MÊRDÎN - Parêzerên dosyaya malbata li Qoserê hatiye qetilkirin diyar kirin ku hewldan heye qetilkirina endamên malbatê weke întîharê nîşan bidin lê derketiye holê ku cînayet e. Parêzeran, got ku medya weke magazînel nêz dibe û helwestekî nemirovî nîşan dide.
Di şeva 24’ê Mijdarê de li Taxa Turgut Ozal a navçeya Qoserê ya Mêrdînê Mehmet Kaya (37), hevjîna wî Berna Kaya (33) û keça wan Samyelî Kaya (5) li mala xwe kuştî hatin dîtin. Di destpêkê de bûyer weke ku Mehmet Kaya piştî kuştina hevjîn û zaroka xwe, întîhar kiriye hate ragihandin. Lewma jî cenazeyê Kaya li navçeya Stewrê û yên dayik û keça wê jî li Wanê hatin definkirin. Di lêpirsîna bûyerê de derket holê ku keya û endamên malbatê bêyî polîsan derî vekiriye û ev weke cihê gumanê hate dîtin. Piştî tespîta ku çek û qalikê guleyekê ne li cihê bûyerê ye, lêpirsîn hate kûrkirin. Cîranê malbata Kaya, M.C. ji ewil îdia kir ku dengê tu çekan nebihîstiye, weke gumanbar hate binçavkirin û piştre hate berdan. M.C. piştî berdanê bi malbata Kaya re hevdîtin kir. Gotinên wî yên bi malbatê û yên di îfadeya li emniyetê de hev negirtin û li ser vê yekê dîsa hate binçavkirin.
M.C., di binçavkirina duyemîn de jî behsa têkiliya xwe ya bi bûyerê re nekir. Lêbelê di îfadeya dozgeriyê de got ku wî çek ji Mehmet Kaya re peyda kiriye û wî çek ji cihê bûyerê rakiriye. M.C., îdia kir ku di dema bûyerê de li mala Kaya bû, Mehmet Kaya piştî hevjîn û keça xwe kuştî întîhar kiriye. Bi domdarî jî îdia kir ku wî çeka li cihê bûyerê biriye û avêtiye kanalîzasyonê û cihê çekê jî nîşan da. Di lêpirsîna têkildarî bûyerê de M.C. ji ber sûcê “kuştina biqesdî” û V.E. û B.K. ên bi wî re jî ji ber sûcê “tunekirina delîlan” hatin girtin. Destgira M.C. ya bi navê B.S. jî bi şertê kontrola edlî hate berdan.
Lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Qoserê ku “biryara nepeniyê” heye didome. Parêzerên malbata Kaya têkildarî geşedanên di dosyayê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn.
‘KOMKUJIYEKE KU HEWL DIDIN WEKE ÎNTÎHAR NÎŞAN BIDIN’
Parêzer Nurullah Oner bûyer weke wehşetê pênase kir û got: “Ji ewil hewldane bûyerê weke întîhar nîşan bidin. Piştî bûyera li malê, derketine derve û ketine nava hinek hewldanên manîpulatîf. Piştî lêkolînan û lêpirsîna dozgeriyê derket holê ku kesê bûyer kirî di heman demê de têkiliyên xwe yên xurt bi malbatê re heye ku cîranê wan e. Hate girtin. Tevî hinek îfadeyên manîpulatîf, sûcdariyên heyî qebûl kir. Di îfadeyên wî de nakokiyên mezin hene. Lê demekî kin piştî bûyerê hate girtin lewma nekarî tam bigihije hedefa xwe. Lewma jî li gorî me aşkeraye ku vî kesî malbat qetil kiriye. Û hin kesên ji bo veşartina van amûrên sûc jê re bûne alîkar hene. Wî bi xwe jî çendek nav dan. Hin navên dozgeriyê xwe gihandiyê hene. Rastî ew e ku bûyera întîharê nîne, berevajî vê komkujiyeke hewl didin weke întîharê nîşan bidin heye. Her çend bersûcî cînayet qebûl nekiribe jî, amûra sûc bi xwe re biriye, hewl daye tune bike. Ev yek bes dike ku bûyer cînayet e.”
‘DIVÊ CIVAK HESAS Û ETÎK NÊZ BIBE’
Oner, anî ziman ku nûçeyên têkildarî bûyerê û dîmenên têkildarî cihê bûyerê yên li ser medyaya dijîtal hatine parvekirin, wehameta bûyerê radixin ber çavan û got: “Hewceye mirov di vê mijarê de hesas û etîk nêz bibin. Ji zarokan heta her derdorên civakî dikarin van dîmenan bibînin. Lewma bandoreke neyînî dike. Heke dîmen bikevin destê welatiyan, bila parve nekin. Di demên dawî de li herêma me bûyerên tundiyê zêde dibin û ev nîşan dide ku peydakirina çekan pir bi hêsanî dibe. Rêzefîlmên li herêma me tên çêkirin ku di pişta her kesî de çek heye, hevdu dikujin û weke leheng tên nîşandan jî bandoreke mezin li ser civakê dike. Ev, di binhişê ciwanan de zêde cih digire. Lewma divê rêzefîlman bi baldartir çêbikin.”
‘ZIMANÊ MEDYAYÊ CIHÊ XEMGÎNIYÊ YE’
Seher Acay jî anî ziman ku bûyer ji hêlekî ve cînayeta jinê, li aliyê din jî cînayeta zarok e û bi giştî jî bûyera qetilkirina tevahiya malbatekê ye. Seher Acayê, diyar kir ku bûyer cînayeteke asayî nîne û eleqeya medyayê jî girîng e. Seher Acayê got: “Eleqeya medyayê û berteka civakê girîng e û hêviyê dide lêbelê zimanê hin derdorên medyayê û civakê hem ji hêla lêpirsînê ve hem jî ji hêla me ve pir girîng e. Divê neyê jibîrkirin ku her kesê hatiye kuştin kes bûn û bi mafên xwe li dinyayê bûn. Û piştî mirina xwe jî dê bîranînên wan bimînin. Medya, bi awayekî magazînel nêzî bûyerê dibe. Hinek teoriyên weke ‘evîna qedexe’ yan jî ‘minasebetên şexsî yan jî têkilî’ tên kirin. Ev şîrove û nûçeyên bêbingeh tên kirin, hiqûqî nînin. Li hêla din jî ji bo endamên din ên malbatê jî cihê êş û xemgîniyeke mezin e. Rewşekî nemirovî ye. Agahî girîng in lê divê ji bo silametiya lêpirsînê bên bikaranîn. Divê em hêza xwe ya mirovî ji bo derketina rastiyê bi kar bînin ku ev girîng e û dê pêşiya cînayetên wiha bigire. Di vê mijarê de erkekî medyayê jî heye. Heke armanca wê rastî be, divê vê hêza xwe rast bi kar bîne. Ev yek ji bo derûniya malbatê jî dê gelek baş bibe. Dê pêşiya travmayan bigire. Di vê mijara hesasiyetê de banga me ji bo civak û medyayê heye.”
MA / Ahmet Kanbal
