TEKÎRDAG - Ecevît Ozgul ê ku 31 salan girtî bû, ji Girtîgeha Tekîrdagê tehliye bû û got: “Divê em ji têkoşîna xwe, ji rêbertiya xwe û ji tevgera xwe bawer bin.”
Ecevît Ozgul ku li Girtîgeha Tekîrdadgê dihat ragirtin, piştî 31 salan hate berdan. Ozgul, ji aliyê Hevserokê Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATÛHAY-DER) Zekî Kiliç û endamên komeleya MATUHAY-DER’ê û endamên rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Umraniyeyê ve hate pêşwazîkirin. Ozgul ê ku bi çîçekan hate pêşwazîkirin, axaftinek kir. Ozgul, wiha got: "Piştî 31 salan derketim. Îro pêvajoyeke girîng dest pê kiriye. Ez hemû gelê me silav dikim. Divê em ji têkoşîna xwe, ji Rêbertiya xwe û ji tevgera xwe bawer bin. Divê em piştevaniyê bidin vê pêvajoyê. Ji bo civakek azad û demokratîk ez vê kevokê ber didim.” Û kevok firand.
Ozgul, tevî malbata xwe ber bi warê xwe Bazîd a Agiriyê ve bi rê ket.