ENQERE - Parêzer Nêrgiz Gornaz, polîtîkayên necezakirinê yên di sûcên li dijî jinan de nirxand û got: "Pergaleke ku hewl dide ceza nede faîlan heye."
Li gorî daneyên Platforma Em ê Cînayetên Jinan Bidin Sekinandin, di meha cotmehê de 19 jin hatin qetilkirin û 22 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Li gorî çeteleya tundiyê ya meha cotmehê ya JINNEWS'ê; 25 jin û zarokek hatin qetilkirin û 8 jin û 3 zarokan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.
Endama Komîsyona Jinan û Xebatên Zayenda Civakî ya Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) parêzer Nêrgiz Gornaz, têkildarî polîtîkaya necezakirinê ya di sûcên li dijî jinan de axivî. Nêrgiz Gornazê diyar kir ku daraza Tirkiyeyê ji bo cezayê nede faîlan, di nava hewldanan de ye.
Nêrgiz Gornazê destnîşan kir ku ji ber gotinên polîtîk welatî demên dirêj girtî dimînin lê di sûcên li dijî jinan de heman tişt nîne û got: “Heke gotin di cih de be, pergaleke ji bo cezayê nede faîlan heye. Di her qonaxê de ev yek heye. Ji cem hêzên ewlekariyê heta dadgehên cezayên giran û yên giştî ev rewş heye. Heke ceza were dayin jî di pêvajoya înfazkirina cezayê de her tim hewl didin cezayê sivik bikin. Ev yek jî di bin navê ‘sorkirina neheq’ û ‘başhaliyê’ tê kirin.”
‘FAÎL DI FERQÊ DE NE KA HÊZA XWE JI KU DIGIRIN’
Bi domdarî Nêrgiz Gornazê anî ziman ku faîl ji rewşa necezakirinê sûc digirin û got: “Ji faîlên Şule Çetê, Berk Akand piştî bi destûr ji girtîgehê derketî, wêneyek parve kir û heke gotin di cih de bêminetî da her kesî. Li ser medyaya civakî piştgirî jê re hat dayin. Ev rewş bi tena serê xwe nîşan dide ka hêza xwe ji ku digire.”
Nêrgiz Gornazê got ku pirsgirêkên jin di qada darazê de dijîn ne tenê bi pêvajoya cezayê bisînor dimîninin û di dozên hevberdanê de, di pêvajoyên nepenî û nefeqeyê de jî didomin û got: “Li cihekî xizaniya jinê lê heye de nikarin xwe bigihînin parêzeran û ev jî dike ku nekarin edaletê bi dest bixin. Di serlêdanên ji bo parastin dûrxistinê de jî teblîxat nagihije faîl û ev jî dike ku biryara parastinê nekeve meriyetê.”
BANDORA TÊKOŞÎNA JINAN
Nêrgiz Gornazê got ku asta dosyayên mirinên bi guman ên jinan gihiştiyê encama têkoşîna jina ye û got: “Dosyayên Şule Çet, Gulistan Doku, Rojîn Kabaîşê nehatin girtin û hêj di rojevê de ne. Lewma têkoşîna rêxistinkirî ya jinan girîng e. Banga min ji bo jinan ew e ku di 25’ê Mijdarê de li qadan bin. Ji bo parastina mafan û destkeftiyan, têkoşîn girîng e. Ya girîng ew e ku jin bên gel hev û bi hev re dengê xwe bidin bihîstin.”
