AMED - Li Amedê bi pêşengiya TJA û MEBYA- DER'ê Zeynep Kinaci û Sema Yuce hatin bibîranîn.
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 29'emîn salvegera şehadeta Zeynep Kinaci (Zîlan) û Sema Yuceyö li avahiya DEM Partiyê ya Peyasa Amedê bi merasîmekê her du pêşengên tevgera jinên kurd bi bîr anîn. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokarisiyê ya Gelan (DEM Partî), Dayikên Aştiyê, endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê, saziyên civakî û gelek kes tev li bîranînê bûn. Di bîranînê de pankarta “Em şopdarên pêşengên rêya azadî û heqîqetê ne” hat vekirin.
Bîranîn ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê bi deqîqeyeke rezgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê Hevseroka MEBYA-DERê Gurbet Sevîktek axivî û diyar kir ku ew di şexsê her du jinan de tevahiya şehîdan azadî û demokrasiyê bi bîr tînin.
Piştî axaftinan nameyên Zeynep Kinaci û Sema Yuce yên ku ji bo Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan şandibûn hatin xwendin.
Bîranîn bi stranên hunermendên Komeleya Çandê ya Dîcle bi dawî bû.