NAVENDA NÛÇEYAN - Wekîlê TÎP’ê Ahmet Şik di civîna komîsyonê de diyar kir ku divê komîsyon biçe Îmraliyê û got: “Divê biçin Îmraliyê jî hewce bike divê biçin Qendîlê jî.” Gulistan Kiliç Koçyîgît a DEM Partiyî jî got ku gelê Kurd li cem xwe dinivîse ka kî bi çareseriyê re kî dijberiyê dike.
Civîna 18’emîn a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya li Meclisê dest pê kir. CHP’ê, beriya civîna ku dê bi rojeva serdana Îmraliyê biciviya, ragihand ku dê endamên xwe neşînin. Îmraliyê. Piştî biryar hat dayin ku dê civîn ji çapemeniyê re girtî be, CHP’ê civîn terikand.
Nûman Kurtulmuş di destpêka civînê de got: “Di 17 rûniştinan de me derfet dît ku hema hema li hemû derdorên Tirkiyeyê yên di vê mijarê de nêrînên wan hene guhdarî bikin. Her yek ji wan, di çarçoveya pêşniyarên endamên hêja yên komîsyonê û partiyên li vir de hatin kirin. Niha jî di vê civînê de, têkildarî pêvajoya ji vir û şûnde, êdî rewşekî ku em zêde rûnin nema. Di pêvajoya ji vir şûnde, bi taybet jî mijarên di civîna 17'an de hatine nirxandin ku her yek ji wan pir girîng in, di çarçoveya agahdariyên Serokê Îstîxbarata Teşkîlatê de em ê bigirin dest. Têkildarî pêvajoya ji vir û şûnde, ji bo hinek mijar li vir bi aşkerayî bên axaftin, em ê civîna xwe ji çapemeniyê re girtî li dar bixin. Piştre jî dê dengdayîn bê lidarxistin."
AHMET ŞIK: PÊWÎST BIKE DIVÊ BIÇIN QENDÎLÊ
Wekîlê TÎP’ê yê Stenbolê û endamên komîsyonê Ahmet Şik jî di civînê de got: “Li gorî min ji vê saetê şûnde li şûna nîqaşa hevdîtin were kirin an na zêdetir, divê nîqaş li ser dewleteke ji bo her kesî wekhev û adilane were kirin. Madem ji bo şer ewqas dilwêrekî heye, hemam cisaret çima ji bo şer nebe. Belê bila biçin Îmraliyê, hewce bike bila biçin Qendîlê.”
KOÇYÎGÎT: GELÊ KURD DIJBERÊN ÇARESERIYÊ DINIVÎSE
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê jî di civînê de got: “Em mecbûr in giraniya meseleyê bidin hîskirin. Heta li Ocalan neyê guhdarîkirin dê ev pêvajo kûr nebe û dê kêmasiyeke mezin hebe. Gelê Kurd, di qonaxeke dîrokî de ye. Gelê Kurd yek bi yek dinivîse ka kî bi demokrasî û aştiyê re, kî bi çareseriyê re û kî bi cisaret destê xwe didane bin kevir. Mirovên wêrek dikarin dîrokê binivîsin. Îro em dîrokekê dinivîsin; ji bo bidawîkirina pirsgirêkeke sedsalî em bi hev re li vir in. Ev meseleye, meseleyeke ser siyasetê re ye. Êdî ew şensê me nîne ku li dora meseleyê bizîvirin û çareseriyê peyda nekin. Em mecbûr in ku di qada ewlehiyê de teng nekin û ji bo her qadê çareseriyê pêş bixin. Em ê vê çawa bikin; aktoreke sereke yê pêvajoyê heye ku bi tenê bangekî xwe bi rêxistinê çek daye berdan, rêxistinê xwe fesix kiriye. Gelo ma dê komîsyon vê rastiyê jinedîtî ve were? Dê destê xwe nedeyne bin kevir?”
EMEP: DIVÊ KOMÎSYON HEVDÎTINÊ BIKE
Wekîlê EMEP’ê yê Stenbolê Îskender Bayhan jî got: “Hewceye komîsyon vê hevdîtina li Îmraliyê parçeyeke xwezayî ya vê pêvajoyê bibîne. Partiyên koma wan hene divê endaman bidin şandeyê. Bêyî ku hewcehî bi dengdanê hebe dikarin vê bikin.”
