NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Katz, diyar kir ku piştî berdana dîlgirtiyan dê tevahiya tunelên Hamasê tune bikin.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsrael Katz, ragihand ku piştî berdana dîlgirtiyên di destê Hamasê de, ew ê tevahiya tunelên Hamasê tune bikin. Katz, got ku artêşa amadekariya vê peywirê dike û ev operasyon dê di bin çavdêriya DYA’yê û mekanîzmayeke navneteweyî de bên kirin.
Li Şirîda Xezeyê toreke berfireh a tûnelan heye ku bi taybet jî ji hêla baskê leşkerî yê Hamasê ve tê bikaranîn. Artêşa Îsraîlê ragihandibû ku beşeke mezin a van tûnelan di nava şerê salekê de hatine îmhakirin. Li gorî Katz, tunekirina tûnelên saxlem di çarçoveya qonaxa “bêçekkirinê” ya Serokê DYA’yê Donald Trump ji bo Xezeyê pêşniyar kiribû de girîng e.
Li hêla din; Hamasê di daxuyaniyên xwe yên nava salekê de ragihandibû ku ew amade ne kapasîteya xwe ya çekan (sekinandina hilberandina roketên nû, hilweşandina tûnelên ber bi Îsraîlê ve) ast bi ast kêm bikin. Hamasê diyar kiribû ku ev yek tenê bi çareseriyeke siyasî ya pevçûnên Filistîn-Îsraîlê pêkan e. Endamê Buroya Siyasî ya Hamasê Hossam Badran, di roja şemiyê de gotibû: “Bi temamî çekberdana Hamasê behsa xeberê nîne.” Bi vê gotinê jî ev dibêtî red kiribû.