NAVENDA NÛÇEYAN - Konseya Mafên Mirovan a NY’ê ragihand ku piştî şerê Îsraîl û Îranê, li Îranê zextên li ser gel zêde bûne.
	Komîsyona Lêpirsînê ya têkildarî Îranê ya Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) bal kişand ser zextên li Îranê. Seroka Komîsyonê Sara Hossain di daxuyaniya xwe ya duh a li Desteya Giştî ya NY’ê de got: “Me dît ku ji meha Adarê ve ye di mijara mafê mirovan de xirabiyeke nû rû dide.”
	Sara Hossainê, da zanîn ku di dema şerê 12 rojan ê di navbera Îran û Îsraîlê de 21 hezar kes hatine girtin. Got ku di navbera kesên ku hatine girtin de parêzer, mafparêz, rojnamevan û welatiyên ku li ser medyaya civakî hin tişt parve kirine, hene.
	Her wiha Komîsyona NY’ê diyar kir ku zextên li ser kêmaniyên etnîkî û olî bi hinceta “ewlehiya neteweyî” zêde bûne û di rapora xwe de destnîşan kir ku hikûmet bi awayekî sîstematîk kartên rojnemavanan ên SIM’ê betal kirine. Komîsyonê da zanîn ku gefên li ser rojnamevanên derveyî Îranê jî zêde bûne û li heft welatan gef li zêdetirî 45 rojnamevanan hatiye xwarin.
	Komîsyonê rewşa heyî bi çewisandina protestoyên ku di sala 2022’yan de bi qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî dest pê kirine re berawird kir û ev yek weke “parçeyekî meyla zextê ya berdewam” pênase kir.
	Her wiha Sara Hossainê diyar kir ku li Îranê hejmara darvekirinan gelekî zêde bûye û got: “Li gorî agahiyên pêbawer, ji serê salê heya niha zêdetirî hezar û 200 kes hatine darvekirin. Ji sala 2015’an ve ye ev hejmara herî zêde ye.”
	Komîsyonê, êrişên hewayî yên li ser Girtîgeha Evîn a li Tehranê jî lêkolîn kir. Li gorî daneyên destpêkê, bînayên sivîlan hatine hedefgirtin û ev bi zanebûnî hatine kirin. Her wiha hate diyarkirin ku Îranê piştî êrişan ji bo parastina girtiyan tevdîrên hewce nestandine.  




