RIHA - Endamê Meclİsa Partiyê ya DEM Partiyê Ferît Şenyaşar di bîranîna xizmên xwe yên li Pirsûsê hatin qetilkirin de axivî û got, "Bêyî ku em rabirdûyê ji bîr bikin, ji bo aştiyê em ê her tiştî tehemûl bikin.”
Di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûs a Rihayê ji aliyê parazvanên wekîlê berê yê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve Esvet Şenyaşar û zarokên wî Adil û Celal Şenyaşar hatin kuştin. Endamên malbata Şenyaşar di 7'emîn salvegera mirina wan de li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Di bîranîna li Goristana Asrî ya li navenda Pirsûsê hat lidarxistin de dayik Emîne Şenyaşar, Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar, Hevşaredara Xelfetî Saniye Bayram, rêveberên DEM Partiyê û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) tevî gelek kesên din amade bûn.
Piştî rêzgirtinê Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Nihat Demîrbîleklî axivî û wiha got: “Li ber çavê hemû cîhanê bavek û 2 kurên wî hatin qetilkirin. Nexwestin vê bûyerê bibinin. Dayika Emîne ev qetlîam qebûl nekir. Qerîna wê dîwarên adliyeye derbas kir. Di encamê de gihişt kurê xwe yê girtî. Em niha li ser gora 2 kur û bavê ku li nexweşxaneyê hovane hat qetilkirin in. Esas kiryar nehatin darizandin. Xwestin ser komkujiyê bigirin. Me her tim piştgirî da dayika ku daxwaza maf û edaletê dikir û em ê piştiriya xwe bidomînin. Êşa dayikê êşa me ye.”
Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar ê di êrîşê de bavê xwe û du birayên xwe winda kir û bi birîndarî rizgar bû got, "Malbata me bi komkujiyekê re rû bi rû hat. Ev komkujî li dijî her kesî hatiye kirin. Piştî komkujiyê partiya me û gelê me li cem me sekinîn. Vê yekê hêz da me. Ez û dayika xwe 5 salan ji bo edaletê têkoşiyan. Piştî 6 salan bi kiryarên dayika min re birayê me Fadil ji girtîgehê derket. Alîkarê Serokkomar Cevdet Yilmaz hat Rihayê û got, 'Bila aştî, aştiyeke mezin ji we malbatan re bê vekirin'. Li Pirsûsê her malbatê zarokekî xwe li ser rêya azadiyê winda kir. Bêyî ku em rabirdûyê ji bîr bikin em ê ji bo aştiyê li ber her tiştî li ber xwe bidin. Divê her kes ji bo vê gavê bavêje. Em ji bo aştiyeke bi rûmet amade ne."
Piştî axaftinan kulîlk danîn ser goran.