AMED - Jinên Elewî diyar kirin ku "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû civakan pêdiviyeke lezgîn û pêwîst e û gotin: "Dem dema jinûve avakirina jiyana civakî ye."
Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) di 18-19'ê Cotmehê de li Amedê "Komxebata Elewiyan" bi dirûşma "Em bi baweriya xwe xwe birêxistin dikin û soza avakirina civateke demokratîk didin" li dar xistin. Jinên ku beşdarî komxebatê bûn, girîngiya "Banga Aştî û Civakek Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27'ê Sibatê û pêşketinên piştî wê nirxandin.
‘PIRSGIRÊK PERGALÎ NE'
Endama Lijneya Rêveber a DAD'ê Fethiye Yildirimê diyar kir ku aştî û wekhevî tenê bi rêya rastî, wijdan û îradeya kolektîf a hemû gelan dikare were sazkirin û got: "Tevî zilm û zordariya ku di tevahiya dîrokê de li wan hatiye kirin jî, civaka Elewî her tim ji bo aştiyê tevgeriyaye. Ev helwest ne tenê ji bo Elewiyan, ji bo hemû gelan jî rêberek e. Civaka Elewî civatek e ku berî her tiştî aştiyê dixwaze. Ji ber ku ji dema Qalû Belayê ve, soza aştiyê hatiye dayîn. Rêziknameyek civakî ya li ser bingeha vê şêwaza jiyanê, vê baweriyê, vê avahiya çandî hatiye ber deriyê me. Lêbelê, ev rê ne hêsan e. Em bi zilm, tepeserkirin, bêrêziyê û komkujiyan gihîştine vê xalê û ev pêvajo berdewam dike. Civakeke wisa helbet aştiyê dixwaze."
Fethiye Yildirimê destnîşan kir ku divê di vê pêvajoyê de daxwazên civaka Elewî werin bihîstin û got ku divê ev daxwaz neyên paşghkirin. Fethiye Yildirimê got: "Her çend em hezar caran daxwazên wekî rakirina dersên olî û hemwelatîbûna wekhev bilind bikin jî, tiştek naguhere. Ev pirsgirêk pergalî ne. Ev daxwaz dê neyên bicîhanîn heya ku pergaleke demokratîk neyê avakirin. Tenê wê demê em dikarin behsa wekheviyê bikin. Cemxaneyên me hene. Divê aliyê manewî yê van cihên baweriyê neyê jibîrkirin. Merasîmên cemê bi evînê tên kirin. Heya hûn di êgir de gur nebin, hûn nikarin di semahê de germ bibin. Hûn nikarin bigihîjin rastiya baweriya xwe bêyî ku çar hêmanan (agir, hewa, av û ax) di hundur de bihewînin. Ji ber vê yekê, divê civaka Elewî hem xwedî li daxwazên xwe derkeve hem jî baweriya xwe hemêz bike."
‘DEMA JIYANEKE NÛ YE'
Fethiye Yildirimê bal kişand ser girîngiya "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Abdullah Ocalan a 27'ê Sibatê û got: "Piştî banga Abdullah Ocalan, PKK'ê xwe fesix kir. Lêbelê, tevî vê yekê, em nabînin ku dewlet gavên berbiçav diavêje. Ji ber vê yekê, em dipirsin: çima hîn jî bêdengî li hember vê bangê heye? Şer we nagihîne tu derê; dem dema ramanê ye, ne dema çekan e. Niha dem dema jinûve avakirina jiyana civakî ye."
Her wiha Fethiye Yildirimê bilêv kir ku divê Elewî di pêvajoya Civaka Demokratîk de xwe bi rêxistin bikin û vegerin heqîqeta xwe.
Ji beşdarên komxebatê Kader Ûzûnê jî anî ziman ku paradîgmaya civaka demokratîk tenê ne tercîheke siyasî ye û got ku ji bo hemû gelan pêdiviyeke dîrokî û exlaqî ye. Kader Ûzûnê bilêv kir ku civaka demokratîk ji bo Elewiyan jî pêdiviyek e û got ku ji bo pêşxistina civaka demokratîk divê Elewî daxilî pêvajoyê bibin.
AZADIYA ABDULLAH OCALAN
Kader Ûzûnê destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de muxatabê dewletê Abdullah Ocalan e û got: "Lê belê tenê ne dewlet an jî avaniyên burokratîk, divê gel jî xwedî li vê pêvajoyê derkevin. Divê rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û hemû derdorên civakê bi hev re civaka demokratîk ava bikin. Heya azadiya Abdullah Ocalan pêk neyê ne pêvajo pêk tê ne jî bi ser dikeve. Ne dewlet, gel vê yekê dixwazin. ger daxwaza gel neyê qebûlkirin, dê pêvajo bi ser nekeve. Ev pêvajo bi taybetî ji bo jinên Elewî pir girîng e. Ji lew re em jin, xwe di civaka demokratîk de dibînin."
Hevseroka Şaxa Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) a Semsûrê Melek Rûşenê jî anî ziman ku Elewî bi salan e bi qirkirinekê re rû bi rû ne û got ku li dijî vê qirkirinê di pozîsyona parastina hebûniyê de ne. Melek Rûşenê destnîşan kir ku tekane armanca Elewiyan ew e ku li gor cewhera xwe bijîn û got ku ew di vê pêvajoya demokratîkbûyînê de hemwelatşbûnê dixwazin. Melek Rûşenê bilêv kir ku divê bi her awayî xwedî li vê pêvajoyê bê derketin.
MA / Heval Onkol