* Ji damezirînerên Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê Lîsa Çalan, diyar kir ku şer bandoreke neyînî li ser hunerê jî dike û got: “Di mijara civakîkirina pêvajoyê de rol û berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê me hunermendan û înîsiyatîfê.”
* Latîfe Tabar ku di şer de birayê xwe, dotmama xwe û 2 zarokên xwe winda kir û aqûbeta zarokeke xwe jî nizane, got: “Aştî, bi aliyekî û tenê bi axaftinê nayê. Ji bo vê hewceye gav bên avêtin.”
* Endama YDK’ê Nurgul Ucî diyar kir ku AKP, polîtîkayên xwe yên malbatê li gorî pêdiviyên kapîtalîzmê çêdike û wiha got: “Ew malbata hûn dixwazin ava bikin ji bo me teng e, tê de cihê me nîne.”
* NADA’yê di meha Gulanê de kongreya xwe kir. Endama NADA’yê Ebîr Hasaf, diyar kir ku fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo biryarên kongreye bûne îlham û got: “Pirsgirêk gelek dişibin hevdu û bi xebatên xwe em ê xwe bihêztir bikin."
* Welatiyên li Enqereyê dijîn, diyar kirin ku ji bo aştiya civakî hewceye Meclis berpirsyartiyê li xwe bigire û hemû derdorên civakî daxilî pêvajoyê bên kirin.
* Welatiyên ji bo geştê berê xwe dan Zozanên Alandeştê ku her sal dem bi dem tê qedexekirin, xwestin qedexeyên her sal bi hinceta ewlehiyê tên raginandin bên rakirin.
* Komeleya Aştiyê ya 10'ê Cotmehê dê bi boneya meha 116'emîn a Komkujiya Enqereyê li Qada Ked Aştî Demokrasiyê bên gel hev. (10.00)
* Şaxa ÎHD'a Stenbolê dê ji bo Hatîce Onaran ku ji ber pere ji girtiyan re şandibû hatiye girtin, ji Parlamentoya Ewropayê re nameyê bişîne. Beriya şandina nameyê dê li pêşiya komeleyê daxuyanî bê dayin. (13.30)