AMED - Welatiyên Amedê ku merasîma îmhaya çekan li ber ekranên televîzyonê temaşe kirin, destnîşan kirin ku divê ji bo kesên çekê datîne temînateke destûra bingehîn bê dayîn.
“Koma Aştî û Civaka Demokratîk” bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Şikefta Casenê ya li Silêmaniyeyê di merasîmê de çekên xwe îmha kirin. Welatiyên Amede yên ku merasîm temaş kirin, daxwaza aştiyê kirin.
JI BO KESÊN ÇEK DATÎNE TEMÎNAT
Dîlan Îçer, destnîşan kir ku kesên di avakirina aştiya birûmet de cih girtinê dê di dîrokê de cih bigrin û got: “Di şer de kes bi ser nakeve û di aştiyê de jî kes winda nake. Şer mirin û xizanî ye. Bila ciwan nemirin. Ji bo kesên çek danîne divê mercên destûra bingehîn bên avakirin. Em dixwazin ew jî werin vir bi me re bijîn.”
AVAKIRINA AŞTIYÊ
Zulkuf Ozdemîr, diyar kir ku gelê Kurd berdilên giran daye û alîgirê aştiya birûmet in û wiha axivî: “Dewletê dît ku şerê Rojhilata Navîn hatiye ber deriyê wê. Rewşa Sûriyê, Iraqû Îranê dît. Ji bo vê got ‘bila Ocalan bê li Meclisê biaxive’. Em di destpêka pêvajoyekî de ne. Karê me pir e divê her kes beşdar bibe. Divê dewlet jî bi awayeke cidî nêz be û rêya azadî û demokrasiyê vebike. Ger dewelet gavên hewce neavêje dê winda bike”.
‘EM AŞTIYÊ DIXWAZIN’
Mehmet Înce jî diyar kir ku aştiyê dixwaze û got: “Tu xêra tundiyê li kesekî nîne. Hemû gel aştiyê dixwazin. Daxwaza me ew e ku her kes di nava aştişya birûmet de cih bigire. Heta niha aliyê Kurd gelek gav avêt. Divê dewlet jî gav biavêje.”
‘DIVÊ GAV BÊN AVÊTIN’
Mehmet Aslan got: “Kes ne şerxwaz e. Kesên şer dixwazin berjewendiya wan tê de heye. Bila mirov nemirin. Divê dewlet ji bo kesên ku çek datîne çareseriyek bibîne. Ger aştî bê dê aborî jî baş bibe. Dê derfetên mirovan ê jiyanê baştir be.”
Îsmaîl Dînç, daxwaza aştî û biratiya gelan kir û diyar kir ku her şerekî aştiya wê heye û divê gavên hewce bên avêtin.