NAVENDA NÛÇEYAN - PDK'ê hêzên leşkerî yên bi çekên giran li navçeya Xebat û gundê Lacan bi cih kir û ji bo 110 kesan biryara binçavkirinê daye.
Li gorî çavkaniyên Rojnewsê, PDK'ê îro hêzek mezin bi çekên giran û sivik li navenda navçeya Xebat û gundê Lacan bicih kiriye. Ev yek di demekê de tê ku ev herêm piştî nakokiyên bi şîrketekê re, çend rojin di nav aloziyê de ye. Hêzên PDK'ê bi çekên doşka, BKC û wesayîtên leşkerî birine deverê. Hejmarek ji wan bi cilên sivîl jî belav bûne.
JI BO 110 KESAN BIRYARA BINÇAVKIRINÊ HAT DAYÎN
Çavkaniyan gotin: “PDK'ê bi hinceta van tevliheviyan dest bi girtin û şantajkirina welatiyên herêmê kiriye. Bi taybetî yên ku li dijî PDK'ê ne. Di vê çarçoveyê de, ji bo 35 kesan li gundê Lacan û 75 kesan li navçeya Xebatî yê Hewlêrê biryara girtinê hatiye dayîn.”
Herwiha çavkaniyan aşkera kirin ku hejmara xwepêşanderan nagihîje 75 kesan. Lêbelê, PDK û dezgehên wê yên ewlehiyê ji rewşê sûd wergirtine. Wan navên çendîn kesên dijberên xwe xistiye nav lîsteya girtinan ku ku tu eleqeya wan bi xwepêşandanan re tune ye.
GEL NIKARE JI MALÊN XWE DERKEVIN
Niştecihên van deveran ji ber bicihkirina hêzên PDK'ê bi fikarin û dan zanîn ku ew ditirsin, ji tirsa girtin û sûcdarkirinê, ew nikarin bi azadî ji malên xwe derkevin.
TUNDIYÊN LI SER MEDYAYÊ ZÊDE DIBIN
Çavkaniyan got; “Niha deverên navçeya Xebat û gundê Lacan ji bo rojnamevan û medyayên li derveyî PDK'ê bûne cihên herî xirab ku lê bixebitin. Xelk neçarin ku bi medyaya girêdayî PDK'ê re biaxivin û rastiyê veşêrin.”
GEL BANGA ALÎKARIYÊ KIR
Niştecihên gundê Lacanê bang li Hikumeta Herêma Kurdistanê, rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên navnetewî kirin ku alîkariya wan bikin. Herwiha daxwaza vekişandina van hêzên PDK'ê kirin da ku ew bikaribin bi azadî tevbigerin.
Herwiha xelk vê pirsê dikin: Gelo pirsgirêkên şîrketekê dibin sedema ku partiya desthilatdar bi vî rengî nêzîkî welatiyên xwe bibe?
Piştî nakokiyeke di navbera Şîrketa Lanaz û niştecihên gundê Lacanê de, di 27ê Mijdara îsal de, li herêmê alozî derket. Piştî ku PDK'ê di dema hilbijartinan de soza xwe ya ji welatiyên Lacanê re dayî ne anî cih, ev pirsgirêk derket holê.
Di encama vê aloziyê de, 10 welatî birîndar bûn û welatiyek hat qetilkirin. Di bersivê de, PDK'ê zêdetirî 5 hezar hêzên leşkerî şandin van deveran.
