WAN - Rêveberê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Wanê Huseyin Yavîç bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên ku girtiyên nexweş bi wan re rû bi rû dimînin û got: "Rewşa girtiyên nexweş divê li benda ATK'ê neyê sekinandin. Nexweşxaneyên zanîngehê û nexweşxaneyên dewletê yên asta sêyemîn jî dikarin der barê rewşa tenduristiyê ya girtiyan de biryaran bidin."
Tundî û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan li dijî girtiyan roj bi roj zêde dibin. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yên sala 2025'an, bi tevahî hezar û 412 girtiyên nexweş li girtîgehan hene. Rêveberê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Wanê Dr. Huseyin Yavîç bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û diyar kir ku divê girtiyên nexweş û yên ku berdana wan tê astengkirin demildest werin berdan û divê lijneyên çavdêriyê yên li girtîgehan werin betalkirin.
Yavîç got: "Pirsgirêka girtiyên nexweş pirsgirêkeke kronîk e û heta niha çareseriyek nehatiye dîtin. Pirsgirêka girtiyên nexweş di girtîgehan de di rastiyê de polîtîkayek e ku dewlet bi berdewamî li dijî komên muxalîf bi kar tîne û armanca wê cezakirin e. Li gorî daneyên ÎHD'ê yên sala 2025'an, hezar û 412 girtiyên nexweş hene. Ji van, 335 bi giranî nexweş in û 235 jî nexweşiyên wan ên giran hene ku nikarin bêyî piştgirî bijîn. 105 yên mayî jî girtiyên bi nexweşiyên ew qas giran in ku nikarin di girtîgehê de bimînin. Ji mafên mirovan ên herî bingehîn yek jê tenduristî ye."
NÊZÎKATIYEKE LI DIJÎ RÛMETA MIROVAHIYÊ
Yavîç diyar kir ku girtî nikarin mafê xwe yê tenduristiyê bi dest bixin û bi nêzîkatiyên ku rûmeta mirovan binpê dikin re rû bi rû dimînin û got: "Mafê tenduristiyê di qanûnên neteweyî û navneteweyî de hatiye destnîşankirin. Divê ev pirsgirêk demildest were çareserkirin. Divê em li ser bisekin ka pirsgirêka girtiyên nexweş di girtîgehan de çawa gihîştiye vê astê. Girtiyên nexweş bi taybetî ew kesên bi nexweşiyên kronîk in ku hewceyê şopandina birêkûpêk in. Mixabin, ew di girtîgehan de di wextê xwe de nayên dermankirin an jî ji ber sedemên curbicur ji bo demeke dirêj sewqa wan a nexweşxaneyan nayê kirin. Ev rewş dibe sedema xwenegihandina saziyên tenduristiyê. Girtî di van pêvajoyan de dema diçin nexweşxaneyê bi ferzkirinên wiha re rû bi rû dimînin; wekî lêgerîna devkî ya li dijî rûmeta mirovan, di dema muayîneyê de ferzkirina kelemçeyê an jî hebûna gardiyan û leşkeran. Axirê, piraniya girtiyan bêyî ku ji mafê xwe yê tenduristiyê sûd wergirin vedigerin girtîgehê. Divê ev celeb pirsgirêk werin çareserkirin."
Yavîç diyar kir ku divê demildest li gorî ruhê pêvajoyê û bi lezgînî gav bên avêtin û got: "Biryarên Saziya Tiba Edlî (ATK) mijara nîqaşê ne. Pêdivî ye ku ATK li gorî daneyên zanistî, bêyî ku di bin zexta rayedaran de be, rewşa girtiyên bi nexweşiyên giran binirxîne û prosedurên ku kesên ku nikarin di girtîgehê de bimînin pk bîne. Her wiha xelet e ku ATK bibe yekane karbidest ku di vê mijarê de biryaran bide. Li welatê me, nexweşxaneyên zanîngehê û nexweşxaneyên dewletê yên asta sêyemîn hene û rewşa tenduristiyê ya girtiyan dikare di van nexweşxaneyan de jî were nirxandin û biryar werin girtin. Her çend rêziknameyên qanûnî di rojevê de ne jî, pakêtên dadweriyê yên 10 û 11'an ên ku vê dawiyê hatine pejirandin, girtiyên nexweş nahewînin. Yek ji gavên berbiçav ên ku ji bo pêkanîna aştî û demokrasiyê werin avêtin, derxistina rêziknameyên qanûnî ye."
