ENQERE - Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç bal kişand ser merasîma gerîla ya îmhakirina çekan û got: “Îro yek ji wan rojane ku nayê jibîrkirin. Ji niha şûn ve ji bo pêvajoyê gelek tişt hene ku em bikin.”
Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç der barê merasîma gerîla ya îmhakirina çekan de daxuyanî da. Tûnç diyar kir ku îro ji bo Tirkiyeyê rojeke dîrokî ye û anî ziman ku Îmhakitina çekan a PKK’ê ji bo pêvajoyê rojek dîrokî ye.
'DI DÎROKA ME DE EV ROJ NAYÊ JIBÎRKIRIN'
Tûnç wiha got: “Îro rojeke ku di dîroka me de qet nayê jibîrkirine. Di pêvajoyên pêş de gelek kar hene ku em divê bikin. Em ê vê pêvajoyê bişopînin. Bêguman tevkariya ku komîsyon bike heye. Di vê komisiyonê de hemû partiyên siyasî, şîrove û fikirên xwe li ser pêvajoyê diyar dikin. Bêguman wê tevkariyek baş û rexne jî hebin. Bi taybet ev pêvajo wê ji bo gelê me erênî be û di dawiyê de ew kesên ku piştgirî dane wê werin teqdîrkirin. Hem siyaset, hem jî wê herkes qezenc bike. Gelê me wê ber bi pêşerojek birûmet gav bavêje.”
BAL KIŞAND SER GIRÎNGIYA KOMÎSYONÊ
Tunç derbarê avakirina komîsyonê de jî axivî û wiha domand: “Ji ber ku hemû partî wê piştgiriyê bidin, wê herkes li wir nên temsîlkirin. Ev atmosfer wê eniya navxweyî xurt bike û di pêkanîna wê de jî fêdeyek mezin çêbike. Ez bawerim ku ev pêvajo wê ya bi xêr be. Ji ber ku serketina pêvajoyê wê pirsgirêkan çareser bike û bingeha diyalogê ava bike.”
DIVÊ GELEK BALDAR BİN
Tunç bal kişand ser provakasyonan û wiha bi dawî kir: “Di pêvajoya pêş de dibe ku hin hêzên şerxwaz ên ku naxwazin Tirkiye hem li hundir û hem jî li derve pêş bikeve dekevin holê û ji bo têkbirina vê pêvajoyê wê hewl bidin ku pêvajoyê sabote bikin. Ji bo vê divê pir baldar bin.”