ÊLIH - Nûran Seçkîn a ku di şer de 4 kes ji malbata xwe winda kir, wiha got: "Li ber serê me şerê Îsraîl-Îranê heye. Divê aştî bê kirin. Hewceye dewlet ji bo vê gavên lezgîn û şênber biavêje."
Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de kete qonaxeke nû. Pêvajoya ku bi pêşengiya Abdullah Ocalan dest pê kir, gelek aliyan pişgirî didin. Piştgiriya herî xurt jî ji kesên ku zarokên xwe di şer de winda kirin didin.
MALBATA SEÇKÎN
Yek ji van malbatan jî malbata Seçkîn a li Êlihê dijî ye. Kurê Nûran Seçkînê (62) Ahmet Seçkîn di 2013’an de tev li PKK’ê bû û di 2016’an de li Êlihê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da, biraziyê wê Rojhat Seçkîn di 2013’an de tev li PKK’ê bû û li Mûxlayê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da, biraziyê wê Huseyîn Seçkîn (birayê Rojhat) di 2017’an de jiyana xwe ji dest da û keça wê Hatîce Seçkîn a ku di 1997’an de tev li PKK’ê bû jî hêj di nava refên PKK’ê de ye.
Nûran Seçkînê desnîşan kir ku piştî bangê, PKK’ê xwe fesix kir lêbelê Tirkiyeyê hêj tu gav neavêtiye û erişan berdewam dike. Nûran Seçkînê xwest dewlet dev ji vê helwesta xwe berde.
'EM Ê JI BO AŞTIYEKE BIRÛMET TÊBIKOŞIN'
Nûran Seçkînê bal kişand ser texrîbatên şer û wiha got: "Êdî bes e bila mirov nemirin, dayik negirîn. Ev banga min e ji bo dayikan; rêya ku rêzdar Ocalan ji bo aştiyê vekirî bila her kes xwedî lê derbikeve. Kesên ku di vî şerî de birîndar bûne, bandor bûne bila bên em bi hev re aştiyê ava bikin. Bi kê re piçek wijdan, merhamet hebe bila xwedî li vê pêvajoyê derbikeve. Ev soza me ye bo zarokên me, soza me ya bo şehîdan e; heta dilopa dawî ya xwîna me em ê têbikoşin. Em ê têkoşîna aştiya birûmet bidomînin.”
BANGA BO MALBATÊN LEŞKER Û POLÎSAN
Bi domdarî Nûran Seçkînê diyar kir ku wek malbat ji sala 1980’ê heta niha rastî zordariya dewletê hatine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min ji malbata xwe 4 kes winda kir. Keça min li dijî tundî û îşkenceyê di sala 1997’an de derket çiyê. Em ê ji bo aştiya birûmet têbikoşin. Divê dayikên leşker û polîsan beşdarî vê pêvajoyê bibin. Li ber pozê me şereke mezin heye. Şerê Îran-Îsraîlê. Divê demildest aştî pêk bê. Divê dewlet ji bo vê gavên lezgîn biavêje.”
BERTEKA LI DIJÎ ÊRIŞAN
Di berdewamê de Nûran Seçkînê destnîşan kir ku aştî bi yek alî nabe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêvajo didome lêbelê li ser axa me her roj bombebaran tê kirin. Mirov tên kuştin. Girtiyên nexweş dimirin. Ji bo rewşa girtîgehan hêj gav nehatiye avêtin. Her tim balafir bombebaran dikin. Divê çekdanîn jî ne yekalî be. Ger mercên demokratîk bên avakirin jixwe pêdivî bi çekê namîne. Lê ne mercên demokratîk ava dikin û ne jî dev ji êrişan ber didin. Di şer de kesek sernakeve. Şer tenê dide windakirin. Bila dewlet nekeve hewldana xapandinê. Kurd ne Kurdên berê ne û ne jî bê rêxistin in. Werin bi awayeke lezgîn gavên şênber biavêjin. Di nava aştiyeke birûmet de cih bigirin. Em ji bo aştiyê bi xwe bawer in.”