MÊRDÎN - Parêzer Erdal Kuzu, diyar kir ku doza Ugur Kaymaz veguheriye dozek binpêkirinan û got: “Ger pêvajo bi ser bikeve divê ji bo bicîanîna daxwazên kesên bi binpêkirinan re rû bi rû mane mekanîzmayên nû bên afirandin.”
Li navçeya Qoser a Mêrsînê, di 21’ê Mijdara 20024’an de rojek berî 20’ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê Ugur Kaymaz ê 12 salî tevî bavê xwe Ahmet Kaymaz di encama li ber mala xwe hatin qetilkirin. Ji laşê Ugur Kaymaz ê 12 salî 13 gule û ji yê bavê wî jî 8 gule hatin derxistin. Bi Keleşnîkofa li ber laşê wan hatin danîn ve xwestin wek “pevçûn” bê nîşandan. Walitiya Mêrdînê ya wê demê wêneyê wan, wek “2 terorîstên di amedekariya pevçûnê de bûn hatin kuştin” parve kir. Lêbelê di demeke kurt de derket holê ku Ugur Kaymaz û bavê xwe welatiyên sivîl in.
Di encama têkoşîna malbata Kaymaz û parêzeran, der barê polîsên ku êriş pêk anîne Mehmet Karaca, Yaşafettîn Açıkgoz (Serdar Gokbayrak), Seydî Ahmet Dongel û Salih Ayaz de doza bi sûcê “sînorê parastina rewa hatiye derbaskirin û mirov hatiye kuştin” hat vekirin. Doza ku li Mêrdînê hat vekirin ji ber hincetên ewlehiyê veguhezî Eskîşehîrê û der heqê 4 polîsan de bi îdiaya “parastina rewa” biryara beraetê hat dayîn.
Piştî yargitay, bi îdiaya “parastina rewa” biryar erê kir, doz veguherzî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropaye (DMME) û DMME’yê biryara “mafê jiyanê hatiye binpêkirin” biryar da û der heqê Tirkiyeyê de cezaya tazmînatê da. Serlêdanên ji nû ve darazê nehatin qebûlkirin. Serlêdana ku ji bo Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hat kirin, ji aliyê Tirkiyeyê ve bi hinceta “biryarên DMME’yê biryarên teqdîrî ne” hat redkirin. Herî dawî dosya careke din veguhezî DMME’ye lêbelê DMME’yê der barê dosyayê de biryar nedaye.
‘DAXWAZA JI BO EDALETÊ DIDOME’
Parêzerê Komelaya Mafê Mirovan (ÎHD) û yê malbata Kaymaz Erdogan Kuzu, piştî salvegera 21’emîn a qetilkirina Ugur Kaymaz nirxand û got: “Daxwaza edaletê wek roja ewil didome. Daxwaz me, ya civakê ew e ku cezaya guncan di vê dozê de bê dayîn. Ger em di çarçoveya polîtîkayên bêcezakirinê de binerin, Tirkiye di vê mijarê de mînaka herî mezin e. Di doza Ugur Kaymaz de, bi awayeke aşkera derketiye holê ku wezîfedarên saziyên cemawerî li dijî welatiyên sivîl sûc kirine.
DARAZ VEGUHERIYE MEKANÎZAMAYA PARASTINA SÛCDARAN
Kuzu diyar kri ku ji despêka damezirandinê Komara Tirkiyeyê heta niha li Tirkiyeyê polîtîkayên bêcezakrinê sistematik bûye û wiha pê de çû: “Derket holê ku bi dadgehên cezayê ve polîtîkayên bêczakirinê nayê rakirin. Daraza cezayê, li vir kesên sûcdar parastiye û doza Ugur jî mînaka herî şênber e. Rexmê bertekên hemû pêkhateyên civakî, kesên ugur qetil kirine hatin beraetkirin. Xala din a girîng di vê dozê de ew e ku Ugur Kurd e. Bingeha sereke ya bêcezakirinê ev e. Em hemû neheqî û zilmên 100 salî yên ser gelê Kurd di doza Ugur de dibînin.”
‘GELEK CARAN BINPÊKIRIN HATINE KIRIN’
Kuzu, rave kir ku dewletê biryarên DMME’yê pêk neaniye û destûra xwe ya bingehîn bin pê kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me ev yek di doza Ugur Kaymaz de dît. Biryara ji nû ve darazê ya ku ji aliyê DMME’yê ve hatibû dayîn hat redkirin. Îtîrazên me jî bêncam man. Dema em peragala hiqûqî ya Tirkiyeyê dinêrîn em bi awayeke zelal dibînin ku ji bo çi biryarên DMME’yê pêk nayên. Ji ber vê yekê doza Ugur Kaymaz gelek caran bi binpêkirinan re rû bi rû maye. Hêviya me xurt e.”
‘JI BO EDALETÊ DIVÊ MEKANÎZMAYÊN NÛ BÊN AFIRANDIN’
Kuzu, destnîşan kir ku xizmên welatiyên ku mafê wan ê jiyanê hatine binpêkirin di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bndewariyên wan hene û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ger pêvajo bi ser bikeve divê ji bo bicîanîna daxwazên kesên bi binpêkirinan re rû bi rû mane mekanîzmayên nû bên afirandin. Ugur Kaymaz mînakek sembolik e, divê mekanîzmayek ku cînayetên kiryar nediyar ên salên 90’’i û binpêkirinên piştî sala 2015’an çareser bike, bê afirandin. Bi vê munasebetê em Ugur bibîr tînin û ev 21 sal in daxwaza civakê ya edaletê hêj didome.”
MA / Ahmet Kanbal
