Cinayeta ku 33 sal in nehatiye ronîkirin: Kevneşopiya wî didome

WAN/RIHA - Di ser qetilkirina nûçegihan û nivîskarê Rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Denîz re 33 sal derbas bûn. Keça wî Zozan Denîzê got: "Hevrêyên bavê min kevneşopiya çapemeniya azad didomînin." 

Sî û sê sal di ser qetilkirin rojnamevan û nivîskarê rojnameya Ozgur Gundemê Huseyin Denîz re derbas bûn ku di 9'ê Tebaxa 1992'yan de li navçeya Serêkaniyê a Rihayê hat qetilkirin. Denîz, biraziyê zanyar, rojnamevan û nivîskarê kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa), bi salan li navçeyên Sêwereg û Nisêbînê wekî mamoste xebitî. Di dema Darbeya Leşkerî ya 12'ê Îlonê de sê salan li Girtîgeha Amedê ma. Lêkolînên Deniz ên li ser ziman û folklora kurdî ku wî di van salan de dest pê kir, piştre jî berdewam kirin. Di sala 1991'ê de, pirtûka wî ya "Gotinên Pêşiyên Kurdan" ku berhevokek ji gotinên pêşiyan ên kurdî ye, hat weşandin. Nivîsên Endamê Yekîtiya Nivîskarên Navneteweyî (PEN) Denîz, berî rojnameya Ozgur Gundemê, di gelek rojname û kovaran de, di nav de Yenî Ulke, Cumhuriyet, 2000'e Doğru û Welat, hatin weşandin.
 
Denîz ku dema rojnameya Ozgur Gundem di 31'ê Gulana 1992'yan de dest bi weşanê kir, bû nûçegihanê Serêkaniyê yê rojnameyê û ji bo quncika forûmê ya rojnameyê jî nivîsand. Di 9'ê Tebaxa 1992'yan de, di êrişeke çekdarî de li kolaneke navçeyê bi giranî birîndar bû. Piştî ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê hat dermankirin, bi hewldanên malbatê ew birin Amedê. Lêbelê, Denîz ku di 10'ê Tebaxê de ber bi Amedê ve hat şandin, berî ku bigihêje bajêr, di rê de jiyana xwe ji dest da.
 
JI APÊ MÛSA JI BO HUSEYÎN DENÎZ
 
Piştî qetilkirin Denîz, apê wî û hevkarê wî, Apê Mûsa, di nivîsa xwe ya di rojnameya Ozgur Gundemê de ya di 13'ê Tebaxa 1992'yan de wiha nivîsand: "Erê, Huseyînê min ê delal miriye, lê dewlet, îşkencekar, cerdevanên bêrûmet û kontrgerîlayên kirêgirtî yên ku li kêleka wan sekinîn û li kuştina Huseyîn temaşe kirin, miriyên xwe dikin şehîd. Bila lanet li wan be, wan zilaman şehîdên pîroz rezîl kirin. Ji ber vê yekê min got 'mirî' da ku Huseyîn neyê tawanbarkirin. Bi rastî, Huseyînê me ne kêmtirî ji şehîdê Kerbelayê, Huseyîn e. Kurê min Huseyîn, ez nikarim bêjim 'tu miriyî'. Mirina te ewqas giran tê ji bo min, ku eger ez bibêjim 'mirî', wê wekî ku min tu kuştibe hîs bikim. Lê xemgîn nebe kurê min, 'Ez xalê te me'. Heta ku ez sax bim, ez ê li şûna te binivîsim. Ger ew min bikujin, ez ê dîsa bi te re bibim yek û ew dê ya herî xweş be."
 
Apê Mûsa, 38 roj piştî nivîsandina vê gotarê (20'ê Îlona 1992'yan) li Amedê ku ew ji bo beşdarbûna Festîvala Çand û Hunerê hatibû, ji aliyê JITEM'ê ve hat qetilkirin. Wekî di kuştinên din ên "kiryar nediyar" de, hem kujerên Anter û hem jî yên Denîz nehatin eşkerekirin. Çeka ku di kuştinê de hat bikaranîn, di sala 1994'an de li ser endamê Hîzbûllahê Mehmet Şah Bakir hat girtin. Hat tespîtkirin ku çeka bi marka Makarov, di qetilkirina 12 kesên cuda de hatiye bikaranîn. Bakir ku ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Hejmar 4 (DGM) ya Amedê ve hat darizandin, ji kuştinan berpirsiyar hat dîtin û cezayê hepsa heta hetayê lê hate birîn. Cezayê muebbetê yê bersûc, yê di sala 2001'ê de lê hat birîn, ji aliyê Dadgeha Bilind ve di 2'yê Tîrmeha 2002'yan de hat xerakirin. Di darizandina ji nû ve de, Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ku li şûna DGM'yan ve hat avakirin, di 2'yê Mijdara 2004'an de Bakir serbest berda. Her çend Bakir piştî wê dîrokê "winda bû" jî, dadgehê der barê dozê de fermana "lêgerîna daîmî" da.
 
Hevjîna Huseyin Deniz, Adile Denizê û keça wî Zozan Denîz, serpêhatî û bîranînên xwe parve kirin.
 
'DIL DA TÊKOŞÎNÊ'
 
Adile Denîz da zanîn ku ew di sala 1985'an de bi Huseyin Denîz re zewicî ye û got: "Em heşt salan zewicî man. Ew zilamekî bêhempa û xweşik bû. Bi rastî jî tu peyv tune ku ez wî wekî mirovekî bi nav bikim. Ew zilamekî pir baş û dilovan bû. Ew welatparêz bû. Ew ji bo vê têkoşînê dilsoz bû. Wî tevahiya jiyana xwe ji bo nivîsandina xwe terxan kir. Wî dixwest ku mirov fêr bibin, bixwînin, binivîsin. Dewletê ew kir hedef û kuşt ji ber ku ji qelema wî ditirsiya. Sî û sê sal derbas bûn, lê sûcdar nehatiye dîtin. Wî aştî û rojên baş dixwest. Lê ew negihîştin van rojên baş. Ne ew, ne jî apê min Mûsa (Apê Mûsa), ne jî hemû şehîdên din ên Çapemeniya Azad van rojan nedîtin."
 
Adîle Denîzê behsa pêvajoya çareserkirina pirsgirêka kurd kir û diyar kir ku kesên ku hezkiriyên xwe di kuştinên "kiryar nedîyar" de winda kirine, bi hêvî li pêvajoyê dinêrin. Adîle Denîzê hêviya xwe ya ku pêvajo ber bi aştiyeke rastîn ve biçe bilêv kir û got: "Em êdî naxwazin mirovên me bimirin. Em dixwazin rojên xirab ji bîr bikin û çavên xwe ji bo rojên baştir vekin. Em dixwazin girtiyên me serbest bên berdan. Vî gelî gelek êş kişandiye. Em dixwazin rojên bi edalet û aştiyeke birûmet hem ji bo kurdan û hem jî ji bo tirkan bên. Divê êdî kes negirî û zarok bêbav nemînin."
 
‘JI NIVÎSANDINÊ PIR HEZ DIKIR'
 
Zozan Denîzê jî bi bîr xist ku bavê wê li gelek deverên Kurdistanê mamostetî kiriye û di dema darbeya leşkerî ya 1980'an de hatiye girtin. Zozan Denîzê rave kir ku bavê wê piştî ji girtîgehê derketiye ji mamostetiyê hatiye dûrxistin. Zozan Denîzê got: "Piştî vê serdemê, bavê min dest bi nivîsandina ji bo rojnameya Ozgur Gundemê kir. Wî cara yekem di 20 saliya xwe de dest bi nivîsandinê kir. Wî ji nivîsandinê hez dikir. Rojek berî ku di 10'ê Tebaxa 1992'yan de beşdarî nobedariya li Ozgur Gundemê bibe, ew hat gulebarankirin. Di wê serdema tarî de, dema ku kuştinên 'kiryar nediyera' zêde bûn, ew û hevalên xwe beşdarî vê têkoşînê bûn. Wî di wê serdema dijwar de rêya xwe domand, erka xwe bi cih anî. Lê hêzên tarî destûr nedan û ew şehîd kirin."
 
KEVNEŞOPIYA ÇAPEMENIYA AZAD DIDOME
 
Zozan Denîzê diyar kir ku wan ji bo bicîhanîna edaletê gelekî li ber xwe daye û got ku lê tu encam bi dest nexistine. Zozan Denîzê diyar kir ku ser cinayetê hatiye nixumandin û wiha domand: "Heta şahidên bûyerê jî nehatin guhdarîkirin. Dosye di salên 2000'î de ji nû ve hat vekirin, lê gumanbarê ku bi awayekî girtî dihat darizandin, hat berdan. Me serî li gelek cihan da, lê nehat zelalkirin. Lê hevalên wî kevneşopiya Çapemeniya Azad didomînin. Hevalên wî li ser şopa wî berdewam dikin. Her ku ew behsa bavê min dikin, em bihêz dibin. Rêya ku ew meşiya her gav ronahiyek bû. Her çend ne bi qasî ya wî be jî, me jî ji cîhekî di nava vê têkoşînê de cih girt. Min jî dest bi nivîsandinê kir. Em bi wî bihêztir dimeşin. Çapemeniya Azad her gav hêviyên me xurt û geş kiriye. Heta ku em sax bin, em ê rêya ku wî ji bo me vekiriye bişopînin. Em ê pênûsa wî tevî hevrêyên wî hilgirin û bimeşin."
 
MA / Ceylan Şahînlî – Ozlem Yacan
 

Sernavên din

15/08/2025
13:38 Kanyona Qizilxaçê di nava sergoyê de hatiye hiştin!
13:37 Diyanetê mafê mîrasê ya jinan hedef girt
12:28 DEDAŞ’ê li Dêrikê dest danî ser trafoyên cotkaran
12:00 Trump û Putîn dê îro li Alaskayê bicivin
11:48 DEM Partiyê ji wezîr Yilmaz pirsî: Êrişkirina cenazeyê di kîjan qanûn û wijdanê de heye?
11:38 Ayşegul Dogan: Destkeftiyên Kurdan ên li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê ne xetere lê firsend in
10:46 Li Sirbistanê protesto: 60 sivîl û 16 polîs birîndar bûn
09:38 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Tevî tecrîdê jî Ocalan dixwaze aqilê çareseriyê pêş bixe
09:09 'Divê em li dijî tiryakê şiyar bin'
09:08 ‘Her kêliya Koçero ji bo têkoşînê bû'
09:07 Ocalan 27 sal berê gotibû pêdivî pê heye: Îdeolojiya Rizgariya Jinê çima girîng e?
09:00 ROJEVA 15’Ê TEBAXA 2025’AN
08:41 Li dijî ÎBB’ê operasyoneke nû: Ji bo 44 kesan biryara binçavkirinê hat dayin
14/08/2025
21:55 Li Amedê 'Meşa Civaka Demokratîk'
16:24 Erdogan ji bo pêvajoyê peyama ‘gava nû’ da
16:23 Welat Zal li ser gora xwe hat bibîranîn
15:07 Îmzeyên li dijî qirkirina daristanan hatin komkirin şandin Meclisê
14:58 Der heqê çawişê pispor ê destê zarokekî şikandî de serlêdana sûc hat kirin
14:26 Akengîn li warê xwe Amedê bi coş hat pêşwazîkirin
14:20 Şîna ji bo Metîn Arslan hatibû danîn bi dawî bû
14:18 ÎHD: Li Êlihê mafê tenduristî û jiyanê ya girtiyan tê binpêkirin
14:15 Li Girtîgeha Karabukê tehliyeya 14 girtiyan hate taloqkirin
14:05 Der heqê Bîrîncî ê AKP’î de lêpirsîn hat destpêkirin
14:01 Ozel: Bîrîncî yê AKP’î ji Kapkî 2 milyon dolar xwest
13:09 Kesên di Komkujiya Dîgorê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
11:32 Îşçî ku ji bo komîsyonê hat vexwendin: Heke li Ocalan guhdarî nekin dê pêvajo temam nebe
10:56 Li Mêrsîn û Hatayê şewat: Gelek kes hatin tehliyekirin
10:44 Parêzer Epozdemîr hate girtin
09:54 Akademîsyen Neşe Ozgen: Mezintirîn astengiya li pêşiya aştiyê tecrîd e
09:49 10 sal bere hatin qetilkirin hê jî dosyaya wan veşartî ye
09:27 Qirkirina daran li cih lêkolîn kir: Encamek ji polîtîkaya dagirkeriyê ye
09:22 'Ji bo aştiyê hiqûq, edalet û demokrasî divê'
09:21 Li Wanê şahiya ciwanan: Azadî nêz e
09:01 ‘Divê civaka sivîl ji bo cîvakîkirina pêvajoyê bixebite'
09:00 Li Dêrsimê bi awayekî komunî mala çandê ava kirin
09:00 ROJEVA 14’Ê TEBAXA 2025’AN
09:00 Li Hewagê hevdîtina jinan
13/08/2025
22:26 'Em amade ne, bila desthilat jî amade be'
16:32 Li jina ku daxwaza ‘were emniyetê’ red kirî heqaret hate kirin
16:29 Artêşa Îsraîlê plana ‘kontrolkirina’ Xezeyê erê kir
16:21 Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê piştgirî da çalakiya li Şirnexê: Em li vir in
15:14 DEM Partî bi karkerên tekstîlê re civiya
14:23 Li Qilebanê gundiyan li dijî madenê dest bi nobetê kir
14:20 Li Wanê dê mitînga ‘Ne tecrîd dê azadî bi ser keve’ bê lidarxistin
14:04 Hakan Fîdan dîsa HSD hedef girt
13:56 Li Zozana Korxanê atolyeya ‘Îdeolojiya Rizgariya Jinê’ hat lidarxistin
13:34 Buroya Rojnameya Evrenselê ya li Îzmîrê hate gulebarankirin
13:33 Li Manîsayê 2 kes ji ber şewatan hatin girtin
13:15 Rojnemeger Wedat Hisên hat bibîranîn: Em ê kujeran ji bîr nekin
13:03 Cenazeyên 22 Êzidiyan bi merasîmekê radestî malbatên wan hatin kirin
13:02 Wesayîta ji bo vemirandina şewatê diçû qeza kir: Kesek mir
12:08 Li Sindirgiyê bi pileya 4.0’ê erdhej çêbû
12:07 DEM Partî: Hefteya pêş dê komîsyon li nav û saziyên hatine diyarkirin guhdar bike
11:33 Li Kolombiyayê êriş: 3 leşker hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn
11:00 Ji jinên li dijî Talîbanê li ber xwe didin heta Rojava: Em platformên hevpar ava bikin
10:09 Binpêkirinên li girtîgehê vegot: Wekî dojehê bû
09:25 Li Îdirê atolyeya ‘îdeolojiya Rizgariya Jinê’
09:20 32 sal di ser komkujiyê re derbas bûn: Dixwestin sûc têxin stuyê PKK'ê
09:13 Qirkirina daran a walîtiyê digot ‘hatiye sekinandin’ didome
09:01 ‘Çekên ku Şengal rizgar kirin bûn sembola aştiyê'
09:00 Dayikan bang li dewletê kir: Rêya aştiyê vekin
09:00 Dixwaze pîşeya xwe fêrî nifşên nû bike
09:00 ROJEVA 13’Ê TEBAXA 2025’AN
12/08/2025
21:49 Komisyon dê hefteya bê Dayikên Aştiyê û xizmên windayan guhdar bike
21:31 Cenazeyê Nûreddîn Sofî hat definkirin
19:18 Li Mersînê jinek hat qetilkirin
18:48 Cenazeyê 22 Êzdiyên hatin qetilkirin anîn Mûsilê
16:44 Yildiz ê MHP’î: Hiqûqê înfazê divê jinûve bê nivîsandin
16:36 Şîna Azad Ararat hate ziyaretkirin
16:28 CHP’ê ji bo ‘demokratîkbûnê’ 29 xal pêşkeşî komîsyonê kir
15:43 Endamê Koma Aştiyê Aktaş li ser gora xwe hate bibîranîn
15:22 Kurtulmuş: Meseleya esasî ya komîsyonê sererastkirinên pêwîst in
15:02 Li Îzmîr û Aydinê şewat derketin
14:40 Înîsiyatîfa Rêzgirtin Edalet û Rêzgirtin ji Miriyan re: Êrîşên li dijî cenazeyan zirarê dide pêvajoyê
14:18 Komîsyona Meclisê cara 3’yemîn civiya
14:15 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Komîsyon dê nexşerêyê nîqaş bike
14:03 Li Mersînê 11 kesên ku êrîş pêk anîbûn serbest hatin berdan
13:27 Dayika Metîn Arslan: Ez bi kurê xwe serbilind im
13:21 Ozgur Ozel têkildarî komîsyonê daxuyanî da
13:17 Li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê operasyon: 17 kes hatin binçavkirin
13:01 Li Sudanê li dijî kampa penaberan êriş hat kirin: 40 kes hatin qetilkirin
12:50 Şewata li Manîsayê di roja 2’yan de didome
12:14 OHD'ê bang li dewletê kir: Rêzê ji bo mafê şîngirtinê û definkirinê bigirin
11:44 Nûreddîn Sofî dê li Qamişloyê bê definkirin
11:43 Ji bo Metîn Arslan meş hat lidarxistin: Em ê têkoşîna wan mezin bikin
11:37 Altiparmak: Divê îfadeya Akin Ozturk a têkildarî Roboskê weke firsend bê dîtin
10:46 Dîsa Minbic hat dagirkirin: Hişmendiya wan wek ya DAIŞ’ê ye
10:31 Ji Weşanxaneya Aramê 5 pirtûkên nû
09:54 Hevserokê OHD’a Enqereyê Sîdar: Divê komîsyon Ocalan guhdar bike
09:38 ‘Heta pirsgirêka Kurd çareser nebe destkeftiyên jinan misoger nabin’
09:08 Polîsan ji bo 'sihbetê' gazî wî kir, piştî ku red kirî gef lê hatin xwarin
09:02 Şêniyên gundê Mizakê: Em ê rê nedin talanê
09:01 Dayikên Aştiyê: Em dixwazin bi Ocalan re hevdîtinê bikin
09:00 Rojnamevana der barê wê de biryara kelemçeya elektronîk hat dayîn: Ev cezakirin e
09:00 ROJEVA 12’Ê TEBAXA 2025’AN
07:59 Li dijî ÎBB’ê operasyoneke nû: Ji bo 14 kesan biryara binçavkirinê hat dayin
07:53 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire
11/08/2025
19:45 Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê civiya
18:19 Li Wanê jin li dijî qirkirinan meşiyan
17:32 Di navbera Iraq û Îranê de peymana 'ewlehiya sînor'