Endama Koordînasyona KJAR’ê: Li Rojhilat û Îranê xeteke nû ya têkoşînê heye

  • rojane
  • 10:34 16 Îlon 2025
  • |
ŞIRNEX - Endama Koordînasyona KJAR’ê Denîz Derya diyar kir ku ji roja Jîna Emînî hatî qetilkirin heta niha jinan tevî hemû zextan jî paşvegav neavêtine û got: “Têkoşîna pêkvejiyanê bû malê hemû civakê. Jin êdî dixwazin ka çi dixwazin û çi naxwazin.”
 
Jina ciwan a Kurd Jîna Emînî, di 13’ê Îlona 2022’yan de li Tehranê ji hêla rejîma Îranê ve hate biçavkirin û 3 roj piştre (16’ê Îlona 2022’yan) hate qetilirin. Piştî qetilkirina Jîna Emînî, bi dirûşma “jin, jiyan, azadî” çalakiyên protestoyî hatin destpêkirin û vê berxwedanê bi xwe re ne tenê veguherîneke polîtîk lê di heman demê de veguherîneke civakî û fikrî jî anî. Endama Koordînasyona Civaka Jinên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Denîz Derya, têkildarî bandora tevgera jinan a li ser herêmê û xeta “jin, jiyan, azadî” ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.  
 
‘JI HÊLA HIŞMENDÎ, ÇANDÎ Û ŞOREŞÎ VE NÛBÛNEK ÇÊKIR’ 
 
Denîz Deryaye diyar kir ku Şoreşa “Jin Jiyan Azadî” di carekî de dernekete holê lê bi saya têkoşîna tevgera jina azad a gelê Kurd derketiye holê û got: “Careke din li Kurdistanê û cîhanê de terzê têkoşîneke nû derxiste holê. Bi taybetî di pêşengiya gelê Kurd û bi pêşengiya jina Kurd de, li Kurdistanê de jin careke din bûn xwedî armanc, xwedî rêxistin, xwedî parastin. Bi pêşengiya Rêber Apo jinan careke din îradeya xwe bi dest xist.  Bi wêrekiye pir mezin hem ji aliyê hişmendî û hem jî ji aliyê çandî, civakî û şoreşî de nûbûnek çêkir. Vê rastiyê bandoreke pir mezin li ser tevahiya cîhanê kir. Di heman demê de bi pêşengiya Rêber Apo de pêş ket û bi felsefeya Jin Jiyan Azadî careke ditir li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de teqîneke pir mezin rû da. Ev şoreş ne yek roj yan jî du rojî bû. Êrişa li ser Şiler Resûlî û navenda Tehranê de êrişa li ser Jîna Emînî careke ditir li hemberî rejîma Îranê gel rabûn serhildana. 
 
SERHILDANA ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ KÎNA HEZAR SALAN E 
 
Serhildana Jin Jiyan Azadî kîna hezar salan a ku li hemberî pergala mêrserwer, pergala dewletperest ya ku gelan tune dike, îradeya jinê tune dihesibîne û tune dike, jinan kole dikir, bêhelwest dikir re jin careke din rabûn ser piyan mil bi mil û mêr re hevbeş careke din daxwaza xwe ya jiyana azad, jiyana demokratîk nîşan dan. Bêguman vê şoreşê careke din hişmendiya civakê da nîşandin û ev pir girîng bû. Ev şoreşeke zîhnî bû, şoreşeke felsefîk bû, şoreşeke daxwaza jiyana demokratîk, jiyaneke azad bû. Careke din rejîma Îranê xiste bin lêpirsînê. Qanûnên hezar salan ê ku li ser jinan dihatin ferzkirin, careke din bi têkoşîna jin re kete lêpirsînê. Bêguman li hemberî vê rejîma Îranê şûna ku daxwazên gelan re, daxwazên jinan re rê veke, çareseriyê bibîne bi girtin, kuştin û darvekirinê bersiv da. Lê me di vê şoreşê de dît ku ew jina ku bi tirsê di malê de nava çar diwaran de hiştinê de diwarên vê tirsê şikandin. Ne bi girtinê û ne jî bi darvekirinê netirsiya.”
 
'ÊDÎ JIN DIZANIN KA ÇI DIXWAZIN Û ÇI NAXWAZIN’
 
Bi domdarî Denîz Deryayê anî ziman ku ev bêtirsbûyin û şoreşa jinan li ser hişmendiya civakê jî guhertinek mezin kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em îro jî vê rastiyê dibînin. Pir kes dibêjin şoreş sar bû, şoreş nema. Pir kes bi vî çavî lê dinêrin. Lê di vê ku mirov vê rastiyê bibîne; tiştên ku şoreşa Jin Jiyan Azadî derxistin holê, helwesta ku şoreşa Jin Jiyan Azadî derxistî holê li Kurdistan û Îranê xeteke nû yê tekoşînê çêkir. Di vê xetê de me dît ku civak çi dixwaze, jin çi dixwazin, ciwan çi dixwazin pir awayeke pir zelal careke ditir derkete holê. Tişta girîng ew bû ku di şexsê jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de dît ku jin êdî dizane çi bixwaze yan jî çi nexwaze. Ev ji bo tekoşînê xaleke pir girîng bû. Ji bo wê jî pir kes vê weke sarbûnê didin nîşandin lê nabînin ku çi guhertineke zihnî di civakê de çêbûye. Dîtina vî tiştî jî pir girîng e.
 
PERGALA HEZAR SALÎ XIST BIN LÊPIRSÎNÊ
 
Em îro jî dibînin bi şoreşa Jin Jiyan Azadî re rejîma Îranê di nava xwe de rizandin jiyan kir. Çimkî cara yekemîn bû, dibe ku pir caran şoreş pêş ketibin, pir caran serhildan pêşketibin. Lê van serhildanan xwe re guhertineke dîrokî çênekir. Loma serhildana şoreşa Jin Jiyan Azadî guhertineke pir dîrokî di nava civakê de çêkir. Pergaleke ku bi hezaran salan li ser erk bû, di aliyê felsefî de, zîhnî de, etîk û estetîk de xiste bin lêpirsînê. Ev jî ji bo pêşeroja şoreşa Jin Jiyan Azadî gelek girîng bû. "
 
‘REJÎM JI BO ŞOREŞÊ VALA DERXÎNE HER CUREYÊN ÊRIŞAN DIKE’
 
Di berdewamê de Denîz Deryayê destnîşan kir ku rejîm ji bo ku vê şoreşê vala derbixîne, ji bo ku gelan bêhelwest bike, ji bo ku tirsekî di nava gel de ava bike, her êrişekî li ser jinan dike û got: “Dixwaze ku gav bi jinan bide paş avêtin. Dixwaze ku helwestê jinan ê demokratîk û jiyana azad dûr bixe bi her aliyê ve bi şerê taybet, bi girtin, bi darvekirin û bi terorîzekirinê dixwaze ku careke dîtir vîna jin bişkîne. Lê em vê rastiyê zelal dibînin jin tu carî ev qebûl nekirin û dê pêşerojê de jî vê qebûl nekin. Mirov wê rastiyê baş dibîne ku jin her aliyî de vê tekoşînê her diçe mezintir dikin û dixin malê civakê hemûyê. Yê ku îro pêşengiya vê dike em zindanên rejîma Îranê de dibînin. Em vê di şexsê Zeyneb Celeliyan de, di şexsê Werîşe Muradiyan de, di şexsê Pexşan Ezîzî de pir zelal dibînin. 
 
TÊKOŞÎN BÛ MALÊ HEMÛ CIVAKA ROJHILATÊ KURDISTANÊ Û ÎRANÊ
 
Bi her awayî xwestin ku îradeya girtiyan bişkînin, tirsa ku li ser girtiyan çêdikin li ser civakê jî belav bikin. Lê vê yekê tirsek dilê jinan de çênekir. Carekî jî jinan ew eşqa azadiyê, eşqa jiyana demokratîk, daxwaza jiyaneke nû bernedan. Em vê rastiyê pir zelal di kolanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de dibînin. Ji bo wê jî em têkoşîna xwe ya pir cureyî bi her awayî didin meşandin. Ji aliyê mamosteyan ve bi şêwazekî têkoşîna wê tê kirinê, ji aliyê parastinê de têkoşîna wê tê kirinê, ji aliyê karkeran ve têkoşîna wê tê kirin. Ev hemû jî didin diyar kirin ku êdî gelên azadîxwaz, gelên demokrasîxwaz, gelên ku dixwazin hevbeş bi yek dengî û pirrengî li ser vê axê jiyan bikin hebûna vê rejîmê tu caran qebûl nakin. Têkoşîn ji bo hevbeşbûnê, ji bo yekgirtinê carekî de Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de pêş ket û bû malê hemû civaka Rojhilatê Kurdistanê û Îranê. 
 
Di vî aliyî de em wê baweriyê de ne ku hemû gel, hemû kesên azadîxwaz û demokrasîxwaz, nivîskar û hunermend çawa di şoreşa Jin Jiyan Azadî de bûne xwedî helwest. Guhertineke pir mezin jî çêkirin. Em di wê baweriyê de ne ku xwe bêtir li ser guhertin û veguhertina civakê de birêxistin bike. Yê ku di vê dê herî zêde rol bilîzin jî jin in. Di vî aliyê de rê dayina jinê û rê li jinan vekirin jî pir girînge.” 
 
‘REJÎM LI ŞÛNA PERGALA XWE DEMOKRATÎK BIKE, ÊRIŞÎ GELAN DIKE’
 
Denîz Deryayê bal kişand ser zextên ser rejîmî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hem zextên derve hene û hem jî zextên gel yê navxweyî yê li ser rejîmê, rejîm xistiye di bin lêpirsîneke pir mezin de. Rejîm şûna ku gav biavêje û pergala xwe demokratîk bike, bi gelan re bi şêwazeke demokratîk danûstandinê bike, berojavî wê ji bo ku xwe li ser piyan bigire û xwe weke hêz bide nîşandin hêrî zêde êrişî li ser jiyana gelan dike. Dixwaze ku gelan bêhelwest bihêle. Bi nêhiştina kar girtina jin, nehiştina hebûna jin a di xebatên civakê de, aloziya aborî rejîmê ber bi aloziyeke mezin a navxweyî ve dibe. Ji ber ku rastiya pergala desthilatdar a mêrserwer dibîne dizane ku xeteke çawa jî ji bo gelan diyar bike. Lê dizane ku gel vê tu caran qebûl nake. 
 
HEKE REJÎM GAVAN NEAVÊJE DÊ HILWEŞE 
 
Bi şerê Îran û Îsraîlê re careke ditir me rastiya gelê Kurdistanê, daxwazên jinan, gelan dît ku daxwaza wan ne tenê daxwaza hilweşandina desthilatdariyekî ye û desthilatdariyeke din anîna li ser hikûmetê ye. Daxwaza jinan û gelan pergal çawa demokratîk bibe, çawa bikaribe jiyaneke azad, jiyaneke hevbeş ê xwîşk û biratiya gelan li ser axa Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çawa pêş bikeve. Me helwesta gel careke din dît ku tu caran gelê azadîxwaz, gelên demokrasîxwaz hegomonyayên heyî qebûl nekirine û li dijî hegomonyaya heyî her tim bûne xwedî helwest. Ya girîng ew e ku em vê rastiyê baş bibînin. Rejîma Îranê di nava zehmetiyekî, di nava buhraneke pir mezin de ye. Di vê rewşa xwe ya heyî de heke ku gavan neavêje tenê du çare hene yan dê teslîm bibe hilweşe yan jî dê daxwazên gelan ê xeta sêyemîn qebûl bike. Li ser vê esasî qanûnên xwe yê ku bi aqlê zilam hatine destnîşankirin dê biguhere ku civakê re rê ji bo têkoşîna demokratîk veke, yan jî dê hilweşe. 
 
ŞOREŞA JIN JIYAN AZADÎ DIKARE BIBE TOVÊ JIYANA DEMOKRATÎK Û AZAD 
 
Bêgûman weke civak û weke jin bendewariyeke me ji desthilatdaran nîne. Desthilatdar dikare bi çi bê hilweşandin? Bi têkoşînê, bi xwe rêxistin kirinê û bi xwe parastinê bê tune kirin. Di vî aliyî de jî em di wê baweriyê de ne ku asta civak gihiştinê, asta jin gihiştinê, ciwan gihiştinê dê xeta netewa demokratîkbûnê, dê xeta civaka aştî û demokratîk dê bikaribe biryarên xwe bide û xwe bi xwe birêve bibe. Encax em dikarin wiha biserbikevîn. Di vî aliyê de herkes dikare şoreşa Jin Jiyan Azadî bike tovê jiyana demokratîk û azad. Li ser vê xetê xwe birêxistin bike û têkoşîn bike. Bi vê re dikare pirsgirêkên jin, ciwan û civakê re û aborî re bibe bersiv. Gelê me yê ku daxwaza aştî, azadî û demokrasiyê dike hatiye wê merheleyê ku li ser vî esasî xwe birêxistin bike û pergala xwe jî saz bike. Em di wî baweriyê de ne ku herkes di vî aliyî de têkoşîna xwe jî hevbeş bike."
 
MA / Zeynep Durgut
 
 

Sernavên din

12:36 Filistînê ji bo Xezeyê bang li civaka navneteweyî kir
12:33 ‘Têkoşîna Jîna Emînî pêşengtiya jinan kir’
12:24 Li pêşiya KE’yê çalakî: ‘Mafê hêviyê’ cîbicî bikin
12:12 Li Dêrsimê xetereya erdhej, hezaz û lehiyan
11:41 Bavê girtiyê nexweş ê mafê wî yê hêviyê nayê cîbicîkirin: Ev îşkence ye
11:10 Jinên Meksîkayî ji bo ‘mafê hêviyê’ çalakî li adr xistin
11:05 Ji bo meşa Amedê bang: Em azadiya Ocalan biqîrin
10:56 Hinceta taloqkirina tehliyeya Mizrakli: Ji rêxistinê veneqetiyaye!
10:44 Ji Komîteya Wezîran re name: Di mijara ‘mafê hêviyê’ de peyama zelal bide
10:34 Endama Koordînasyona KJAR’ê: Li Rojhilat û Îranê xeteke nû ya têkoşînê heye
09:49 Îsraîlê li dijî Xezeyê operasyona bejahî da destpêkirin
09:35 Li Amedê xebatên ji bo meşa ‘mafê hêviyê’ didomin
09:30 Li Çiyayê Gabarê gefeke nû: 114 bîrên sondajê yên nû tên vekirin
09:19 Li Gilîdaxê pirsgirêka sergoyê
09:00 ROJEVA 16’Ê ÎLONA 2025’AN
15/09/2025
19:54 Kampanyaya ‘Em ji bo bijîn û bidin jiyandin birêxistin dibin’ hat destpêkirin
17:00 Foruma Sûriyeyî ya 5’emîn: Serkeftina Rêveberiya Xweser piştrast bû
16:24 Nêrgiz Mihemedî: Dixwazin tolê ji tevgera ‘jin, jiyan azadî’ hilînin
16:12 Malbata ji bo hevdîtina girtîgehê diçû Erzînganê di rê de qeza kir
15:30 Ji bo meşa 17’ê Îlonê li Wanê belavok hatin belavkirin
15:24 Di êrişa çekdarî ya Êlihê de 24 kes hatin binçavkirin
15:20 Êrişên li dijî goristanan bi navê ‘Hey Hewar’ bû belgefîlm
14:44 Ji Mûşê banga ‘mafê hêviyê’ cîbicî bikin
14:29 Ji OHD’ê rapora girtîgehên Osmaniye û Tokatê: Tehliye bi biryarên lijneyê tên astengkirin
14:09 Mûçeyê kêmtirîn ji sedî 68 di bin sînorê birçîtiyê de ma
14:03 BTK’ê ji bo nûçeya têkildarî qeyûmê Xelfetiyê biryara astengkirinê da
13:34 Komîsyon dê vê hefteyê li akademîsyen, komele û weqfan guhdarî bike
13:30 Xelkê Amedê: Divê komîsyon li Abdullah Ocalan guhdarî bike
13:19 Dê li 3 bajaran ji bo ‘Mafê hêviyê’ meş bên lidarxistin
12:36 Di cînayeta nefretê de tê payin mutalaa were pêşkeşkirin
12:28 KNK: ‘Jin, jiyan, azadî’ çirûska avakirina civakek demokratîk û azad e
12:24 Ji 39 jinan ji bo KE’yê nameya ‘mafê hêviyê’
12:16 Erol hevdîtina dawî ya li Îmraliyê vegot: Divê pêvajo derbasî qonaxa duyemîn bibe
11:33 Li girtîgehên Tîpa S û Ewlehiya Bilind tecrîd didome
10:44 Di çanda Kurdî de gefa ‘modayê’: Kiras û fîstan ji eslê xwe tên dûrxistin
10:14 Rewşa Îranê ya piştî 'Jin, jiyan, azadî': Jin li bendê namînin, ava dikin
09:57 Komîteya Wezîran ji bo ‘mafê hêviyê’ dicive: Tê payin ku biryara navberê bê dayin
09:28 Xwebûn bi manşeta ‘Mafê hêviyê gerdûnî ye’ derket
09:00 ROJEVA 15’Ê ÎLONA 2025’AN
09:00 Parêzer ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin
08:03 Li Êlihê êrişa çekdarî: Dayik, bav û 2 zarokên wan hatin qetilkirin
14/09/2025
16:17 Mûrat Arslan piştî 30 salan hate berdan
15:43 Çalakiya Belucan di meha 3’yan de didome
14:46 Li Mêrdînê TUHAD-DER hate avakirin
14:27 10 rêxistinên zarokan ji bo Şerîfe Mihemedî bang kirin
14:10 Li gelek bajaran çalakiya ‘mafê hêviyê’: Biryara DMME’yê bicih bînin
13:18 Ocalan ji eşîrên Ereb re name şand: Ji bo Sûriyeya demokratîk hûn dikarin rolekî girîng bilîzin
13:04 Serkeftina Kobanê ji bo gelan bû hêvî
12:24 HSD: Hêzên hikûmeta Şamê li Dêrazorê êrişî hêzên me kirin
12:21 Rapora BÎSAM’ê: Sînorê birçîtiyê mûçeyê kêmtirîn derbas kir
12:04 Jody Williams: Tirkiye mecbûr e gavên li gorî pêvajoyê biavêje
12:03 Ji IPPNW Swîsreyê nameya ‘mafê hêviyê’: Divê tavilê bikeve meriyetê
12:03 Berxwedana li pişt dîwaran: Çalakiya ewil di qawîşa jinan de dest pê kir
11:22 Krîz û hişkesaliyê bandor li amadekariyên zivistanê kir
10:46 Li Dêrazorê li dijî şaneyên DAIŞ’ê operasyon: 8 kes hatin binçavkirin
10:41 Li Rojava sala nû ya perwerdeyê dest pê kir
10:39 ‘Bi veguherîna civakê re dikare pêşiya tundiya ser jinan were girtin’
10:15 Parêzer Guneş: Ocalan şensê dawî yê vê dewletê ye
09:57 Konsey dê bi rojeva ‘Mafê hêviyê’ bicive: Divê gav bên avêtin
09:40 Li Geliyê Xursê xetereya hişkesaliyê
09:17 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:16 Ji Çiyayên Kazê ber bi Bestayê ve: Em dikarin bi hev re xwezayê azad bikin
09:03 Li ser daxwaza zanîngehê parvekirinên têkildarî Rojîn Kabaîşê hatin astengkirin
08:56 ROJEVA 14’Ê ÎLONA 2025’AN
13/09/2025
16:46 Nêrgiz Mihemedî: ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hê zindî ye
16:03 SOHR: Li Siwêdayê 2 hezar û 38 kes hatine kuştin
15:47 Xwestin kesên li Siwêdayê hatine revandin bên berdan
15:32 Karayilan: Bêyî azadiya Rêber Apo aştî ne pêkan e
15:26 Rêxistina Efûyê: Divê Şerîfe Mihemedî demildest bê berdan
15:16 Ji bo girtiyên nexweş Poyraz û Îvrengî doza berdanê kirin
14:48 Parlamenterê îtalî: Divê Konseya Ewropayê mudaxilî doza Ocalan bibe
14:36 Ji Ocalan peyam ji bo festîvalê: Divê têkoşîna li ser axa xwe armanca me ya sereke be
14:10 Xizmên windayan: Komisyonê ava bikin û kiryaran eşkere bikin
13:30 Ji şahidê windakirina Kenan Bîlgîn name ji bo Dayikên Şemiyê
12:51 33’yemîn Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê dest pê kir
12:04 Abdullah Ocalan nameyek ji eşîrên ereban re şand
11:30 Profesor Eva Illouz: Ocalan ne şer, aştiyê hilbijart
11:07 Li Agiriyê teyrokê li gulberojan xist, lêçûn zêde bûn
10:22 Sushîla Karkî bû serokwezîra jin a ewil a Nepalê
10:04 Serşêwirmendê Erdogan, Hamdî Kiliç mir
10:01 Erdogan grevê qedexe kir
09:55 Cinayeta Dûrdû: Nexşeya cihê lê hat qetilkirin hat guherandin
09:14 Li herêma Kamçatkayê bi pileya 7.4 erdhej
09:11 'Bêyî şert û şirût divê mafê hêviyê bê pêkanîn'
09:06 Piştî 36 salan li gundê xwe nobed girtin: Em gundên xwe ava bikin
09:05 Dîrektorê IHRNGO'yê: Mirovan tiştên hatine serê wan di Jîna Emîniyê de dîtin
09:03 Bi ser şaredariya CHP'î de hat girtin
09:00 ROJEVA 13'ê ÎLONA 2025'AN
12/09/2025
18:11 Li Agiriyê hevdîtina jina
18:07 Civîna 9'an a Komîsyona Meclisê bi dawî bû
15:47 Meşa ‘Azadiyê’ ya ciwanan di roja 3’yan de didome
14:44 Civîna 9’an a komîsyona Meclisê dest pê kir
13:55 Bi ser derbeyê re 45 sal derbas bûn: Em bi hev re pêşerojeke demokratîk ava bikin
13:48 Trump û Serokwezîrê Qeterê dê bicivin
12:53 Li Pakistanê lehî rabûn: 2 milyon kes hatin tehliyekirin
12:44 Li Nepalê dê ji bo hikûmeta demkî muzakere bên kirin
12:18 Muzîkjenê navdar Wecker: Ji bo aştiyê şert e ku Abdullah Ocalan azad bibe
12:00 MAF-DAD'ê têkildarî ‘mafê hêviyê’ ji Komîteya Wezîran re name şand
11:49 Remzî Kartal: Nûnerên dewletê divê dev ji vî uslûbê xwe yê xerab berdin
10:58 Bahçelî: Ji bo aştî bifire divê du baskên wê hebin