Dayikên Şemiyê ji bo rojnamevan Ferhat Tepe doza edaletê kirin

img
STENBOL - Dayikên Şemiyê ku vê hefteyê ji bo nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe yê 32 sal berê hat qetilkirin, li hev civiyan, bal kişandin ser komîsyona ku li meclisê hatiye avakirin û gotin ku divê komîsyona li meclisê hatiye avakirin dengê wan bibihîze.
 
Dayikên Şemiyê 1063'yemîn çalakiya xwe ya heftane li Qada Galatasarayê ya li Beyoglûya Stenbolê li dar xistin û li aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de windabûyî pirsîn û daxwaza darizandina sûcdaran kirin. Di çalakiyê de ku gelek parêzvanên mafên mirovan û welatî beşdar bûn, wêneyên kesên di binçavan de windabûyî hatin hilgirtin.
 
Di çalakiya vê hefteyê de ji bo nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe ku di binçavan de bi îşkenceyê hat qetilkirin doza edaletê hat kirin.
 
Endama Komîsyona Windabûnên di Binçavan de ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Zeynep Yildizê daxuyaniya çapemeniyê xwend. Zeynep Yildizê bi bîrxistina komîsyona ku di 5'ê Tebaxê de li meclisê hat avakirin, dest bi axaftina xwe kir û got: "Ger ev komîsyon, wekî ku Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş di axaftina xwe ya vekirinê de diyar kir, têgihîştinek temsîl dike ku tê de rastî nayê înkarkirin, hest nayên paşguhkirin û siyaset wêrekiya hilberandina çareseriyan nîşan dide, em, Dayikên/Mirovên Şemiyê, daxwaz dikin ku em werin guhdarîkirin. Ji ber ku hebûna Dayikên Şemiyê şahidiya xwînrijandina berdewam a bûyerên berê ye. Demokratîkbûna Tirkiyeyê tenê bi qebûlkirina vê rastiyê û naskirina êşa ku bûye sedema xwînrijandinê ne mimkun e. Ji bo vê yekê, divê pêşî deng û daxwazên kesên ku têne bêdengkirin werin bihîstin."
 
Zeynep Yildiz ku diyar kir rojnamevan Ferhat Tepe yê 19 salî ku ji bo rojnameya Ozgur Gundemê dixebitî, 32 sal berê bi îşkenceyê hatiye qetilkirin û got ku Ferhat Tepe hewl dida ku dengê kesên ku mafên wan hatiye binpêkirin bide ragihandin. Zeynep Yildizê got: "Di 28'ê Tîrmeha 1993'an de, Ferhat li navenda bajarê Bedlîsê ji aliyê sê çekdaran ve hat revandin. Lê tevî daxwazên berdewam ên malbat û rojnameya ku ew lê dixebitî, hemû saziyên dewletê yên pêwendîdar girtina wî red kirin.
 
Piştî revandinê, kesekî telefonî malbata Ferhat Tepe kir û îdia kir ku Ferhat Tepe ji aliyê endamên Tugaya Tolhildanê ya Tirk ve hatiye revandin û divê bavê wî, Îshak Tepe, ji serokatiya DEP'ê ya BEdlîsê îstifa bike û ji bo serbestberdana lawê xwe milyarek TL pere bide. Îshak Tepe bi raya giştî re parve kir ku wî dengê kesê di telefonê de nas kiriye ku dengê Fermandarê Tugaya Tetwanê Korkmaz Tagma bûye ku vê dawiyê di civînekê de gef li wî xwaribû, nas kiriye."
 
Zeynep Yildiz tekez kir ku Ferhat Tepe 13 roj piştî windabûna wî bi hovane hat îşkencekirin û mirî hat dîtin û diyar kir ku cenazeyê wî li Goristana Bêkesan a Xerpêtê hatiye dîtin. Zeynep Yildiz got, "Li gorî qeydên fermî, Ferhat li Gola Hezarê ku bi qasî 400 kîlometreyan dûrî cihê ku lê hatibû revandin, çûye avjeniyê. Lê ji ber ku nikarîbû avjeniyê bike, xeniqiye û ji hêla masîgiran ve hatiye dîtin. Lê belê, li ser cenazeyê Ferhat Tepe nîşanên îşkenceya giran hebûn. Wekî din, 14 şahid hebûn ku şahidiya revandina wî kirin û îfade dan ku wan şahidiya lêpirsîna wî ya di bin îşkenceyê de li Fermandariya Alaya Cendermeyan a Dîyarbekirê kirine. Tevî vê yekê, rêyên hiqûqî yên navxweyî bêencam man. Ji ber vê yekê, malbatê serî li DMMEyê da. DMMEyê di lêpirsîna Ferhat Tepe de "kêmasiyên ecêb" dît. Wê Türkiye mehkûm kir û dît ku hikûmetê, belge û şahidên pêwîst ji bo ronîkirina dozê asteng kiriye. Di serlêdana dawî ya malbatê de, Dadgeha Destûrî di 16'ê Hezîrana 2016'an de biryar da ku dozgeriya doza Ferhat Tepe talîmatên berbiçav ji bo berfirehkirina lêpirsînê nedaye, gavên ji bo zelalkirina dozê neavêtine avêtin û birara bipêkrina maf heye da.  Lêbelê, ji ber ku dem zêde di ser dozê re derbasbibû dadgehê vekirina dozê ji nû ve asteng kir."
 
Zeynep Yıldız got, "Di encamê de, wekî ku DMMEyê diyar kiriye, 'berxwedana dadwerî ya bi zanebûn a li hember lêpirsînek bi bandor' di qanûna navxweyî de heta roja îro berdewam kiriye. Pêvajoya dadwerî bûye sedema bêcezatiyê ji bo kesên ku Ferhat Tepe bi îşkenceyê kuştin û cenazeyê wî winda kirin. Di salvegera 32-an a windabûna Ferhat de, em careke din tekez dikin: Sîstemeke dadweriyê ya rastîn ne tenê sûcdaran ceza dike, lê di heman demê de pêşî li sûcên pêşerojê jî digire. Ji ber vê yekê, têkoşîna li dijî bêcezatiyê yek ji gavên herî girîng e ji bo bicihanîna edaletê. Çiqas sal derbas bibin jî, em ê dev ji daxwaza edaletê ji bo Ferhat Tepe û ji bo hemû kesên ku hatine windakirin bernedin."
 
Çalakî bi danîna qurnefîlan li qadê bi dawî bû.
 
 

Sernavên din

15/08/2025
13:38 Kanyona Qizilxaçê di nava sergoyê de hatiye hiştin!
13:37 Diyanetê mafê mîrasê ya jinan hedef girt
12:28 DEDAŞ’ê li Dêrikê dest danî ser trafoyên cotkaran
12:00 Trump û Putîn dê îro li Alaskayê bicivin
11:48 DEM Partiyê ji wezîr Yilmaz pirsî: Êrişkirina cenazeyê di kîjan qanûn û wijdanê de heye?
11:38 Ayşegul Dogan: Destkeftiyên Kurdan ên li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê ne xetere lê firsend in
10:46 Li Sirbistanê protesto: 60 sivîl û 16 polîs birîndar bûn
09:38 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Tevî tecrîdê jî Ocalan dixwaze aqilê çareseriyê pêş bixe
09:09 'Divê em li dijî tiryakê şiyar bin'
09:08 ‘Her kêliya Koçero ji bo têkoşînê bû'
09:07 Ocalan 27 sal berê gotibû pêdivî pê heye: Îdeolojiya Rizgariya Jinê çima girîng e?
09:00 ROJEVA 15’Ê TEBAXA 2025’AN
08:41 Li dijî ÎBB’ê operasyoneke nû: Ji bo 44 kesan biryara binçavkirinê hat dayin
14/08/2025
21:55 Li Amedê 'Meşa Civaka Demokratîk'
16:24 Erdogan ji bo pêvajoyê peyama ‘gava nû’ da
16:23 Welat Zal li ser gora xwe hat bibîranîn
15:07 Îmzeyên li dijî qirkirina daristanan hatin komkirin şandin Meclisê
14:58 Der heqê çawişê pispor ê destê zarokekî şikandî de serlêdana sûc hat kirin
14:26 Akengîn li warê xwe Amedê bi coş hat pêşwazîkirin
14:20 Şîna ji bo Metîn Arslan hatibû danîn bi dawî bû
14:18 ÎHD: Li Êlihê mafê tenduristî û jiyanê ya girtiyan tê binpêkirin
14:15 Li Girtîgeha Karabukê tehliyeya 14 girtiyan hate taloqkirin
14:05 Der heqê Bîrîncî ê AKP’î de lêpirsîn hat destpêkirin
14:01 Ozel: Bîrîncî yê AKP’î ji Kapkî 2 milyon dolar xwest
13:09 Kesên di Komkujiya Dîgorê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
11:32 Îşçî ku ji bo komîsyonê hat vexwendin: Heke li Ocalan guhdarî nekin dê pêvajo temam nebe
10:56 Li Mêrsîn û Hatayê şewat: Gelek kes hatin tehliyekirin
10:44 Parêzer Epozdemîr hate girtin
09:54 Akademîsyen Neşe Ozgen: Mezintirîn astengiya li pêşiya aştiyê tecrîd e
09:49 10 sal bere hatin qetilkirin hê jî dosyaya wan veşartî ye
09:27 Qirkirina daran li cih lêkolîn kir: Encamek ji polîtîkaya dagirkeriyê ye
09:22 'Ji bo aştiyê hiqûq, edalet û demokrasî divê'
09:21 Li Wanê şahiya ciwanan: Azadî nêz e
09:01 ‘Divê civaka sivîl ji bo cîvakîkirina pêvajoyê bixebite'
09:00 Li Dêrsimê bi awayekî komunî mala çandê ava kirin
09:00 ROJEVA 14’Ê TEBAXA 2025’AN
09:00 Li Hewagê hevdîtina jinan
13/08/2025
22:26 'Em amade ne, bila desthilat jî amade be'
16:32 Li jina ku daxwaza ‘were emniyetê’ red kirî heqaret hate kirin
16:29 Artêşa Îsraîlê plana ‘kontrolkirina’ Xezeyê erê kir
16:21 Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê piştgirî da çalakiya li Şirnexê: Em li vir in
15:14 DEM Partî bi karkerên tekstîlê re civiya
14:23 Li Qilebanê gundiyan li dijî madenê dest bi nobetê kir
14:20 Li Wanê dê mitînga ‘Ne tecrîd dê azadî bi ser keve’ bê lidarxistin
14:04 Hakan Fîdan dîsa HSD hedef girt
13:56 Li Zozana Korxanê atolyeya ‘Îdeolojiya Rizgariya Jinê’ hat lidarxistin
13:34 Buroya Rojnameya Evrenselê ya li Îzmîrê hate gulebarankirin
13:33 Li Manîsayê 2 kes ji ber şewatan hatin girtin
13:15 Rojnemeger Wedat Hisên hat bibîranîn: Em ê kujeran ji bîr nekin
13:03 Cenazeyên 22 Êzidiyan bi merasîmekê radestî malbatên wan hatin kirin
13:02 Wesayîta ji bo vemirandina şewatê diçû qeza kir: Kesek mir
12:08 Li Sindirgiyê bi pileya 4.0’ê erdhej çêbû
12:07 DEM Partî: Hefteya pêş dê komîsyon li nav û saziyên hatine diyarkirin guhdar bike
11:33 Li Kolombiyayê êriş: 3 leşker hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn
11:00 Ji jinên li dijî Talîbanê li ber xwe didin heta Rojava: Em platformên hevpar ava bikin
10:09 Binpêkirinên li girtîgehê vegot: Wekî dojehê bû
09:25 Li Îdirê atolyeya ‘îdeolojiya Rizgariya Jinê’
09:20 32 sal di ser komkujiyê re derbas bûn: Dixwestin sûc têxin stuyê PKK'ê
09:13 Qirkirina daran a walîtiyê digot ‘hatiye sekinandin’ didome
09:01 ‘Çekên ku Şengal rizgar kirin bûn sembola aştiyê'
09:00 Dayikan bang li dewletê kir: Rêya aştiyê vekin
09:00 Dixwaze pîşeya xwe fêrî nifşên nû bike
09:00 ROJEVA 13’Ê TEBAXA 2025’AN
12/08/2025
21:49 Komisyon dê hefteya bê Dayikên Aştiyê û xizmên windayan guhdar bike
21:31 Cenazeyê Nûreddîn Sofî hat definkirin
19:18 Li Mersînê jinek hat qetilkirin
18:48 Cenazeyê 22 Êzdiyên hatin qetilkirin anîn Mûsilê
16:44 Yildiz ê MHP’î: Hiqûqê înfazê divê jinûve bê nivîsandin
16:36 Şîna Azad Ararat hate ziyaretkirin
16:28 CHP’ê ji bo ‘demokratîkbûnê’ 29 xal pêşkeşî komîsyonê kir
15:43 Endamê Koma Aştiyê Aktaş li ser gora xwe hate bibîranîn
15:22 Kurtulmuş: Meseleya esasî ya komîsyonê sererastkirinên pêwîst in
15:02 Li Îzmîr û Aydinê şewat derketin
14:40 Înîsiyatîfa Rêzgirtin Edalet û Rêzgirtin ji Miriyan re: Êrîşên li dijî cenazeyan zirarê dide pêvajoyê
14:18 Komîsyona Meclisê cara 3’yemîn civiya
14:15 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Komîsyon dê nexşerêyê nîqaş bike
14:03 Li Mersînê 11 kesên ku êrîş pêk anîbûn serbest hatin berdan
13:27 Dayika Metîn Arslan: Ez bi kurê xwe serbilind im
13:21 Ozgur Ozel têkildarî komîsyonê daxuyanî da
13:17 Li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê operasyon: 17 kes hatin binçavkirin
13:01 Li Sudanê li dijî kampa penaberan êriş hat kirin: 40 kes hatin qetilkirin
12:50 Şewata li Manîsayê di roja 2’yan de didome
12:14 OHD'ê bang li dewletê kir: Rêzê ji bo mafê şîngirtinê û definkirinê bigirin
11:44 Nûreddîn Sofî dê li Qamişloyê bê definkirin
11:43 Ji bo Metîn Arslan meş hat lidarxistin: Em ê têkoşîna wan mezin bikin
11:37 Altiparmak: Divê îfadeya Akin Ozturk a têkildarî Roboskê weke firsend bê dîtin
10:46 Dîsa Minbic hat dagirkirin: Hişmendiya wan wek ya DAIŞ’ê ye
10:31 Ji Weşanxaneya Aramê 5 pirtûkên nû
09:54 Hevserokê OHD’a Enqereyê Sîdar: Divê komîsyon Ocalan guhdar bike
09:38 ‘Heta pirsgirêka Kurd çareser nebe destkeftiyên jinan misoger nabin’
09:08 Polîsan ji bo 'sihbetê' gazî wî kir, piştî ku red kirî gef lê hatin xwarin
09:02 Şêniyên gundê Mizakê: Em ê rê nedin talanê
09:01 Dayikên Aştiyê: Em dixwazin bi Ocalan re hevdîtinê bikin
09:00 Rojnamevana der barê wê de biryara kelemçeya elektronîk hat dayîn: Ev cezakirin e
09:00 ROJEVA 12’Ê TEBAXA 2025’AN
07:59 Li dijî ÎBB’ê operasyoneke nû: Ji bo 14 kesan biryara binçavkirinê hat dayin
07:53 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire
11/08/2025
19:45 Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê civiya
18:19 Li Wanê jin li dijî qirkirinan meşiyan
17:32 Di navbera Iraq û Îranê de peymana 'ewlehiya sînor'