Bedran Çiya Kurd: Bi devkî nabe, divê hemû maf bi destûra bingehîn bên misogerkirin

  • rojane
  • 11:34 19 Mijdar 2025
  • |

QAMIŞLO - Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd, bandora gengaz a civîna Trump-Şara li ser Sûriyeyê nirxand û destnîşan kir ku pêwîst e hemû gel di pêvajoya siyasî de cih bigirin. Kurd, bang li Tirkiyeyê kir ku siyaseta xwe biguherîne û piştgiriyê bide diyaloga bi Şamê re.

 
Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ahmed el-Şara di 10'ê Mijdarê de li Washingtonê civîneke girîng li dar xistin. Mijarên sereke yên hevdîtinê rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, entegrekirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di nav artêşa Sûriyeyê de û beşdariya Hikûmeta Demkî di hevpeymaniya navneteweyî de, di şerê li dijî DAIŞ'ê de hatin nîqaşkirin. Her çend hûrgiliyên van mijaran bi raya giştî re nehatibin parvekirin jî, tê payîn ku biryarên hatine girtin di serdema pêş de bandorê li qadê bikin.
 
Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd, hevdîtina Trump-Şara û pêşketinên li herêmê ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) nirxandin.
 
Bedran Çiya Kurd diyar kir ku rola "hêza stratejîk" a HSD'ê dê berdewam bike û îşaret bi pêşketinên potansiyel ên li herêmê di serdema pêş de kir. Kurd destnîşan kir ku pirsgirêkên Sûriyeyê, Sûriyeyê eleqedar dikin û divê Tirkiye jî piştgiriyê bide pêvajoya diyalogê.
 
 
Yek ji mijarên sereke yên civîna Trump-Şara, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Hûn biryarên ku ji civînê derketine çawa dinirxînin? Agahiyên cuda gihîştine ber destê we?
 
Em civînê pir girîng dibînin û girîngiyeke mezin didinê. Ev dê ji bo Sûriyeyê destpêkeke nû be. Di têkiliyên ku Sûriyeyê di salên 1950'yî de bi welatên rojhilatê re pêşxistiye de, mihwer diguhere. Sûriye di guhertineke stratejîk re derbas dibe. Ew ê polîtîka û çalakiyên xwe li gorî wê bimeşîne û diyar bike. Em hêvî dikin ku ev bandorê li tevahiya herêmê bike. Ji tiştên ku me dîtine, ji mijarên ku di civînê de hatine nîqaşkirin, yek jê beşdarbûna Sûriyeyê di hevpeymaniya navneteweyî ya di şerê li dijî DAIŞ'ê de bû. Tevlîbûna hevpeymaniyê ji bo Hikûmeta Demkî girîng e. Bê guman, em ê di pratîkê de bibînin ka hikûmet dê di şerê li dijî DAIŞ'ê de çiqas bi biryar be. Her wiha divê li dijî komên cîhadîst û zordar bitêkoşe. Ev di nav wan şertan de ye ku ji hêla DYA'yê ve li pêşiya Hikûmeta Demkî hatine danîn. 
 
HSD, di şerê li dijî DAIŞ'ê de dê wekî hêzeke stratejîk bimîne. Divê Hikûmeta Demkî xwe ji van koman dûr bixe û li dijî wan bitêkoşe.
 
Divê Hikûmeta Demkî xwe ji van koman dûr bixe û li dijî wan bitêkoşe. Çawaniya beşdarbûna wê pir tê nîqaşkirin. Ji daxuyaniyên fermî, em fêm dikin ku beşdarbûna wan dê bi danûstandina agahiyan ve sînordar be. Ew ê rasterast beşdarî operasyonên leşkerî nebin. Daxuyaniyên fermî vê yekê nîşan didin. Lêbelê, dê demeke dirêj bigire ku ev rejîm li kêleka koalîsyonê wekî endameke çalak tevbigere. Pêdivî ye ku ew di hundurê xwe de guhertinekê çêbike. Ji hêla siyasî, rewşenbîrî, leşkerî û ewlehiyê ve, dê demeke berbiçav hewce bike ku beşdarî têkoşîneke wisa bibe.
 
HSD, di şerê li dijî DAIŞ'ê de dê wekî hêzeke stratejîk bimîne. Îdiayên ku dibêjin hevpeymanî girîngiya têr nade HSD'ê an jî alternatîfek ji bo HSD'ê bi rêya Şamê tê afirandin, derew in. HSD, xwedî mîsyonek e û dê berdewam bike. Her wiha hin erk ji Şamê re hatine spartin û dê li gorî wê tevbigerin. Dibe ku di navbera artêşa Sûriyeyê û HSD'ê de hevpeymaniyek çêbibe. Lêbelê, ev mîsyon dê berdewam bikin.
 
Gelo têkildarî mijarên ku hatine nîqaşkirin, bi taybetî yên der barê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, tu agahî ji bo we hatine ragihandin?
 
Ji tiştên ku me bihîstin, HSD û Peymana 10'ê Adarê di rojevê de bûne. Rêveberiya DYA'yö ji rêveberiya Şamê pirsî ka diyalog (bi Rêveberiya Xweser re) çawa pêş dikeve. Baş diçe yan xirab, wan (Şam) bi awayekî erênî bersiv da. Rêveberiya DYA'yê diyar kir ku divê pêvajoya diyalog û danûstandinan bilez be û pêş bikeve. Her wiha piştgiriya xwe ji bo pêkanîna Peymana 10'ê Adarê diyar kirin.
 
Di rojên pêş de, em ê ji bo vê pêvajoya diyalogê civînên nû li dar bixin û em ê nîqaşên nivcomayi bidomînin. Nirxandinên me dê li cihê ku em lö mane berdewam bikin. Nirxandin dê venegerin destpêkê. Me bi devkî li ser hin xalan li hev kiriye. Niha, hin hûrgulî mane. Li ser vê bingehê, bi taybetî der barê HSD û Hêzên Ewlekariyê de, dê nîqaş werin kirin. Piştî van nîqaşan dê encam werin girtin.
 
Eger Şam berpirsiyariyên xwe di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de bicîh bîne, ev yek dê li herêmê guhertineke çawa bi xwe re bîne?
 
Hikûmeta Demkî ya li Şamê divê li gorî şert û berpirsiyariyên nû tevbigere. Yek ji van mercan şerê li dijî van komên biyanî ye. Ya duyemîn, divê mafên hemû gelan bên naskirin. Divê binpêkirin careke din çênebin. Ya sêyemîn, divê hemû gelê Sûriyeyê di pêvajoya siyasî de cih bigirin. Ev tê vê wateyê ku divê Hikûmeta Demkî ji helwesta xwe ya siyasî û Îslamî dûr bikeve. Pêvajoyeke siyasî ku hemû Sûriyeyê di nav xwe de bigire… Ev hemû mijarên ku Hikûmeta Demkî pê re rû bi rû ye. Gelo ew ê vê bikin yan na? Gelo ew ê bi van komên biyanî re şer bikin yan na? Ji ber ku di navbera komên ku em qala wan dikin û hêzên Hikûmeta Demkî de mesafeyeke mezin tune. Ew di gelek xalan de heman nêrînan parve dikin. Ew ji hêla îdeolojîk ve dişibin hev. Ev hemû ji bo Hikûmeta Demkî pirsgirêkeke cidî derdixe holê. Ji ber vê yekê, em dibêjin ku ew hewceyê demê ne, ji bo bi van komên biyanî re bitêkoşin.
 
Divê mafên hemû gelan bên naskirin, binpêkirin careke din çênebin û hemû gelê Sûriyeyê di pêvajoya siyasî de cih bigirin. Yan na dibe ku hêzên koalîsyonê mudaxileyeke nû li dijî van koman bidin destpêkirin. 
 
Eger ew van hemû tiştan bikin, guhertin dê di pêvajoya siyasî ya Sûriyeyê de berdewam bike. Ambargoyên aborî yên li dijî Sûriyeyê ji bo şeş mehan hatine dirêjkirin. Ger ew berpirsiyariyên xwe bicîh bînin, ev ambargo dê di pêşerojê de werin rakirin, heya bi tevahî werin rakirin. Ev hemû ji Şamê tê xwestin. Bê guman, pirs hene ka gelo ew ê vê bikin yan na. Ger ew nekin, ev ambargoyên aborî dê ji nû ve werin pêkanîn. Hêzên koalîsyonê dikarin mudaxileyeke nû li dijî van koman bidin destpêkirin. Ger ew nekin, hêzên koalîsyonê dê bi serê xwe mudaxile bikin. Ev ê Sûriyeyê bixe nav serdemeke dijwartir. Ji ber vê yekê, em beşdariya Hikûmeta Demkî (di şerê li dijî DAIŞ'ê de) girîng dibînin. Pêdivî ye ku em bi hev re bixebitin da ku bigihîjin hin armancan. Ev ê rê li ber pêşketinên siyasî û leşkerî veke. Ji ber vê yekê, em van mijaran girîng dibînin. Em hêvî dikin ku Hikûmeta Demkî jî berpirsiyariyên xwe bicîh bîne.
 
Hin derdor îşaret bi wê yekê dikirin ku encamên civînê dê bandoreke neyînî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin. Lê ez ji gotinên we berevajî vê yekê fêm dikim, gelo ev rast e?
 
Rast e. Îdîaya ku dibêje hevpeymaniya Şam-DYA'yê dê HSD'ê û Rêveberiya Xweser ji nav xwe derxîne, nerast e. HSD, 10 sal in bi awayekî çalak bi hevpeymaniya navneteweyî re dixebite. Ev xebat dê berdewam bike. Di vî warî de tu pirsgirêkên cidî çênabin. Wekî ku me di destpêkê de got, hemû hesabên hevpeymaniya navneteweyî li ser HSD'ê ne. Ew wê wekî hêza herî çalak di şerê li dijî DAIŞ'ê de dibînin. Ji bo yên din, demeke dirêjtir hewce ye.
 
Gelo di rojên pêş de hevdîtinek di navbera Rêveberiya Xweser û Şara de tê pêşbînîkirin?
 
Bêguman wê hebin. Ji ber ku di civînên me de hin nîqaşên nîvcomayî hebûn. Serdana wan a Washingtonê mudaxile kir. Piştî ku ew vegerin, em ê civînan bikin û nîqaşên me wê ji cihê mayî berdewam bikin.
 
Tê meraqkirin ka di civînan de çi mijar hatine nîqaşkirin. Hûn ê di civîna gengaz de çi mijaran bînin rojevê?
 
Dosyeyên HSD û Asayîşê balê dikişandin ser xwe. Dosyeyên din jî li cem me hebûn û me dixwest ku ew bên nîqaşkirin. Me dixwest ku li ser mijarên wekî perwerde, xizmetguzarî, deriyê sînor, midûriyeta nifûsê û ewlehiyê nîqaş bikin. Hikûmeta Demkî xwe amade nedidît ku van pirsgirêkan çareser bike. Wan got ku ew dikarin piştî asayîşê û ewlehiyê li ser mijarên din jî nîqaş bikin.
 
We çi bersiv da?  
 
Em dixwazin diyalog bi encam bibe. Em dixwazin tifaqekê çêbikin û bigihîjin rêkeftinekê. Ev hem ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hem jî ji bo Sûriyeyê ne. Em naxwazin diyalog bixitime. Ji ber vê yekê, tevî ku mijarên leşkerî û ewlehiyê hatine destnîşankirin jî, me diyalog berdewam kiriye. Em amadekariyan dikin ku li ser mijarên din jî nîqaş bikin.
 
Ji pirsên herî zêde tên pirsîn yek jê jî entegrasyon e. Hin derdor vê mijarê wekî celebeke "helandinê" an asîmîlasyonê dibînin. Rêveberiya Xweser çi cure pêvajoya entegrasyonê pêşbînî dike?
 
Me ev mijar bi gelek awayan nîqaş kiriye. Dema ku Peymana 10'ê Adarê hat çêkirin, me li ser entegrasyonê nîqaş kir. Wan nerazîbûn nîşan nedan. Tiştê ku me li ser vê mijarê tekez kir ev e ku divê ew entegrasyoneke demokratîk û temamker be. Ev tê wateya naskirina nasname û îradeya gelên herêmê. Ev pir girîng e. Ev hebûna gelê me nîşan dide. Ji bo me ne mimkûn e ku em ji entegrasyona demokratîk û temamker paşve gav bavêjin. Niha, hin mafên me yên xwezayî hene: mafê parastina xwe, mafê parastina îradeya me ya siyasî, mafê parastina nasname, ziman û çanda me û mafê saziyên xizmetê. Ev hemû tişt nasnameya me pêk tînin û hebûna me nîşan didin. Ev mafên me yên herî xwezayî ne û em ê bi her awayî wan biparêzin. Ev maf dê li ser çi bingeh an pergalê werin parastin?
 
Divê entegrasyoneke demokratîk û temamker be. Maf dikarin di pergaleke nenavendî, pergaleke demokratîk de werin parastin. Divê ev maf di destûra bingehîn a Sûriyeyê de werin misogerkirin. Bi devkî nabe. 
 
Ev maf dikarin di pergaleke nenavendî, pergaleke demokratîk de werin parastin. Ew di tu pergaleke din de nikarin werin parastin. Hin partî di nav rêveberiya Şamê de dibêjin, "Pergaleke nenavendî ne mimkun e." Ew dibêjin, "Divê pergaleke navendî hebe." Em nikarin di pergaleke navendî de mafên xwe biparêzin. Gelê me nikare van mafan bi kar bîne û di pergaleke navendî de bijî. Berevajî vê, pergaleke navendî dibe sedema hilweşandin û asîmîlasyonê. Ev polîtîka bi salan e tê meşandin. Pergaleke navendî, pergaleke neteweperest hatiye meşandin. Ev bûne sedema înkara gelê me. Wan ziman, çand, dîrok û hebûna me ji holê rakirine. Em nikarin vê yekê dîsa qebûl bikin. Têkoşîna me gihîştiye asteke diyarkirî, destkeftiyên me gihîştine asteke diyarkirî. Em ê van mafan biparêzin. Parastina van mafan jî pergaleke siyasî ya nenavendî hewce dike.
 
Divê ev maf di destûra bingehîn a Sûriyeyê de werin misogerkirin. Bi devkî nabe. Divê di destûra bingehîn a Sûriyeyê de were destnîşankirin ku rejîm nenavendî û demokratîk e. Divê ew hevdu nas bikin. Bi vî awayî mafên me dê werin parastin. Divê li gorî vê yekê pergalek were avakirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pergaleke nenavendî ya pir xurt hatiye avakirin. Em dixwazin ev sazî bibin beşek ji vê pergala nenavendî. Em naxwazin ku ew wekî kes, karmend, leşker an jî kesan werin hilweşandin. Divê sazî bi nasname û îradeya xwe tevlî saziyên dewletê bibin. Divê mekanîzmayek were avakirin û li dora vê mekanîzmaya hevpar xebat were kirin.
 
Hûn dibêjin ku ne mimkûn e ku em li ser mafên Kurdan û gelên din ên herêmê tawîzê bidin?
 
Rast e. Ev ji bo me mijarên stratejîk in. Bi hezaran şehîd ji bo vê dozê hatin dayîn. Têkoşînek hat dayîn. Ne gel û ne jî em vê yekê qebûl nakin. Kes qebûl nake ku tawîz ji van mafan bên dayîn. Ji bo parastina van mafan çi pêwîst be, em ê bikin. Em dixwazin van destkeftiyan di Sûriyeyeke yekgirtî de biparêzin. Berî her tiştî, em dixwazin ku ev maf di destûra bingehîn a Sûriyeyê de werin parastin.
 
Şam divê di warê entegrasyon û çareseriyê de pêşî çi gavan bavêje?
 
Divê em bi deverên stratejîk (mijar) dest pê bikin. Ger ew entegrasyona ku em qala wê dikin pêk were, divê em bi destûreke nû li Sûriyeyê dest pê bikin. Divê hemû maf bên parastin. Ev destûra bingehîn a nû dê garantî bike ku Sûriye bi pergaleke nenavendî were birêvebirin. Her wiha dê parastina maf û nasnameyên demokratîk, siyasî û çandî yên her kesî garantî bike. Di vê çarçoveyê de, Hikûmeta Demkî destûreke nû îlan kir. Me ew qebûl nekir. Me rexneyên girîng anîn ziman.
 
Çima?
 
Ji ber ku Peymana 10'ê Adarê bi tevahî hatiye binpêkirin. Li ser vê destûra nû ya ku hatiye ragihandin, li ser wê bi me re tu nîqaş nehat kirin. Nêrînên me nehatin girtin. Wan bi tenê bi komîteyek ku wan ava kiriye destûra nû amade kir. Ev destûr ne mafên rêxistinan, ne mafên jinan diparêze û ne jî mafên demokratîk digire nav xwe. Hemû desthilat di bin fermana serokkomar de ye. Pergaleke despotîk û navendî tê rêxistinkirin. Em tam berevajî vê bawer dikin. Ev li Sûriyeyê çareserî nîne. Bi rastî, pirsgirêkên heyî yên Sûriyeyê ji şêweyê vê rejîma siyasî derdikevin. Ev pirsgirêk kûrtir bûne. Ji ber vê yekê, me daxwaz kir ku ev guhertin were kirin û me pêşniyazên pêwîst kirin.
 
 
Peymana 10'ê Adarê bi tevahî hatiye binpêkirin. Hemû desthilat di bin fermana serokkomar de ye. Divê di pêvajoya siyasî û veguherînê de konferasneke neteweyî ya Sûriyeyê were lidarxistin. Divê her kes, bêyî ku paşxaneya xwe çi be, beşdarî vê konferansê bibe.
 
Divê di pêvajoya siyasî û veguherînê de konferasneke neteweyî ya Sûriyeyê were lidarxistin. Divê her kes, bêyî ku paşxaneya xwe çi be, beşdarî vê konferansê bibe. Rejîmê kongreyek li dar xist û tenê bi paşxaneya xwe. Wan bi xwe û komên ku bi wan ve girêdayî ne kongreyek li dar xistin. Ev xeletiyeke mezin bû. Vê yekê careke din hemû rengên Sûriyeyê marjînalîze kir. Hilbijartinên parlemanî hatin lidarxistin. Ev hemû bi heman rengî berdewam kir: nêzîkatiyeke yekreng û yekrê. Saziyên damezrandî hemû Sûriyeyê temsîl nakin. Îro, rengên civaka Sûriyeyê ji vê pêvajoya guhertinê ne razî ne. Her kesî rexneyên xwe hene. Îro li Sûriyeyê lêgerîneke berfireh heye; mirov xwedî raman, projeyên xwe ne û ew ji bo pêşeroja Sûriyeyê rêgezên nû datînin. Ê me jî nêrînên me hene. Em hewl didin ku bi hemû koman re vîzyoneke siyasî ya hevpar ava bikin. Ev yek pêdivî ye ku pêş bikeve.
 
Hûn ne tenê ji bo pirsgirêkên xwe, ji bo pirsgirêkên hemû gelan çareseriyê dixwazin…
 
Rast e, ji ber ku ne mimkûn e ku pirsgirêka Sûriyeyê li beşekê çareser bibe û dû re li beşa din berdewam bike. Ev çareseriyeke mayînde nabe. Em çareseriyeke mayînde dixwazin. Ev ê bi destûreke bingehîn a nû, avakirina hikûmeteke nû û beşdariya hemû aliyên peywendîdar pêk were. Ev ê çareseriya pirsgirêkê garantî bike. Pirsgirêk tenê bi hin sererastkirin an guhertinên qismî li beşekê çareser nabin. Divê hemû pirsgirêk bi awayekî demokratîk werin çareserkirin.
 
Tê gotin ku di çarçoveya pêvajoya entegrasyonê de navên sê fermandaran hatine diyarkirin. Gelo nav hatine diyarkirin? 
 
Ev agahî (sê fermandar) xelet e. Hin derdor bi awayekî taybet diaxivin. Lêbelê, hin nav û lîste ji koalîsyonê re hatin dayîn da ku em li ser navan li hev bikin. Ev mijar di civînan de jî tên nîqaşkirin. Gelek agahî belav dibin, hin agahî tên parvekirin, lê ne rast in. Gotegota ku li ser van mijaran tifaqek ava bûye derew e. Hin derdor hewl didin ku agahiyên nerast parve bikin. Em ê gelê xwe ji her mijarek ku li ser lihevkirin çêbibe, agahdar bikin.
 
Peywendiyên we bi Tirkiyê re çawa ne, an jî têkiliyek we bi wan re heye?
 
Hin şêwir hene. Lê belê, ev şêwir ne di asta xwestî de ne. Em dixwazin têkiliyên me bi Tirkiyeyê re pêş bikevin ji ber ku ew welatekî cîran e. Ew welatekî ku bi pirsgirêka Sûriyeyê ve girêdayî ye. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pirsgirêka Kurd ve girêdayî ne. Em dibînin ku hin helwest çawa bandorê li pêvajoyên diyalogê dikin. Gelek mijar hene ku em dikarin li ser nîqaş bikin. Em dixwazin diyalog hebe û pêş bikeve û em ji bo vê yekê hewl didin.
 
Bang tên kirin ku HSD çekên xwe deyne. Gelo tiştekî wisa tê nîqaşkirin? Rewşek wisa di rojeva we de heye?
 
Gelek caran ji wan re hate gotin û her wiha ji raya giştî re hat eşkerekirin ku divê HSD çekên xwe deyne; meseleya HSD meseleyeke Sûriyeyê ye. Ev meseleya Sûriyeyê eleqedar dike. Em bi Şamê re diyalogê pêş dixin û Peymana 10'ê Adarê hatiye damezrandin. Weke Sûrî, em dixwazin pirsgirêkên Sûriyeyê di çarçoveya vê hevpeymaniyê de çareser bikin. Ev ji bo me girîng e. Ji bo Tirkiyeyê xelet e ku pêvajoyeke aştiyê bîne û bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û HSD'ê ve girêbide. Pirsgirêkên me pirsgirêkên Sûriyeyê ne. Em dixwazin pirsgirêkên xwe di nav Sûriyeyeke yekgirtî de çareser bikin. Ev rêya me ya ber bi çareseriyeke siyasî ve ye.
 
 
HSD, meseleya Sûriyeyê ye. Divê polîtîka û helwesta Tirkiyeyê erênî be. Divê piştgirîya diyalog û danûstandinên me yên bi Şamê re bike.
 
Divê Tirkiye zimanê xwe ji nû ve binirxîne. Bikaranîna berdewam a vî ziman û vê retorîkê aloziyê diafirîne. Ew ne zimanê çareseriyê ye. Ew pêvajoya diyalog û danûstandinan têk dibe. Astengkirina vê pêvajoyê ne di berjewendiya kesî de ye. Tirkiye dê ji vê yekê sûd wernegire. Hem li Sûriyeyê û hem jî li Tirkiyeyê hin derdorên sûdmend û komên şerxwaz hene. Divê ev yek wekî bingeh neyê girtin. Divê nexşeya çareseriyê ya ku ji hêla birêz Ocalan ve ji bo aştî û demokrasiyê hatiye danîn wekî bingeh were girtin. Berjewendiya Tirkiyeyê di vê yekê de heye, berjewendiya Sûriyeyê heye û berjewendiya gelên herêmê heye. Ji ber vê yekê, divê polîtîka û helwesta Tirkiyeyê erênî be. Divê piştgirîya diyalog û danûstandinên me yên bi Şamê re bike.
 
Eger Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li Tirkiyeyê bi ser bikeve, dê bandoreke çawa li vir bike?
 
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo tevahiya herêmê girîng e. Ew ê bandorê li tevahiya Rojhilata Navînê bike, ne tenê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê. Birêz Ocalan, bi banga xwe, şerê bi dehan salan rawestand. Wî biryar daye ku vê têkoşînê bi rêya aştî û siyaseta demokratîk bidomîne. Ev pir girîng e. Di demeke wiha de ku şer li Rojhilata Navînê pêşve diçe, biryareke wiha ya birêz Ocalan pêşî li şerekî din digire. Ew niha dixwaze çareserî bi rêyên neteweyî were dîtin. Li Tirkiye, Sûriye, Îran, Iraq û heta Îsraîl-Filistînê jî… Ev formuleke çareseriyê ye ji bo tevahiya herêmê. Ji ber vê yekê, vê pêvajoyê bandoreke erênî li ser herêma me kiriye. Ji ber ku heta niha, Tirkiye bi hev re bi Bakurê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re mijûl bûye. Ev xelet e. Em dixwazin pirsgirêkên xwe li Sûriyeyê çareser bikin. Lêbelê, pirsgirêka Bakurê Kurdistanê dikare bi rêya Tirkiyeyê were çareserkirin. Ne xelet e ku meriv hemûyan bi heman awayî çareser bike.
 
 
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo tevahiya herêmê girîng e. Ew ê bandorê li tevahiya Rojhilata Navînê bike, ne tenê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.
 
Em li Tirkiyeyê hin pêşketinan dibînin, lê hêdî hêdî pêş dikeve. Li gorî pêvajoyê pêş nakeve. Bi vê siyasetê, Tirkiye gelek caran astengiyan li pêşiya pêvajoyê diafirîne. Lêbelê, ya girîng ew e ku şer û rageşî rawestiyaye. Der barê agirbestê de hin gav hatine avêtin. Ev girîng in. Tevî binpêkirinên mafên mirovan, em dixwazin ku ev pêvajo bi vî rengî berdewam bike. Em hin binpêkirinan ji aliyê komên girêdayî Tirkiyeyê ve dibînin. Lêbelê, em dixwazin pêşî li van hemû pirsgirêkan bigirin. Diyaloga ku bi Şamê re dest pê kir, kêmbûna rageşiyê ji aliyê leşkerî ve... Em bawer dikin ku ev hemû encamên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk in ku li Tirkiyeyê dest pê kir.
 
Desthilata Tirkiyeyê her tim we wekî "gef" dibîne. Tu dixwazî ??bi rêya MA'yê çi ji gelê Tirkiyeyê re bibêjî?
 
Ev gotin derew in. Rejîma Tirkiyeyê û zihniyeta wê her tim çareseriya pirsgirêka Kurd wekî gef dibîne. Ji ber ku komar li ser înkarkirina Kurdan û mafên wan ên demokratîk hatiye damezrandin. Dema ku mafên Kurdan tên rojevê, ew vê yekê wekî gefek li ser ewlehiya xwe ya neteweyî dibînin. Ev derew e. Ger Tirkiye xurttir bibe, ew tenê dikare bi çareserkirina pirsgirêka Kurd were xurtkirin. Ew ê bi qebûlkirina Kurdan û mafên wan were xurtkirin. Di dîrokê de gelek mînakên vê yekê hene. HSD an YPG qet gef li Tirkiyê nexwarine. Me li dijî DAIŞ'ê şer kir. Dema ku êrişek li ser herêma me hebû, me şer kir. Şerê bi Tirkiyê re li ser axa Sûriyeyê pêk hat. Ji ber ku şerê li dijî me di hundirê Sûriyê de hat kirin.
 
 
HSD, qet gef li Tirkiyê nexwarine. Divê Tirkiye bi taybetî siyaseta xwe ya der barê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de biguherîne. 
 
Me tu carî li derveyî sînorên xwe bi Tirkiyeyê re şer nekiriye. Ji ber vê yekê, gefên ku ew behsa wan dikin, tu bingeheke wan a rast nîne. Divê ev feraset were terikandin. Kurd, yek ji gelên kevnar ên vê herêmê ne. Mafên wan ên xwezayî hene û divê ev maf werin misogerkirin. Divê ew mîna gelên din têkiliyan pêş bixin û bibin beşeke ji jiyaneke hevpar. Siyaseteke înkarkirinê ku Kurdan û gelên din ji holê radike, dê Tirkiyeyê ber bi hilweşînê ve bibe. Rejîmên înkarker, navendî û despotîk bi dawî dibin. Ji ber vê yekê, divê Tirkiye bi taybetî siyaseta xwe ya der barê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de biguherîne. 
 
MA / Azad Altay     
 

Sernavên din

13:07 Helîn Umît: Dewlet mecbûr e biryarekê bide
13:04 'Divê komîsyon demildest hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike'
12:50 Malbata Rojîn Kabaîşê serdana DEM Partiyê kir
12:16 'Aştiya ku jin tê de tune bin dê ne mayînde be'
12:07 Yildiz ê MHP'î: Dê komîsyon biryara hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bide
11:59 Raporên lêkolînê yên ji Îmraliyê re hatin şandin hatin îadekirin
11:57 Ebdî: Pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin ji bo Rojhilata Navîn derfeteke nû ye
11:46 Aksoyoglû: Îktîdar pêvajoyê vedihêle
11:34 Bedran Çiya Kurd: Bi devkî nabe, divê hemû maf bi destûra bingehîn bên misogerkirin
11:05 'Çawa ku Kurd gavan diavêjin hewceye dewlet jî biavêje'
10:18 Serokwekîlê Koma Partiya Saadetê got 'Pêdivî bi avêtina gavên pêbawer heye'
09:51 Li Efxanistanê helwesta hebûnê: Têkoşîn
09:33 'ATK’ê di dosyaya Rojîn Kabaîşê de hewl da îşkenceyê veşêre'
09:30 Roja Mafên Zarokan: Binpêkirin bi destê dewletê zêdetir dibin
09:20 Jiyaneke bi têkoşînê hûnandî: Bêrîvana Botanê
09:18 Serokên partiyên siyasî xwestin dewlet tavilê gavan biavêje
09:09 Avakirina bi pêşengiya jinan: 23 navend û 145 proje
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2025'AN
08:59 Li Mêrdînê ji bo komkirina gilêşî rêbazeke nû tê pêşxistin
08:56 Dengbêj Hecer jiyana xwe ji dest da
18/11/2025
21:37 Komîsyonê di 21'ê Mijdarê de bi rojeva 'çûyîna Îmraliyê' bicive
17:40 Yucel piştî 31 salan hat berdan: Em ê bi ser bikevin
17:19 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
17:12 Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Em dikarin bi keda jinê vê pêvajoyê mezin bikin
17:02 Rapora atolyeyên ‘Bîrdoziya Rizgariya Jinê’: Li 25 bajaran me xwe gihand 3 hezar jinan
16:41 ‘Ger hûn bixwazin encamên polîtîkayên xwe yên li Sûriyeyê bibînin, li rewşa Qibrisê binêrin’
16:33 'Em li cem Nîlay Esmerê ne'
16:19 Koker: Çûyîna komîsyonê ya Îmraliyê veguheriye bendewariyeke cidî
16:05 Civîna 17’an a komîsyonê dest pê kir
15:46 Danişîna rojnameger Kaya hate taloqkirin
15:45 ÎHD’ê ji bo Hatîce Oranê bang kir
15:36 Ji DAKAP'ê daxuyaniya 25’ê Mijdarê: Aştî dê bi têkoşîna jinan were
15:31 7'emîn Fuara Gurmeyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:17 Jinan, serdegirtina pêşangehê protesto kirin
15:07 Fîgen Yuksekdag ji bo turnuvaya bi navê Onder peyam şand
15:00 Bakirhan: Heke komîsyon biçe Îmraliyê dê zemîna pêvajoyê xurt bibe
13:45 750 sazî û dezgehan ji bo Kurdî bang kirin: Bila bibe zimanê fermî
13:20 7 sal û 6 meh cezayê hefsê dan rojnameger Bayram
13:04 Bêrîvan Kutlu hate oxirkirin: Dê bi têkoşîna xwe azadiyê bê bibîranîn
12:49 Tunç têkildarî serdana Îmraliyê got: Biryar a komîsyonê ye
12:44 Bakirhan: Divê komîsyon demildest biçe Îmraliyê
12:37 Parêzerê Navenda Giştî ya CHP'ê: Em ê van rojên tarî derbas bikin
12:04 Ji bo rakirina parêzbendiya 11 wekîlan fezleke hat amadekirin
11:10 Zelenskî ragihand ku dê were Tirkiyeyê
11:09 Bahçelî: Heke kes xwe nede ber ez dikarim tevî 3 hevalên xwe biçim Îmraliyê
11:03 NY’ê plana Xezeyê ya DYA’yê qebûl kir
10:49 Huseyîn Ozsoy: Civakên rêxistinkirî, civakên azad in
10:44 Polîsan bi ser pêşangeha 25’ê Mijdarê de girtin: 7 wêne hatin desteserkirin
09:46 Êdî kes nikare penîrê bisîrik jî bikire
09:37 Fermandara Êzdî Dilvîn Şengalî: Em fêr bûn ku mêr û qanûn nikarin biparêzin
09:08 'Ji ber wêneyekî jiyana me perîşan kirin'
09:06 Berdevkê SMF'ê Gurz: Aştî bi têkoşîna bindestan dikare bê geşkirin
09:04 Aktaş ê OHD'î: 'Tu astengiyek li pêşiya pêkanîna mafê hêviyê tune ye'
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2025'AN
17/11/2025
19:57 Rêbazên li dijî tundiyê nîqaş kirin
17:49 Hevşaredara Cizîrê ya berê Berivan Kutlu jiyana xwe ji dest da
15:23 Cara ewil di girtekên Meclisê de peyvên bi Kurdî cih girt
15:15 Ji bo girtiyên jin li gelek bajaran daxuyanî hat dayin: Em piştevaniyê mezin bikin
14:53 Şîna Fadîme Elkanê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:37 Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê: Divê cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ bê daxwazkirin
13:01 Li Qamişloyê meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:09 Pere û zêrên di nav gilêşî de dîtîn radestî xwediyên wan kirin
11:03 Temellî: Komîsyon dê ji bo zagona taybet raporê amade bike
11:00 Welatiyên Dêrsimî: Em ê rê nedin talankirina xwezaya xwe
09:57 Li Kerboranê ciwanek hate kuştin
09:57 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyariya barînan kir
09:31 Welatiyên Mersînê: Muxatabê pirsgirêkê Rêberê me ye
09:25 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Armanca TJA’yê azadî ye’ derket
09:23 ‘Têkoşîna li dijî tundiyê veguherîna mêran jî pêwîst dike’
09:20 'Mafê hêviyê mafeke gerdûnî ye li gorî pêvajoyê nayê nirxandin'
09:15 Hevberdevkê Platforma Şiyar Be: Tenê bi me ve encam nayê girtin, divê hemû dînamîk xwedî gotin bîn
09:14 Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê: Hêzên me yên li Zapê vekişiyan qadên guncav
09:05 Foza Yûsif: Divê li cîhanê li gorî perspektîfa jinê bê rêxistinkirin
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2025'AN
16/11/2025
16:46 Jinan li dijî fihûş û tiryakê banga têkoşînê kir
16:36 Endamên HPG’ê li Stenbolê hatin bibîranîn
16:13 Şîna Yildiz ê YPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
15:27 TJA’yê li Dîlokê atolyeya ‘têkoşîna li dijî tundiyê’ li dar xist
14:22 Li Wanê Daristana Rojîn Kabaîşê hate çêkirin
14:16 Li Dêrsimê beriya mitîngê meşeke girseyî hat lidarxistin
14:13 Tê payin ku Paketa Darazê ya 11’an vê hefteyê pêşkeşî Meclisê bê kirin
14:00 Tulay Hatîmogûllari: Ey îktîdar, destên xwe ji Dêrsimê vekişîne
13:53 Demîrtaş: Em ê bi hev re pêşerojeke wekhev û adilane ava bikin
13:49 Ji zaroka 15 salî 3 roj in agahî nayên girtin
13:13 Ji faîlên Şûle Çetê Berk Akand hate berdan
13:11 Ji bo ceyranê zema veşarî: Fatûreya 900 TL dihat dê bibe hezar û 900 TL
12:20 Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê: Ji bo serhildanê em her kesî vedixwînin Taksîmê
11:45 Li Rihayê zarokek bi giranî hate birîndarkirin
11:12 Qeyda ‘sûc’ a AKP’ê ya 23 salan: Herî kêm 8 hezar û 33 jin hatin qetilkirin
11:10 Du çîrokên serkeftinê
10:11 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:29 Meteorolojiyê ji bo Colemêrgê, Şirnex û Wanê hişyarî kir
09:19 Xizmê girtî: Rûyê dewletê di girtîgehan de aşkera dibe
09:17 Rexmê rapora 'ji sedî 62 astengdarê zihnî ye' jî Taş nayê berdan
09:15 'Divê komîsyon biçe Îmraliyê û derî heta dawiyê bên vekirin'
09:06 Welatiyên Wanê: Divê kêmtirîn mûçe 50 hezar TL be
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2025'AN
15/11/2025
16:22 Seyîd Riza û hevrêyên xwe li gelek bajaran hatin bibîranîn
16:13 Eleqeyeke zede ji bo Bazara Pevguherandinê
15:34 'Muhlîse Karaguzelê û Kavak demildest berdin'