Li Geliyê Periyê xebatên jeotermalê: Armanc koçberkirin e

ÇEWLIG - Şêniyên gundê Licikê yê navçeya Kanîreşê ku hîn bûn bi xebata sondajê re ji bo lêgerîna ava jeotermalê rapora ÇED’ê hatiye dayin, diyar kirin ku dê tişta tesîsa jeotermalê bi xwe re tîne zirarê bide çavkaniyên wan ên debarê û wan neçarî koçberiyê bike.
 
Ji bo li gundê Licikê yê navçeya Kanîreş a Çewligê lêgerîna ava jeotermalê, di 3’yê Çileya 2023’yan de serlêdan hate kirin û Walîtiya Çewligê di 30’ê Adara 2023’yan de rapora “Hewcehî bi ÇED’ê nîne” da. Şêniyên gund, piştî destpêkirina xebatên sondajê hay ji rewşê bûn. Xebatên Şîrketa Madenvanî û Înşaetê ya Kurbanê ku ji bo hotêlvanî, çandiniya zebze û fêkî serlêdana lêgerîna ava jeotermalê kir, rê li ber bertekên xelkê di salên 90’î de bi darê zorê hatibû koçberkirin û di salên 2000’î de dîsa vegeriyabûn gundê xwe vekir. Şêniyên gund dibêjin ku bi projeyê re dê dewlemendiya nebatên li herêmê, xweza û Geliyê Periyê bê tunekirin. Welatî dixwazin proje bê sekinandin. 
 
Berdevkê Demê yê Platforma Parastina Hawirdorê ya Geliyê Periyê û ji şêniyên gund Ekrem Alan, got: “Bêyî destûrê ji gundiyan bigirin ev xebat dan destpêkirin. Niha li vir bîrek ava kirine û xebatên sondajê dikin. Van, rûxset ji bo ‘Hotêlvaniya Jeotermal, Seravanî û Çandiniya Zebze û Fêkî’ vekirine lê di piştperdeyê de li ava jeotermal digerin. Mînakên encamên van li Aydin, Îzmîr, Afyon û hwd. hene. Dema rûxsetê didin, ekolojiya vir, qada jiyanê li ber çav nayê girtin. Ya din, hingivê Çewligê li cîhanê pir kêm tê dîtin. Û ev hingiv li Geliyê Periyê ye. Anku ji hêla gihayên endemîk ve li Tirkiyeyê yek ji geliyên bêmînak e. Yek ji herêmên herî zêde lê giha heye jî herêma Haydarê ye.” 
 
'WELATÊ ME DI BIN DAGIRKERIYÊ DE YE’
 
Alan, got ku hele li geliyekî wiha di 2-3 hezar metreyan de aveke bi ser 200 santîgrat derecê de were derxistin, ev dê bi xwe re metalên giran, kîmyewî û gazan derxîne û ev tişt anî ziman: “Ev gaz dê li xwezayê bimînin. Anku şîrket ava derdikeve reaksiyon nakin. Heke lêçûna derxistina avê lîreyek be, lêçûna xebata reaksiyonê 10 lîre ye. Lewma nakin. Avên me herî zêde 20 metreyan di bin erdê de ne. Ew gazên ew derdixînin tevî ava me ya vexwarinê dibin û hem me hem jî çîçek, zebze û fêkiyan jehrî dikin. Ev jî di serî de penceşêr, gelek nexweşiyan bi xwe re tînin. Anku welatê me niha di bin dagirkeriyê de ye.” 
 
'EM Ê NEHÊLIN WELATÊ ME TUNE BIKIN’ 
 
Alan, da zanîn ku hilberandina termalê dikare bi rêya ba û çandina çîçekên lavantayê jî were kirin û got: “Li devera gihayên endemîk ên herî xweşik lê şîn dibin em hilberîna hingiv bikin, ajalvanî û çandiniyê bikin. Me tiştekî raset e xakeke eqwas berhemdar mirov bide dagirkeriya şîrketekê? Li 10 metreyan dûrî cihê xebatan avahiyek heye. Dema sibe dusibe li vir termalek hate avakirin, dê gund weke qada rezervê bê ragihandin û bi darê zorê îstîmlaq bikin. Divê her 50-60 salan gundên me neyên valakirin û ev nebe qedera me.”
 
Alan, diyar kir ku ew ê têkoşîna hiqûqî bidin destpêkirin û wiha pê de çû: “Biqasî 100 km’ên Geliyê Periyê derdora 37 gund hene. Em li tevahiya van gundan geriyan û me îmze kom kirin. Hemû kesan jî îmze dan. Ji bo avakirina santralekê 12 donimên erd lazim in. Li gorî gotinan, li vî gundî dê 5 heb bên çêkirin. Anku 60 donimên erd dê bigirin. Ma heta gund ranekin dê çawa ava bikin? Anku dê gundê me rakin. Em vê naxwazin. Gundê me nêzî 3-5 hezar sal in avakirî ye û li ser Rêya Armûşê ye. Bila warê me tune nekin û em ê destûrê nedin.” 
 
'XEBAT LI CEM MALÊN WAN TÊ KIRIN’ 
 
Eylem Kehraman jî diyar kir ku ew li gundê xwe jeotermalê naxwazin û ev termal dê zirareke mezin bide xweza û jiyana wan. Eylem Kahramanê got ku xebatên heyî rê li ber qirêjiya deng vedikin, toza wê wan aciz dike û got: “Me tenê ev gund heye û nikarin bi cihekî ve biçin. Çima zirarê didin xwezaya me? Xebat tam li kêleka me tên kirin. Li cem wan mal jî hene. Em dixwazin ev xebat were sekinandin û em li gundê xwe jeotermalê naxwzin.” 
 
'XEBAT 100 METREYAN DÛRÎ MALA ME YE’ 
 
Sezgîn Kahraman jî ew ji ber xebatan gelek xemgîn e û got: “Rêya pezê me girtine. Di navbera cihê xebatan û mala me de 100 metre ka hene yan na. Em gundî vê xebatê naxwazin. Heke termal li vir bê çêkirin dê ajalvaniya li herêmê biqede. Gelek ajalên cuda û gelek giha û fêkî li vê herêmê dijîn. Dê tevek tune bibin. Li cihê xebatan ne tevdîrek heye, ne tabelayek heye. Bîreke bi qasî 3-4 metreyan kolane lê tu tevdîr negirtine. Heke zarok bikevin wê bîrê dê kî hesabê vê bide? Em ji her kesî alîkariyê dixwazin û bila ev xebat bê sekinandin.” 
 
'HETA JI GUNDÊ ME DIÇIN EM Ê LI BER XWE BIDIN’ 
 
Turkan Abayli ku li gund ajalvaniyê dike jî got: “Ev xebat dê zirarê bidin me. Bila xwe têkilî xwezaya me nekin û dixwazin bi aramî bijî. Em naxwazin kesek ji derve were û xwezaya me talan bike. Bila vê xebatê bidin sekinandin, ji gundê me derkevin û me aciz nekin. Heta ji gundê me derdikevin em ê têbikoşin.” 
 
MA / Heval Onkol
 
 

Sernavên din

15/08/2025
13:38 Kanyona Qizilxaçê di nava sergoyê de hatiye hiştin!
13:37 Diyanetê mafê mîrasê ya jinan hedef girt
12:28 DEDAŞ’ê li Dêrikê dest danî ser trafoyên cotkaran
12:00 Trump û Putîn dê îro li Alaskayê bicivin
11:48 DEM Partiyê ji wezîr Yilmaz pirsî: Êrişkirina cenazeyê di kîjan qanûn û wijdanê de heye?
11:38 Ayşegul Dogan: Destkeftiyên Kurdan ên li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê ne xetere lê firsend in
10:46 Li Sirbistanê protesto: 60 sivîl û 16 polîs birîndar bûn
09:38 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Tevî tecrîdê jî Ocalan dixwaze aqilê çareseriyê pêş bixe
09:09 'Divê em li dijî tiryakê şiyar bin'
09:08 ‘Her kêliya Koçero ji bo têkoşînê bû'
09:07 Ocalan 27 sal berê gotibû pêdivî pê heye: Îdeolojiya Rizgariya Jinê çima girîng e?
09:00 ROJEVA 15’Ê TEBAXA 2025’AN
08:41 Li dijî ÎBB’ê operasyoneke nû: Ji bo 44 kesan biryara binçavkirinê hat dayin
14/08/2025
21:55 Li Amedê 'Meşa Civaka Demokratîk'
16:24 Erdogan ji bo pêvajoyê peyama ‘gava nû’ da
16:23 Welat Zal li ser gora xwe hat bibîranîn
15:07 Îmzeyên li dijî qirkirina daristanan hatin komkirin şandin Meclisê
14:58 Der heqê çawişê pispor ê destê zarokekî şikandî de serlêdana sûc hat kirin
14:26 Akengîn li warê xwe Amedê bi coş hat pêşwazîkirin
14:20 Şîna ji bo Metîn Arslan hatibû danîn bi dawî bû
14:18 ÎHD: Li Êlihê mafê tenduristî û jiyanê ya girtiyan tê binpêkirin
14:15 Li Girtîgeha Karabukê tehliyeya 14 girtiyan hate taloqkirin
14:05 Der heqê Bîrîncî ê AKP’î de lêpirsîn hat destpêkirin
14:01 Ozel: Bîrîncî yê AKP’î ji Kapkî 2 milyon dolar xwest
13:09 Kesên di Komkujiya Dîgorê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
11:32 Îşçî ku ji bo komîsyonê hat vexwendin: Heke li Ocalan guhdarî nekin dê pêvajo temam nebe
10:56 Li Mêrsîn û Hatayê şewat: Gelek kes hatin tehliyekirin
10:44 Parêzer Epozdemîr hate girtin
09:54 Akademîsyen Neşe Ozgen: Mezintirîn astengiya li pêşiya aştiyê tecrîd e
09:49 10 sal bere hatin qetilkirin hê jî dosyaya wan veşartî ye
09:27 Qirkirina daran li cih lêkolîn kir: Encamek ji polîtîkaya dagirkeriyê ye
09:22 'Ji bo aştiyê hiqûq, edalet û demokrasî divê'
09:21 Li Wanê şahiya ciwanan: Azadî nêz e
09:01 ‘Divê civaka sivîl ji bo cîvakîkirina pêvajoyê bixebite'
09:00 Li Dêrsimê bi awayekî komunî mala çandê ava kirin
09:00 ROJEVA 14’Ê TEBAXA 2025’AN
09:00 Li Hewagê hevdîtina jinan
13/08/2025
22:26 'Em amade ne, bila desthilat jî amade be'
16:32 Li jina ku daxwaza ‘were emniyetê’ red kirî heqaret hate kirin
16:29 Artêşa Îsraîlê plana ‘kontrolkirina’ Xezeyê erê kir
16:21 Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê piştgirî da çalakiya li Şirnexê: Em li vir in
15:14 DEM Partî bi karkerên tekstîlê re civiya
14:23 Li Qilebanê gundiyan li dijî madenê dest bi nobetê kir
14:20 Li Wanê dê mitînga ‘Ne tecrîd dê azadî bi ser keve’ bê lidarxistin
14:04 Hakan Fîdan dîsa HSD hedef girt
13:56 Li Zozana Korxanê atolyeya ‘Îdeolojiya Rizgariya Jinê’ hat lidarxistin
13:34 Buroya Rojnameya Evrenselê ya li Îzmîrê hate gulebarankirin
13:33 Li Manîsayê 2 kes ji ber şewatan hatin girtin
13:15 Rojnemeger Wedat Hisên hat bibîranîn: Em ê kujeran ji bîr nekin
13:03 Cenazeyên 22 Êzidiyan bi merasîmekê radestî malbatên wan hatin kirin
13:02 Wesayîta ji bo vemirandina şewatê diçû qeza kir: Kesek mir
12:08 Li Sindirgiyê bi pileya 4.0’ê erdhej çêbû
12:07 DEM Partî: Hefteya pêş dê komîsyon li nav û saziyên hatine diyarkirin guhdar bike
11:33 Li Kolombiyayê êriş: 3 leşker hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn
11:00 Ji jinên li dijî Talîbanê li ber xwe didin heta Rojava: Em platformên hevpar ava bikin
10:09 Binpêkirinên li girtîgehê vegot: Wekî dojehê bû
09:25 Li Îdirê atolyeya ‘îdeolojiya Rizgariya Jinê’
09:20 32 sal di ser komkujiyê re derbas bûn: Dixwestin sûc têxin stuyê PKK'ê
09:13 Qirkirina daran a walîtiyê digot ‘hatiye sekinandin’ didome
09:01 ‘Çekên ku Şengal rizgar kirin bûn sembola aştiyê'
09:00 Dayikan bang li dewletê kir: Rêya aştiyê vekin
09:00 Dixwaze pîşeya xwe fêrî nifşên nû bike
09:00 ROJEVA 13’Ê TEBAXA 2025’AN
12/08/2025
21:49 Komisyon dê hefteya bê Dayikên Aştiyê û xizmên windayan guhdar bike
21:31 Cenazeyê Nûreddîn Sofî hat definkirin
19:18 Li Mersînê jinek hat qetilkirin
18:48 Cenazeyê 22 Êzdiyên hatin qetilkirin anîn Mûsilê
16:44 Yildiz ê MHP’î: Hiqûqê înfazê divê jinûve bê nivîsandin
16:36 Şîna Azad Ararat hate ziyaretkirin
16:28 CHP’ê ji bo ‘demokratîkbûnê’ 29 xal pêşkeşî komîsyonê kir
15:43 Endamê Koma Aştiyê Aktaş li ser gora xwe hate bibîranîn
15:22 Kurtulmuş: Meseleya esasî ya komîsyonê sererastkirinên pêwîst in
15:02 Li Îzmîr û Aydinê şewat derketin
14:40 Înîsiyatîfa Rêzgirtin Edalet û Rêzgirtin ji Miriyan re: Êrîşên li dijî cenazeyan zirarê dide pêvajoyê
14:18 Komîsyona Meclisê cara 3’yemîn civiya
14:15 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Komîsyon dê nexşerêyê nîqaş bike
14:03 Li Mersînê 11 kesên ku êrîş pêk anîbûn serbest hatin berdan
13:27 Dayika Metîn Arslan: Ez bi kurê xwe serbilind im
13:21 Ozgur Ozel têkildarî komîsyonê daxuyanî da
13:17 Li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê operasyon: 17 kes hatin binçavkirin
13:01 Li Sudanê li dijî kampa penaberan êriş hat kirin: 40 kes hatin qetilkirin
12:50 Şewata li Manîsayê di roja 2’yan de didome
12:14 OHD'ê bang li dewletê kir: Rêzê ji bo mafê şîngirtinê û definkirinê bigirin
11:44 Nûreddîn Sofî dê li Qamişloyê bê definkirin
11:43 Ji bo Metîn Arslan meş hat lidarxistin: Em ê têkoşîna wan mezin bikin
11:37 Altiparmak: Divê îfadeya Akin Ozturk a têkildarî Roboskê weke firsend bê dîtin
10:46 Dîsa Minbic hat dagirkirin: Hişmendiya wan wek ya DAIŞ’ê ye
10:31 Ji Weşanxaneya Aramê 5 pirtûkên nû
09:54 Hevserokê OHD’a Enqereyê Sîdar: Divê komîsyon Ocalan guhdar bike
09:38 ‘Heta pirsgirêka Kurd çareser nebe destkeftiyên jinan misoger nabin’
09:08 Polîsan ji bo 'sihbetê' gazî wî kir, piştî ku red kirî gef lê hatin xwarin
09:02 Şêniyên gundê Mizakê: Em ê rê nedin talanê
09:01 Dayikên Aştiyê: Em dixwazin bi Ocalan re hevdîtinê bikin
09:00 Rojnamevana der barê wê de biryara kelemçeya elektronîk hat dayîn: Ev cezakirin e
09:00 ROJEVA 12’Ê TEBAXA 2025’AN
07:59 Li dijî ÎBB’ê operasyoneke nû: Ji bo 14 kesan biryara binçavkirinê hat dayin
07:53 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire
11/08/2025
19:45 Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê civiya
18:19 Li Wanê jin li dijî qirkirinan meşiyan
17:32 Di navbera Iraq û Îranê de peymana 'ewlehiya sînor'