RIHA - Cenazeyê zarokê ku li Rihayê li kargeha lê staj dikir ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest da, hat veşartin.
Li navçeya Hewag a Rihayê, zarokê ku li kargeha xeratiyê staj dikir, ji ber îşkenceya kesê bi navê H.A. jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê zarok ji bo otopsiyê ji Saziya Tiba Edlî re hat şandin û paşê li Mizgefta Gulê ya li Taxa Yeşîloavayê piştî wecîbeyên olî, li Goristana Asriyê hat veşartin.
Rêveberên DEM Partî yên bajêr û navçeyan, rêveberên DBP'ê yên bajêr û navçeyan, Hevşaredarên DEM Partiyê yên Hewagê, rêveberên ÎHD û OHD'ê û gelek welatî beşdarî merasîma cenaze bûn.
