
Wezîrê Îsraîlê got: "Min ferman da Tsahal (Artêşa Îsraîl) da ku Madleen neghîje Xezeyê. Ez ji Greta ya antîsemîtîk û ji hevalên wê re bi vekirî dibêjim, vegerim lewre hûn ê neghîjin Xezeyê."
Şerê Îsraîl-Xezeyê di 7'ê Cotmeha 2023'ân de dest pê kir. Ji wê rojê heta niha, ji aliyê Îsraîl 218 kesan, ji aliyê Fîlîstîn jî herê kêm 54 hezar û 772 kesan jiyana xwe ji dest dane.