ÎZMÎR – Li Bergamayê şewata ku di danê sibê de li daristanê derket hate tefandin û 16 hektar daristan zirar dît.
Li navçeya Bergama ya Îzmîrê şewata ku di danê sibê de li daristanê derket bi midaxileyan ve hate tefandin.
Serokê Daîreya Agirkujiyê ya Îzmîrê, daxuyand ku di şewatê de 16 hektar daristan zirar dîtiye û xebatên hênikkirinê didomin.