AMED - Platforma Ciwanên Welatparêz dê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bi dirûşma “Bi Rêberê azadiyê ber bi jiyana azad ve” meşê li dar bixe. Bernameya meşê diyar bû.
Platforma Ciwanên Welatparêz dê di 18’ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi dirûşma “Bi Rêberê azadiyê re ber bi jiyana azad ve” li Amedê meşê li dar bixe. Dihat payin ku bi awayekî hemwext li Bursayê jî meş were lidarxistin. Lêbelê bernameya meşê hate guherandin. Ciwanên ku dê beşdarî meşa li Bursayê bûbûna dê tev li meşa li Amedê bibin.
Meşa li Amedê dê saet di 17.00’ê de li Pira Alîpinarê ya navçeya Rezanê ya Amedê dest pê bike. Meş dê heta Birca Ben û Senê bidome û li vir dê daxuyanî were dayin. Piştî daxuyaniyê jî dê di tevahiya şevê de “Nobeta azadiyê” bê girtin.
Ji bo tevlibûna meşê di serî de Stenbol, ji gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê ciwan dê bi girseyî ber bi Amedê ve bên oxirkirin. Oxirkirin dê li bajarên Kurdistanê di 18’ê Cotmehê de û li bajarên Tirkiyeyê jî di 17’ê Cotmehê de bên kirin.
Cih û saetên ciwan dê lê bên oxirkirin wiha ne:
STENBOL
* Di 17’ê Cotmehê roja înê saet di 20.00’an de wesayît dê li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Sancaktepeyê bi rê kevin.
EDENE
* 18’ê Cotmehê saet di 08.00’an de wesayît dê li Navenda Çandê ya Yaşar Kemal bi rê keve.
MÊRDÎN
* Di 18’ê Cotmehê saet di 13.00’ê de wesayît dê li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya bajar bi rê keve.
ÊLIH
* Di 18’ê Cotmehê saet di 13.30’ê de wesayît dê li pêşiya avahya DEM Partiyê ya bajar bi rê keve.
RIHA
* Di 18’ê Cotmehê saet di 12.00’ê de wesayît dê li pêşiya Hotêla Nevalî ya li Xaçerêya Abîdeyê bi rê keve.
WAN
* Di 18’ê Cotmehê saet di 08.00’ê de dê wesayît li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter bi rê keve.
MÛŞ
* Di 18’ê Cotmehê saet di 09.30’ê de wesayît dê li pêşiya avahiya DEM Partiyê bi rê keve.
COLEMÊRG
* Di 18’ê Cotmehê de wesayît dê saet di 07.00’ê de li pêşiya avahiya DEM Partiyê bi rê keve.
COLEMÊRG/GEVER
* Di 18’ê Cotmehê saet di 07:00’ê de wesayît dê li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya navçeyê bi rê keve.