ENQERE - Akademisyenê Ugandî Mehmûd Mamdanî, di peyama xwe ya piştgiriyê de ya ji bo Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Abdullah Ocalan got: "Aştîya ku li Tirkiyeyê pêk bê dê destkeftiyeke herêmî û cîhanî be."
Akademisyen, dîroknas û teorîsyenê siyasetê yê Ugandayî Profesor Mahmood Mamdani, di peyama xwe ya nivîskî de ku ji Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) re şand, pistgiriya xwe ji bo Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ragihand.
Peyama Memdanî bi vî rengî ye: "Çareseriyeke aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd dê hem ji bo gelê Kurd û hem jî ji bo gelê Tirk destkeftiyeke mezin be. Gava di vî warî de bê nirxandin, redkirina têkoşîna çekdarî ji aliyê rêberê Kurd Abdullah Ocalan ve û parêzvaniya danûstandinên demokratîk ji bo herêmê derfetek e. Aştiya ku li Tirkiyeyê pêk were dê destkeftiyeke herêmî û cîhanî be. Ez bi tevahî piştgiriyê didim têkoşîna we ya ji bo aştî û demokrasiyê."
