AMED - Bi hewldana Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk re li Amedê sulha eşîrên Kulya û Nasiranê hate kirin.
Eşîrên Kulya û Nasiranê yên Amedê 6 meh berê ji ber lihevnekirina ser erd bi şer çûbûn. Di şerê navbera eşîran de 2 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Bi hewldanên Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk, sulha her du eşîran hate kirin. Ji bo sulhê, li eywaneke dawetan a li navçeya Peyasê xwarina sulhê hate dayin. Li gel rûspiyên her du eşîran, her wiha gelek kesên tev li xwarinê bûn.
Rûspiyên eşîran, diyar kirin ku divê êş neyên kûrkirin. Dayika Aştiyê Nafiye Yîgît diyar kir ku divê di navbera Kurdan de yekitî hebe û aştiyeke xurt hebe.
Ji Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Orhan Ayaz jî got: “Kî ji bo aştiyê hewl bide, kî dilopeke av li agirî bike, em jê bi minet in. Bi sedan asla ye li Rojhilata Navîn xwîn diherike, girî heye. Ev ne qedera gelê Kurd e. Divê em bi qedrê aştiya birêz Abdullah Ocalan daye destpêkirin bizanin. Em bibin dengê aştiyê û pêşengiyê jê re bikin. Em bi girîngiya aştiyê bizanin. Tu kes di şer de sernakeve lê kesek di aştiyê de winda nake.”
Piştre jî her du malbatên navbera wan de xwîndarî hebû bi destên hev girtin û sulha xwe kirin.