Mazlûm Ebdî: Peymana 10’ê Adarê wê bibe bingehê Sûriyeya nû

  • rojane
  • 16:19 13 Kanûn 2025
  • |
img
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê giştî yê HSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku armanca şoreşa Sûriyeyê azadî ye û hilweşîna rejîmê qonaxeke nû ya şoreşê ye û got: "Peymana 10’ê Adarê wê bibe bingehê Sûriyeya nû."
 
Fermandarê giştî yê HSD’ê Mazlûm Ebdî di pîrozbahiya salvegera 10’emîn a damezirandina Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) de axivî ku li bajarê Hesekê pêk hat. Mazlûm Ebdî ketina rejîma Baasê wekî destpêka projeya Sûriyeya nû bi nav kir û got ku rejîma Esed di encama biryardarî û têkoşîna dehan salan a tevahiya pêkhateyên Sûriyeyê de ket.
 
Mazlûm Ebdî got: "Ketina Esed qonaxa pêşîn a şoreşê bû. Kêfxweşiya Sûriyeyê dê temam nebe heta ku daxwazên wan bi cih neyên. Armanca gelê Sûriyeyê ji xistina rejîmê avakirina sîstemeke nû ya li ser esasê azadiyê bû. Ji bo armancên şoreşê pêk werin divê sîstemeke nû ya li ser bingeha azadiyê were avakirin. "
 
Ebdî di dewama axaftina xwe de bi bîr xist ku rejîma Baasê rejîmeke zordest bû li ser esasê yekrengiyê kar dikir, li hemberî vê yekê divê tevahî pêkhateyên Sûriyeyê welatê xwe ava bikin û bi rê ve bibin.
 
Mazlûm Ebdî destnîşan kir ku civata navneteweyî bi ketina rejîma Baasê kêfxweş e û derfet da Sûriyeyê da ku cihê xwe di qada navneteweyî û Rojhilata Navîn de bigire, her kes kar dike da ku Sûriye gavan biavêje. Her wiha got: "Em dizanin dê kî Sûriyeyê vegerîne cihê wê yê girîng, ew jî eniya hundirîn a Sûriyeyê bi xwe ye."
 
Fermandarê giştî yê HSD’ê Ebdî bal kişand ser peymana 10’ê Adarê ku bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re îmze kirine û ev tişt gotin: "Bi armanca ku Sûriyeyeke nû bi rêya lihevkirinan ava bibe û şer were rawestandin, par mîna van wextan em bi hikumeta veghêz re ketin nava têkiliyan. Di encamê de bi alîkariya hin dostên me hevdîtin çêbûn û peymana 10’ê Adarê hat îmzekirin. Ji demekê ve em li gorî peymanê kar dikin."
 
Ebdî, peymana 10’ê Adarê wek bingeha Sûriyeya nû bi nav kir û ev li gotinên xwe zêde kir: "Bendên peymanê bendên dîrokî ne. Dê bibin bingehên hêza Sûriyeyê. Civata navneteweyî û herêmî piştgiriyê didin peymanê. Em wekî HSD û Rêveberiya Xweser ji her kesî bêtir pabend in. Em dizanin ku peyman bingeha Sûriyeya nû ye."
 
Ebdî bal kişand ser astengiyan jî û got: "Gelek arîşe hene. Sûriye derveyî şer e. Lê fikar li ser şerên nû hene. Pirsgirêk dewam dikin. Gotinên kîndariyê hene. Hinek hene naxwazin çareserî pêk were û li hemberî vê peymanê disekinin û dixwazin wê têk bibin. Lê em bi biryar in ku bi tevkariya dostên xwe yên Koalîsyona Navneteweyî û gelê Kurd ê li parçeyên din û gelên herêmê bi tevahî pêkhateyên wê peymanê pêk bînin. Pêvajo bi zehmetî derbas dibe. Lê em dimeşin. Gelek pirs hene. Hinek dibêjin wê serê salê çareser bibe, lê ez dibêjim; me negotiye dê dawiya salê bi dawî bibe, lê me got em hewl didin dawiya salê bi dawî bikin. Ya girîng; em ji bo peymanê kar bikin û bi pêş de herin da ku dan û standin dewam bikin."
 
Mazlûm Ebdî diyar kir ku pêvajo ne pêvajoyeke normal e, lê hestiyar e û wiha dom da axaftina xwe: "Pêşketin hene. Peyman welatên cîran jî eleqedar dike. Welatên cîran wekî berê ne li dijî me ne. QSD ne hinceta şeran e. Em ji çareseriyq li gorî peymana 10’ê Adarê re amade ne. Em ji her kesî dixwazin ku piştgiriyê bidin pêvajoyê. Wek QSD û hêzên asayîşê me di çaçroveyeke giştî de li hev kir û şandeyên me detayan nîqaş dikin."
 
Ebdî anî ziman ku ew hêvî dikin ku beriya sala nû mizgîniyê bidin sûriyeyiyan û lihevkirinek di warê leşkerî de li Sûriyeyê çêbe û da zanîn ku gavên din ên siyasî û îdarî ku Kurdan eleqedar dikin, hene, lê pêdiviya wan bi demê heye.
 
Fermandarê giştî yê QSD’ê bi domdarî got: "Di warê îdarî de, bi taybetî pêkhateyên herêmê wekî Reqa, Dêrazor û Hesekê, em dixwazin ku siberoja van herêman di destê gelê wan be. Em jî ji bo vê yekê dixebitin, ne ku yek ji derve were van herêman bi rê ve bibe. Gelê herêmê piştî ew qas qurbanî dane, mafê wan heye herêmên xwe bi rê ve bibin. Ji bo ku çareserî bi Şamê re pêk were, em li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê bi hev re kar bikin, divê bersiva me zelal be û daxwazên gelên me zelal bin.”
 
Mazlûm Ebdî bi bîr xist ku partiyên Kurdan partiyên neteweyî ne, ji demeke dirêj ve ji bo mafên xwe tê dikoşin û wiha pê de çû: "Di peymana 10’ê Adarê de bi zelalî hatiye gotin divê destûr were nûkirin û mafên Kurdan û pêkhateyên Sûriyeyê di destûra nû de werin mîsogerkirin. Ne tenê daxwazên neteweyî, di heman demê de mîsogerkirina daxwazên olî di destûrê de wek xaleke bingehîn di peymana 10’ê Adarê de hatine destnîşankirin.”
 
Ebdî anî ziman ku ew di merheleya dan û standinên li gel Şamê de ne û di aliyê leşkerî de jî pêşketin hene.
 
Fermandarê giştî yê QSD’ê bal kişand ser gotinên kîndariyê jî û diyar kir ku yên şer dixwazin û gotinên kîndariyê dikin, dê têk biçin. Ebdî destnîşan kir ku sûriyeyî ne şer, lê çareseriyê ji bo welatê xwe dixwazin, hewldanên şerxwazan dê neçin serî.
 
Mazlûm Ebdî da zanîn ku gelek guhertin hene û entegrasyon dê gelek guhertinên din bi xwe re bîne û got: "Destpêkê ji bo Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî, entegrasyon derfeteke ji bo pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ku bibe xwedî lêvegereke bihêz û gavan ji bo pêvajoya nû biavêjin û neyîniyan derbas bikin. Ji bo avakirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê bibe destpêkek û dê bibe mînakek ji bo tevahiya parêzgehên Sûriyeyê.”
 
Fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî di dawiya axaftina xwe de got: "Di demekê de ku hişmendiyên hevbeş tune bû û şerê mezhebî û nîjadî pir bûn û teror li pêş bû, MSD bi siyaset û xîtabeke nû hat. MSD’ê roleke girîng di aramiya herêmê û tevahiya Sûriyeyê de lîst. Di vê qonaxê de jî û di encama ezmûna 10 salan de em derbasî qonaxene nû dibin, wê MSD roleke nû di avakirina siberoja Sûriyeyê de bilîze."

Sernavên din

19:40 Coşa beriya maça Amesporê
18:21 Li Çewlîgê civîna gel : Divê mafê hêviyê bê bicîanîn
17:48 'Em ê xwedî li bîranên wan derkevin'
16:19 Mazlûm Ebdî: Peymana 10’ê Adarê wê bibe bingehê Sûriyeya nû
16:08 Încî Sumbul a YJA Starî hat bibîranîn
15:37 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
15:23 Daxwaza berdana girtiyên nexweş Erîşmîş û Goren kirin
15:01 Xizmên Windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:06 Dayikên Şemiyê ji bo Demîr û Akîpa edalet xwestin
13:13 Nêrgiz Mihemedî hat binçavkirin
13:10 Dayika Aştiyê Bahar Çaltû jiyana xwe ji dest da
12:52 Li Şirnexê civîna gel: Gelê Kurd tu carî wekî îro nêzî azadiya xwe ne bûye
12:08 Milê meşe yê Çûkûrovayê li ser rêya Tarsûsê ye
11:20 Daxwaza sereke ya Êlihiyan azadiya Abdullah Ocalan e
10:27 Fîlozofê Amerîkî Todd May: Divê hemû alî vê firsendê baş bi kar bînin
10:20 Bang ji bo meşa li Licê
10:11 Ji bo 5 bajaran hişyariya bi koda zer
10:02 Alimên Olî: Divê gava ji niha û pê ve azadiya Ocalan be
09:14 'Dewletê bi hevdîtina bi Îmraliyê re muxatabê xwe fermî kir'
09:13 ‘Heya Abdullah Ocalan azad nebe pêşiya aştiyê venabe'
09:11 Ji bo dosyeya Rojîn Kabaîşê raporeke alternatîf û taybet tê amadekirin
09:07 Sînemahez: Bila li Amedê bêtir festîval bên çêkirin
09:03 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2025'AN
12/12/2025
20:02 Di Festîvala Fîlman a Amedê de 18 fîlm hatın nîşandan
19:36 Neslîhan Şedal: Me bi modela hevserokatiyê pêşengiya cîhanê kir
16:57 Çetîn Arkaş: Ji bo aştiyeke mayînde hewcehî bi veguherîna zîhniyetê heye
16:28 Li Amedê biryara ‘Hewcehî bi ÇED'ê nîne' ya ji bo lêgerîna petrolê hat betalkirin
16:03 Cerdevanan li Şirnexê 36 pezkovî qetil kirin
15:51 Komîsyona Tespîtkirina Mûçeyê Kêmtirîn civîna xwe ya ewil li dar xist
15:35 Rapor: Ji her hezar jinan tenê yek dikare xwe bigihijîne alîkariya edlî
15:14 Rapora girtîgehê: Astengkirina tehliyeyan û sepanên îşkenceyê zêde bûne
15:12 Meşa ‘Budçeya ji bo ked û aştiyê’ ya Çukurovayê: Budçeyê ji bo aştiyê veqetînin
15:00 Pervîn Buldan: Divê zagona aştiyê hebe
Devlet Bahçelî: Ez îmzeya xwe diavêjim bin her gotina Pervîn xanimê
14:28 ‘Ji bo aştiyê divê xweseriya rêveberiyên xwecihî bê parastin’
14:08 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Bahçelî re civiya
13:15 Çar endamên malbata Fîdan ku di qezayê de mirin hatin definkirin
13:07 Budçeya ji bo ked û aştiyê: Em mecbûr in mafê ked û aştiyê bi dest bixin
12:44 Babacan: Kêmasiya herî mezin a di pêvajoyê ew e ku Erdogan raya giştî agahdar nake
Şandeya DEM Partiyê: Verastkirinên zagonî divê ji bo aştiyê sûdewer bin
12:13 Du kesên li Mêrdînê jineke ciwan tecawiz kiribûn hatin girtin
12:05 Gulistan Sonuk: Avakirina civaka demokratîk erka me hemûyan e
12:02 Şandeya Îmraliyê bi Alî Babacan re civiya
12:00 Ji polîsan peyama sîxurkirinê: Yê ku di vê çîrokê de dişewite bila tu nebî
11:46 Tuncer Bakirhan: Em we tevan vedixwînin têkoşînê
11:23 Qala Aliye Tîmurê kirin: Dilsoza dozê bû
11:17 Li Boluyê tehliyeya 13 girtiyan hate astengkirin: Li dijî ruhê pêvajoyê ye
10:58 Tulay Hatîmogûllari: Em ji budçeya şer re bibêjin ‘na’
10:55 Salvegera 10’emîn a qedexeya derve ya Cizîrê: 52 dosya li DMME’yê ne
10:37 ‘Ji bo aştiyeke mayinde pêwîstî bi mafên sereke û azadiyan heye’
10:25 Daniela Patti: Divê em berdana Abdullah Ocalan misoger bikin
10:12 Hilbijêrên Kurd ji ber biryara Îmraliyê ji CHP'ê dûr dikevin
09:45 Girtîgehên li Efrînê û torên sîxurtiyê
09:20 Bi belgefîlma Ra'yê balê dikişîne ser asîmîlasyona li ser Elewîtiyê
09:19 Ji bo bajarên Bakur hişyariya baran û berfê hat kirin
09:08 Derhêner Kilo: Em Efrînê bikin bajarê aştiyê
09:07 Banga ji bo meşa li Licê: Em bersivê bidin polîtîkayên şerê taybet
09:03 Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê: Em dixwazin hevdîtinê bi birêz Ocalan re bikin
09:03 Girtî behsa nameyên tên sansurkirin kir: Tenê rêzika 'hay ji xwe hebe heval' hatibû hiştin
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2025'AN
11/12/2025
17:05 Çetîn Arkaş: Em dikarin di bin sîwana neteweya demokratîk de bi hev re bijîn
16:51 Li Colemêrgê kursiya serbest hat danîn
16:35 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê biçe serdana Bahçelî û Babacan
16:31 Nûnerên komeleyên Romanan rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê ziyaret kirin
15:46 Tedawiya Aykol dê bi antîbiyotîkên nû bidome
15:23 Li Nisêbînê civîna gel: Aştî pêdiviya herî lezgîn e
15:22 Parlak ê DEM Partiyî: Fîdan hewl dide biçekbûna welatan teşwîq bike
14:55 Rapora girtîgehan: Rexmê pêvajoyê jî girtî bi bêhiqûqiyên re rû bir û dimînin
14:13 Çîçek: Banga 27’ê Sibatê, terikandina hînbûnên sedsalî ferz dike
13:43 MHP’ê rapora xwe ya der barê pêvajoyê de pêşkêşî Meclisê kir
13:42 Dozgeriyê li dijî biryara demborînê ya ‘Komkujiya 19’ê Kanûnê’ îtîraz kir
12:28 Danezana ‘Konferansa Navneteweyî’: Ji bo aştiyê azadiya Abdullah Ocalan pêwîst e
11:38 Îtiraza ji bo betalkirina cezayê rojnameger Akyuz hate redkirin
11:00 Biryara qeyûm a têkildarî Newala Qesaba hat rawestandin
10:50 Têkildarî îşkenceya ‘tu dê hêz Tirkan bibînî’ serlêdana sûc hate kirin
09:56 Polîsê li Edliyeya Şirnexê întîhar kiribû mir
09:55 Ji Elewiyên Sûriyeyê banga 'gava lezgîn' kir
09:44 Girtiyê nexweş hefteyekê li nexweşxaneyê destkelemçekirî hate girtin
09:08 Li Pendîkê şewat derket: 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
09:06 Parêzer Kaya: Ji bo 'mafê hêviyê' divê tavilê gav bên avêtin
09:04 Bandora sembolîzmê ya li ser wêjeya Kurdî
09:02 Li şûna baxçeyên Ermenan ên dîrokî avahiyên beton tên çêkirin
09:01 Parêzer Ozoral: Divê êdî Ocalan azad be
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2025'AN
10/12/2025
21:14 Li Licê li dijî fuhûşê dê meş bê lidarxistin
20:24 Ji Cenevreyê bang: Divê tavilê Abdullah Ocalan azad bibe
19:13 Cezayê bidarvekirina Werîşe Mûradî hat betalkirin
19:05 Festîvala Fîlman a Amedê bi eleqeyek xurt didome
16:56 Li Tetwanê civîna gel: Cara ewil bû Adullah Ocalan ewqas bi hêvî li pêvajoyê dinihêrt
16:55 Veysî Aktaş: Kî xwe birêxistin bike ew ê bi ser bikeve
16:25 Careke din xwîn dan rojnameger Aykol
15:51 Ji NY’ê re name: Ji bo cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ dewletên endam teşwîq bikin
15:48 DEM Partî, CHP û EMEP’ê raporên xwe yên ‘çareseriyê’ dan Meclisê
15:45 Ji bo PKK’iyan şîn hatin danîn, mewlûd hate dayin
15:35 Astengkirina qursa Kurdî hat şermezarkirin: Zimanê me rûmeta me ye
15:04 Daxuyaniyên rêxistinên maf û hiqûqê yên bi boneya Hefteya Mafên Mirovan: Binpêkirin roj bi roj zêdetir dibin
14:36 Ji Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Sûriyeyê daxuyaniya 'mafê hêviyê'
14:35 TJA, DBP û DEM Partiyê têkildarî Hefteya Mafên Mirovan daxuyanî dan
13:14 Dayikên Aştiyê: Em daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin
13:07 Di saleke desthilata HTŞ'ê de jin: Revandin, kuştin, destdirêjî
12:19 Li Amedê meşa mafên mirovan: Divê pirsgirêka Kurd were çareserkirin
12:18 Parêzerê ÇHD'î hat binçavkirin