AMED - Endamê Lijneya Rêveber a Baroya Amedê parêzer Erdem Kaya destnîşan kir ku divê “mafê hêviyê” bêyî Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk tavilê bê bicîanîn û got: “Ev ne tercîh an jî qenciyek e, pêwîstiyek e.”
Der barê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya sala 2014'an a der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ku dibêje “mafê hêviyê” hatiye binpêkirin, Tirkiyeyê 11 sal in tu gav neavêtine. Tevî daxuyaniya Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî û pêvajoya ku tê birêvebirin, di mijara “mafê hêviyê” de tu gav nehatin avêtin. Endamê Lijneya Rêveber a Baroya Amedê parêzer Erdem Kaya, “mafê hêviyê” nirxand.
Kaya diyar kir ku di binê biryara DMME'yê de ew rastî heye ku kesekî cezayê muebedê xwariye, divê hêviya wî hebe ku di dawiya cezayê xwe de were berdan. Kaya destnîşan kir ku DMME di vê mijarê de behsa mekanîzmayeke îdarî û darazê dike û vv mekanîzma tê wateya lêkolînkirina rewşa girtîbûnê di demên diyarkirî de û ev tişt got: “Rêgeza bingehîn a hiqûqa cezayan û hiqûqa înfaza cezayan ev e: Başbûna girtî di nava xwe de dihewîne. Li welatekî ku hêviya girtî ya berdanê tune be an jî nizanibe mekanîzmayeke wiha heye, em nikarin ji girtî hêvî bikin ku ji bo başbûnê hewl bide. Jixwe nakokiya herî mezin jî ev e.”
CIVÎNÊN KOMÎTEYA WEZÎRAN
Kaya bi bîr xist ku piştî biryara Ocalan/Tirkiye, DMME'yê biryarên Gurban/Tirkiye, Kaytan/Tirkiye û Boltan/Tirkiye jî dane û bal kişand ku ev biryar tevî xala 90'î ya destura bingehîn jî nayên bicîanîn. Kaya destnîşan kir ku di çarçoveya xala 46'an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) de, verastkirinên ji bo van biryaran ku Tirkiye jî mecbûr e bi cih bîne, ne tercîh in, lê erk û berpirsiyarî ne. Kaya rave kir ku Komîteya Wezîran (KW) a Konseya Ewropayê (KE) ji ber biryarên DMME'yê yên li dijî Tirkiyeyê, di civîna xwe ya Îlona 2024'an de hin hişyarî li Tirkiyeyê kirine û wiha pê de çû: “Di esasê xwe de di hiqûqa me ya navxweyî de, di navbera girtiyên ku ji ber sûcên li dijî ewlehiya dewletê cezayê muebeda girankirî lê hatine birîn û girtiyên din ên muebeta girankirî girtine de cudahiyeke sepandinê heye. Di rastiyê de KW KE got ku divê ‘mafê hêviyê’ ji bo herkesî bê bicîkirin û di mijara cudahiya sepandinê de hişyarî da Tirkiyeyê.”
Kaya bal kişand ser civîna Komîteya Wezîran a Îlona 2025'an jî û bi bîr xist ku ji bo verastkirinên qanûnî yên pêwîst heta sala 2026'an dem dane Tirkiyeyê û xwestine ku verastkirinan ji komîteyê re ragihîne.
XALÊN KU LI PÊŞIYA ‘MAFÊ HÊVIYÊ’ DIBIN ASTENG
Kaya xalên ku di hiqûqa navxweyî de li pêşiya “mafê hêviyê” dibin asteng rêz kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Fiqreya 16'an a Xala 107'an a Qanûna Înfaza Cezayan dibêje ku di sûcên li dijî pergala destura bingehîn an jî ewlehiya dewletê de û di çarçoveya çalakiyên rêxistinî de, hukmên berdana bi şert nayên sepandin. Bi tenê derxistina vê madeyê jî wê têgeha ‘mafê hêviyê’ dê bixe meriyetê. Di xala demkî ya duyem a heman qanûnê de jî verastkirineke wekî vê heye. Guherîna vê jî wê astengiya heyî radike. Di Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê de jî tiştekî wiha heye. Bi taybetî bi derxistina van metnan a ji qanûnê, astengiyên li pêşiya ‘mafê hêviyê’ jî wê rabin.”
Kaya bal kişand ser biryarên binpêkirinê yên DMME'yê yên di mijara “mafê hêviyê” de û diyar kir ku taybetmendiya hevpar a van biryaran ew e ku li Tirkiyeyê nexasim ji bo girtiyên siyasî mekanîzmayeke çavdêrî û lêkolînê ya ji bo berdanê tune ye û di qanûnên cezayan de jî astengî hene û got: “Gavên ku di vî warî de were avêtin, belkî bandorê li hezaran kesên di vê rewşê de bike. Ev biryar wê tenê ne ji bo Ocalan be.”
‘DIVÊ MAFÊ HÊVIYÊ BÊYÎ PÊVAJOYÊ WERE PÊKANÎN’
Kaya bal kişand ser Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk kir û wiha got: “Di serê pêvajoyê de bi banga birêz Devlet Bahçelî, bi piştgiriya birêz Serokkomar û paşê bi bangên birêz Ocalan re rêxistin kete pêvajoya fesixkirinê û çek hatin şewitandin. Di rastiyê de avêtina gavên şênber ên ji bo ‘mafê hêviyê’ û verastkirinên qanûnî, dê îxtîmala aştiyê xurtir bike.”
Herwiha Kaya destnîşan kir ku bêyî destpêkirina pêvajoyê jî Tirkiye mecbûr e “mafê hêviyê” pêk bîne û bal kişand ser xal 46'an a PMME û xala 90'î ya destûra bingehîn ku vê berpirsiyariyê li Tirkiyeyê girirn û di axaftina xwe wiha domand: “Em mecbûr in van biryaran pêk bînin. Lê mixabin hem biryarên der barê ‘mafê hêviyê’ hem jî biryarên dawî yên der barê Selahattîn Demîrtaş de nayên bicîanîn. Hêviya me ew e ku verastkirinên qanûnî yên ku bicîanîna van biryaran hêsan dikin, bên kirin.”
Kaya anî ziman ku wan ji bo “mafê hêviyê” bang li komîsyona li Meclisê kirine û wekî baro jî komîsyonek ava kirine û di çarçoveya pêvajoyê de xebatan dikin. Kaya wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hêvî û daxwaza me ew e ku verastkirinên qanûnî tavilê bên kirin. Di vî warî de banga me di esasê xwe de ji bo Meclisê ye ku muxatab e. Di raya giştî de jî bendewariya gavên şênber heye. Divê di çarçoveya ‘mafê hêviyê’ de zû gav bên avêtin. Ev ne tercîh an jî qenciyek e, pêwîstiyek e. Baroya me dê şopdarê van gavan be.”
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel
