‘Divê komîsyon biçe Îmraliyê'

  • rojane
  • 09:25 18 Cotmeh 2025
  • |
img
ÎZMÎR - Welatiyên Îzmîrê ku li ser pêvajoyê axivîn, gotin ku divê endamên komîsyonê Abdullah Ocalan guhdar bikin.
 
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û demokratîkkirina Tirkiyeyê li meclisê hat avakirin, ji ber ku gavên berbiçav navêje dibe cihê bertekan. Welatiyên ku li Îzmîrê dijîn, li ser pêvajoyê axivîn. Welatiyan destnîşan kir ku civakeke demokratîk dikare bi hev re were avakirin.
 
Ramazan Parilti,ku got, "Aştiya herî xirab jî, ji şer çêtir e," destnîşan kir ku divê her kes di şert û mercên wekhev de di nava aştiyê de bijî. Parilti got: "Hin kes li meclisê îro heqaretê li kurdan dikin. Kurd gelê resen ê vî welatî ne. Ji demên berê ve têkiliyek di navbera kurd û tirkan de heye. Îcar îro çi qewimî? Divê em vê biratiyê xurt bikin. Bi hev re, em dikarin civakeke demokratîk ava bikin. Bi hezaran mirovên me di vê pevçûnê de ku zêdetirî 40 salan dom kir, jiyana xwe ji dest dane. Li ser vê pêvajoyê fikarên min hene. Ew hîn jî nikarin kurdan tehemûl bikin. Aştî û demokrasî ji bo hemû gelan derbasdar in."
 
Mestan Taşkin got: "Hin komên li derveyî welatê me dixwazin dewlemendiya Tirkiyeyê parve bikin û ji bo vê yekê, ew dixwazin me ji hev cuda bikin. Em 40 sal in bi hev re şer dikin. Van pevçûnan di navbera mirovan de dubendî çêkiriye. Çima ev şer 40 sal in heye? Ewqas ciwan mirine. Dema ku ciwan diçin, welat jî diçe. Ez du caran çûme hecê. Ez bawer dikim ku ol di pirsgirêkên welêt û kuştina jinan de bi berfirehî tê bikaranîn. Îro, dema ku ol tê bikaranîn, her tişt diqede."
 
Zeynep Gurlerê diyar kir ku qanûnên ku ji hêla desthilatê ve hatine derxistin û polîtîkayên ku tên sepandin di nav civakê de nakokiyê diafirînin û ji ber vê yekê kuştinên jinan bê çareser dimînin. Zeynep Gurlerê bi bîr xist ku kuştina Rojîn Kabaîşê yek ji van kuştinên bê çareser e û got: "Ez bawer nakim ku li vî welatî mafê axaftinê bidin jinan an jî daxwazên wan werin bicihanîn. Bê guman, wekî jin, em her gav li vir in û em ê li vir bimînin. Qedexeyên wan dê tu tiştî îfade nekin. Lê her qedexeyek îsyana xwe diafirîne. Ez hêvî dikim ku pêvajoya aştiyê bi rengekî xweş bigihêje encamê."
 
'DIVÊ GEL BÊ SERWEXTKIRIN'
 
Îsmaîl Yirmidokuz got: "Kes şer naxwaze. Li Xezeyê jî şer heye. Em dixwazin ku şerê li wir jî bi dawî bibe. Em dixwazin ku pêvajoya li welatê me baş bi encam bibe. Tirk û kurd ne dijmin in. Li Tirkiyeyê pirsgirêkeke demokrasiyê heye. Em li dijî êrişên li ser şaredariyên ku ji hêla CHP ve tên rêvebirin in. Ez li dijî tayînkirina qeyûman im. Ger di van şaredariyan de pirsgirêk hebin, divê hilbijartin tavilê werin lidarxistin. Rûniştinên meclisê divê bi dizî neyên lidarxistin; divê vekirî bin. Ez aştiyê dixwazim, lê ez ji pêvajoyê bawer nakim."
 
Ahmet Bûgday ku dixwaze aboriya welêt baş bibe, destnîşan kir ku siyasetmedarên welêt pirsgirêkan girantir dikin û got: "Ger wan ew ji gel re bihişta, pirsgirêk dê bi xwe çareser bibûna. Îro, her gotina serokkomar şikestî ye. Ger tu li kêleka serokkomar bî, tu 'bira' yî, lê ger tu li dijî wî bî, tu 'terorîst' î. Li welêt pirsgirêkeke demokrasiyê û azadiya ramanê heye. Êrişên li ser şaredariyên CHP'î bi zanebûnî tên kirin. Wekî din, yên ku li ser desthilatdariyê ne armanc dikin ku Destûreke Bingehîn a demokratîk derxin, lê belê armanc dikin ku ya ku ew dixwazin derxin. Çêtir e ku ew bi gel re şêwirê bikin û li gorî wê pêşnûmeyeke Destûreke Bingehîn pêşkêş bikin. Pêdivî ye ku raya giştî ji tiştê ku diqewime agahdar bibe."
 
'DIVÊ KOMÎSYON BIÇE ÎMRALIYÊ'
 
Îmam Tek ku diyar kir ku ger aştî pêk were, aborî jî dê baştir bibe, got: "Ger aştî pêk were, mirov dê bi awayekî azadtir biaxivin. Her wiha, divê her kes karibe bi zimanê xwe yê zikmakî biaxive. Ji ber vê yekê, divê di vê pêvajoyê de rêziknameyên qanûnî werin danîn da ku zimanên zikmakî werin parastin. Ji bilî DEM Partiyê kesek din naçe Îmraliyê. Divê komîsyon biçe Îmraliyê, lê kes cesaret nake. Tayînkirina qeyûman ji bo şaredariyên CHP'ê jî zirarê dide pêvajoyê."
 
Emin Guven got: "Em li welêt aştiyê dixwazin, lê em ji siyasetmedaran bawer nakin. Li welêt nebûna şer û mirinan baş e. Ez cotkar im; ez zêde tiştekî li ser siyasetê nizanim, lê ez dixwazim ku welat ji pirsgirêkan bêpar be."
 
MA / Ûgûrcan Boztaş 

Sernavên din

12:22 Ji bo jiyaneke wekhev û azad dê Elewîtî bê gotûbêjkirin
11:53 Ji Abdullah Ocalan peyam ji bo konferansa Dayikên Aştiyê
11:50 Di şahiya li Şemrexê de ji bo Rojîn Kabaîşê edalet hat xwestin
10:17 Rojnamevanê Yewnanî yê ku belgefîlmên li ser Pontosê çêkiribû negirtin Tirkiyeyê
10:01 'Rêya aştiyeke mayinde di girtîgehan re derbas dibe'
09:25 ‘Divê komîsyon biçe Îmraliyê'
09:10 Di serlêdanên kar ên wezaretê de pirsa 'nijadê'
09:06 Banga ji bo kurdî: Têkoşîna ji bo ziman berpirsiyariyeke civakî ye
09:00 ROJEVA 18’Ê COTMEHA 2025’AN
17/10/2025
17:55 Bi girseyî serdana şîna Yilmaz û Sivaci hat kirin
16:49 Şînên endamên HPG, YJA Star û YPS’ê bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:07 Ji bo Kutlu û Akbalik li Pirsûsê şîn hatin danîn
16:07 Li Silopiyayê 2 polîs ji ber ‘şêlandina welatiyan’ hatin girtin
16:01 Welatparêzê Kurd Hasan Yildirim wefat kir
15:04 Li Zanîngeha Egeyê ji bo Rojîn Kabaîşê meş hat lidarxistin: Em ê bêdeng nebin
15:00 Amediyan bertek nîşanî Kurtulmuş dan: Gavên şênber biavêjin
14:59 Tulay Hatîmogûllari bi şandeya KESK’ê re hevdîtin kir
14:41 Kurtulmuş, çû serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
14:37 Tê payin ku rojnameger Aykol di nava rojê de were hişyarkirin
14:30 Kedkarên tenduristiyê piştgirî dan Nobeda Edaletê
13:59 Kurtulmuş li Amedê ye: Vê carê em ê bi serkevin
13:25 Forûma Avê ya Mezopotamyayê dest pê kir: Em xwedî li xweza û li çavkaniyên avê derkevin
12:36 Daxwaza rojnamevanan: Divê komîsyon li rojnamevanan guhdar bike
12:33 Abdullah Ocalan: Rêgeza hêviyê ji wan gava ye ku divê dewlet biavêje
12:01 Girtiyê nexwest destkelemçekirî bê tedawîkirin hate derbkirin
11:55 Tehliyeya Ardil Çeşme ya 30 sal in girtî dîsa hat astengkirin
11:54 Endamên KESK’ê yên ku xwestin biçin pêşiya Meclisê hatin dorpêçkirin
11:53 Ji Weşanxaneya Aramê 7 pirtûkên nû
11:02 Tehliyeya Nurcan Aslanê bi hinceta ‘sûcê xwe qebûl nekiriye’ hat taloqkirin
10:12 'Tirkiye vegera penaberan asteng dike'
10:11 Komîteya ku biryara DMME'yê bi Azerbaycanê da pêkanîn, çima ji bo Tirkiyeyê heman tiştî nake?
09:55 Cara 2'yemîn li Can Holdîngê oprasyon hat kirin: 26 kes hatin binçavkirin
09:54 Bijîşkê tev li otopsiya Rojîn Kabaîşê bû: Kêmasiyên di vêkolînê de pêvajo zehmet xist
09:09 Akin Bîrdal: Divê şandeyek ji komîsyonê teqez biçe Îmraliyê
09:06 Ji jinan ji bo ATK'ê: Hûn çi vedişêrin?
09:05 Tevî pêvajoya 'aştiyê' jî desthilat 'rêyên ewlehiyê' çêdike!
09:00 ROJEVA 17’Ê COTMEHA 2025’AN
16/10/2025
18:59 Komxebata ziman bi dawî bû: Ji bo statuya kurdî banga seferberiyê
16:44 Meşvanên KESK’ê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin
16:20 Ji ciwanan bang: Azadiya Rêber Apo jiyanî ye
16:17 Li Siopiyayê li dijî jinekê êriş hate kirin
16:03 Kurtulmuş dê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ziyaret bike
15:42 Ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan: Bila kiryar bên dîtin
15:27 Bernameya meşa ‘azadiyê’ ya ciwanan diyar bû
15:25 Li nexweşxaneyê serdanên ji bo rojnamevan Aykol didomin
15:13 Xwendekar li Dêrsim û li Wanê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
14:29 Gef li rojnamevan Rabîa Onverê hat xwarin
14:28 ‘Divê lêpirsîna têkildarî mirina rojnamevan Tosun bê berfirehkirin’
14:26 Komxebata zimanê Kurdî: Divê em li dijî qedexeya ziman li ber xwe bidin
13:35 Bayar piştî 31 sal û 6 mehan hate berdan
13:34 Şîna Yûsûf Gucel bi girseyî hat ziyaretkirin
13:12 Parêzerê Nevzat Bahtiyar xwe ji dosyayê vekişand
13:03 Di doza rojnamevan Bêrîvan Kutluyê de dê mutalaa bê amadekirin
12:17 Xetereya li ser jiyana Aykol didome
12:11 Komxebata ziman di roja 2’yan de ye: Divê Kurdî di her qadê de bê axaftin
12:03 ‘DNA'yên li ser laşê Rojînê yên kê bin aşkera bikin’
11:35 ‘Komîsyon mecbûr e rêya hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bibîne’
11:08 Beşdarên komxebata zimanê Kurdî: Statuya ji bo Kurdî şertê sereke yê aştiyê ye
10:53 Hêzên Şamê êrişî gundên Siwêdayê kir
10:37 Rapora pisporan a piştî 6 salan: DSÎ û qeyûm biqisûr e
10:29 Li Qoserê ÎHA’yek kete xwarê
10:07 Li dijî avahiya DEM Partiyê êriş hate kirin
10:06 Li Kurdistanê kevneşopiya dermanê kurmancî: Jinên şîfakar
09:55 Li Stenbolê qeydên atolyeya Jineolojiyê dest pê kir
09:53 Endamê Komîsyonê Firat: Divê komîsyon di nava 2 hefteyan de biçe Îmraliyê
09:49 Li dijî tacîzê di greva birçîbûnê de ye: Me soza parastina zarokan da
09:27 Karkerên qeyûm ji kar derxistî: Ji me tenê yek kes jî bimîne dê têkoşîn bidome
09:23 Ahmet Turk, diyaloga xwe ya bi Ozal re parve kir
09:06 'Aştî bi awayekî yekalî pêş nakeve: Bila dewlet gavên berbiçav biavêje'
09:04 Kolanên Wanê: Divê tavilê komîsyon li Abdullah Ocalan guhdarî bike
09:00 ROJEVA 16’Ê COTMEHA 2025’AN
15/10/2025
20:18 Ji rêxistinên ciwanan pêşniyazên 'çareseriyê' ji bo komîsyonê
19:01 Civîna komîsyonê bi dawî bû
18:53 Roja yekemîn a 'Komxebata Zimanê Kurdî' bidawî bû
16:37 Meşa KESK’ê ya li dijî KHK’ê gihîşt Edeneyê
16:35 Li Cîhanbeyliyê ji bo kampanyaya ‘Ez aştiyê dixwazim ji ber ku’ stand hat danîn
16:34 Civîna komîsyonê:Ji sedî 82’yê ciwanan Kurdî dixwazin
15:44 Rektor Şevlî nehişt rojnamevan çalakiya ji bo Rojîn Kabaîşê bişopînin
15:38 Bakirhan dê tev li Kongreya Amsterdamê ya PES’ê bibe
15:34 Rojnameger Aykol derbasî beşa çavdêriya awarte hate kirin
15:28 Di musabeqeya tîmên jinan de ji bo Rojîn Kabaîşê doza edaletê hate kirin
15:23 Talankirina daran a li Dorşînê di rojeva Meclisê de ye
14:49 Li Peyasê gelek dar ji rih ve hatin jêkirin
14:33 Di cînayeta rojnameger Tosun de esnafek hate binçavkirin
14:27 Civîna komîsyonê didome
14:15 Komxebata ziman didome: Heke hûn qîmetê nedin zimanê xwe dê tune bibin
13:56 Ji bo Bayar ê 30 sal in girtî ye biryara tehliyeyê hat dayin
12:43 Rojnamevan Aykol cara duyemîn xistin emeliyatê
12:41 'Heta statuya Kurdî neyê naskirin dê aştî pêk neyê’
11:27 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Tevî xwînmijan jî dê aştî û xwişk-biratî bi ser keve
10:57 Ahmet Turk: Gel bi fikar e, divê dewlet li gor ruhê pêvajoyê tevbigere
10:44 Meclisa Jinan a Ebexê damezirandina xwe ragihand
09:42 Trump: Li Xezeyê qonaxa duyemîn a agirbestê dest pê dike
09:23 Ciwan amadekariya meşê dikin
09:02 'Rejîm ne xwedî wê kapasîteyê ye ku krîza avê û zemînê çareser bike'
09:00 ROJEVA 15’Ê COTMEHA 2025’AN
14/10/2025
21:41 Huseyîn Aykol xistin beşa lêneherîna lezgîn
19:54 Peyamên 'derbasbûyînê' ji bo Huseyîn Aykol ê xwîn rijiya ser mêjiyê wî
19:13 Rojnamevan Aykol xistin emeliyatê
19:11 Pervîn Buldan: Qethiyen bêrêzdariyê qebûl nakim