WAN - Xeta trênê ya TCDD'ê ku di pênc taxên navçeya Rêya Armûşe re derbas dibe, bûye korîdoreke mirinê. Welatiyên ku ji bo daxwazên xwe yên ji bo rakirina rê tu bersivek negirtine, daxwaza çareseriyekê dikin.
Xeta trênê ya li navçeya Reya Armûşê ya Wanê di 27'ê Îlona 1971'ê de bi hevkariya Rêhesinên Dewletê yên Tirkiyeyê (TCDD) û Rêhesinên Îranê (RAI) dest bi xebatê kir. Bi çêkirina binesaziya rêhesinê û pergalên xebitandinê re, ev xet bûye yek ji korîdorên sereke yên rêhesinê yên Tirkiyeyê ku pêwendiyê bi Asyayê re datîne. Lêbelê, rêhesinê ya 117 kîlometreyî ku di pênc taxên navçeyê re derbas dibe û veguhastina di navbera Wan û Îranê de pêk tîne, jiyana rojane ya welatiyan dixe xetereyê. Nebûna tedbîrên ewlehiyê û nîşanên hişyariyê li ser xetê ku bi salan e hem ji bo çûnhatina peyayan û hem jî ya wesayîtan, dibe sedema qezayan.
Xeta trênê ku di taxên Bostaniçi, Îskele, Karpuzalan, Beyuzumu û Îstasyonê re derbas dibe, bi taybetî ji bo zarok, kal û pîr û kesên astengdar xetereyeke cidî dide der. Ji ber ku li ser xeta bi qasî 10 kîlometreyî nîşanên hişyariyê, ronahî yan jî bariyerên derbasbûnê tune ne, bi taybetî bi şev xetere zêde dibe. Heya niha gelek kes mirine û birîndar bûne. Niştecih dibêjin ku wan gelek caran serî li rayedaran dane, lê tiştek bi dest nexistine.
RÊYA WESAYÎTAN, PEYAYAN Û TRÊNÊ YEK E
Niştecihê taxa Bostanîçiyê Rîfat Yildiz diyar kir ku ji ber xeta trênê di taxa wan re derbas dibe fikarên wan hene û got ku daxwazên wan ên ji bo rakirina wê bê bersiv mane. Yildiz got: "Gava trên derbas dibe, mirovên vê taxê nikarin ji malên xwe derkevin. Ji ber ku ji rêya trênê ditirsin. Ez 30 sal in li vê taxê dijîm, gelek qezayên ji ber trênê çêbûne. Em vê yekê dibînin û dibihîzin. Dema trên derbas dibin, qelabalixî ya çûnhatinê çêdibe û bi sedan wesayît neçar dimînin ku bisekinin. Mirov nerehet dibin. Ev rêya ku di nav taxê re derbas dibe pir xeternak e. Divê ji bajêr were derxistin. Derfet hene, lê mixabin, karên wisa nayên kirin. Ew tenê ji bo pêşandanê tên û diçin. Niha, wesayît, trên û mirov hemû di yek rêyê de ne. Pêdivî ye ku projeyeke berfireh were destpêkirin."
Nişteciha taxê Fîdan Hûseyînoglûyê jî bal kişand ser xetereyên ku ji ber xeta trênê rû didin û got: "Zarokên me nikarin derkevin derve. Em rê li vir naxwazin. Gelek jin, zarok û kal û pîr ji ber trênê mirine. Xeta trênê rasterast di ber mala me re derbas dibe. Em her roj zarokên xwe dibin dibistanê, li aliyê din yê kolanê. Divê rê ji vir rakin. Çi dikin bila vê pirsgirêkê çareser bikin."
'BILA PIRSGIRÊKÊ ÇARESER BIKIN'
Eref Tîmûr ku li heman taxê dijî, got ku ew heft an heşt sal in li wir dijî û tirsa ji ber rê bi taybetî bandoreke neyînî li ser zarokan dike. Tîmûr daxwaza rakirina rêhesinê kir û got: "Gelek qeza çêdibin. Par, jinek ji ber trênê jiyana xwe ji dest da. Divê ew vê rêhesinê ji taxa me rakin. Dema ku zarokên me derdikevin derve em ditirsin. Ger nikaribin wê rakin, divê tedbîran bigirin. Divê ew vê pirsgirêkê çareser bikin."
MA / Zeynep Dûrgût