'Em hewl didin bi Şamê re lihev bikin lê Tirkiye mudaxile dike’

  • rojane
  • 11:51 14 Kanûn 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Giştî yê PYD’ê Xerîb Hiso got: “Di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de hevdîtin tên kirin, hewldana lihevkirinekê heye. Lêbelê Tirkiye mudaxile dike. Bi vî awayî lihevkirinek çênabe.” 

 
Hevserokê Giştî yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso, têkildarî gefên Tirkiye li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe û Mitabeqeta 10’ê Adarê ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re nirxand. Xerîb Hiso, got ku di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de hevdîtin tên kirin, hewldana lihevkirinê heye lê Tirkiye bi mudaxileyên xwe pêşiya vê digire. 
 
Xerîb Hiso, bi bîr xist ku Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê di salekê de bawerî nedaye gel û got: “Îradeya gel li ber çavan nehat girtin. Sûriye welatekî yek netew û yek ol nîne. Gelek çand û pêkhate hene. Lê ev hatin înkarkirin, nayên qebûlkirin. Hikûmeta Veguhêz şopa rejîma Baasê dişopîne. Komkujî çêbûn, hikûmeteke ku navê veguhêzbûnê li xwe kiriye, lê ji bo veguhestinê tu tişt nekiriye. Komên çete yên wekî DAIŞ’ê ber bi dawîbûnê ve diçûn, lê xwe nû kirin, niha di nava hikûmetê de ne. Hikûmeta veguhêz wê çi feyde ji van koman bibîne? Lewra gelê Sûriyeyê sala yekemîn bi êş derbas kir.”
 
‘PIRSGIRÊK LI ŞAMÊ YE’
 
Bi domdarî Xerîb Hiso destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkan di navbera Şamê û Rêveberiya Xweser de peymana 10’ê Adarê hatibû îmzekirin, vê peymanê bandor jî kiriye lê Şamê gavên pêwîst ne avêtine û wiha dom kir: “Dema mijar dibû Sûriye, hemû hêzên herêmî û navneteweyî bal dikişandin ser peymanê. Peyman çareseriyeke demokratîk, modeleke nû pêş dixe. Di xala yekemîn de hemû pêkhateyan binav dike û Şera jî îmze kiriye. Lê li ser erdê ev neketiye meriyetê. Pirsgirêk li Şamê ye, dema dor tê pêkanîna wê, paş de gav diavêjin, pêdiviyên peymanê pêk nayînin.”
 
‘EM AMADE NE LÊ TIRKIYE PÊŞIYA WÊ DIGIRE’ 
 
Hiso, da zanîn ku ew ji bo çareseriyê amade ne lê Tirkiye pêşî digere û wiha pê  de çû: “Ji bo pêkanîna hemû madeyên peymanê, şandeyên me hazir in. Peyman wê engtegrasyonê çêbike, lê ev demokratîkbûn e, tenê parastin nîn e, beşên civakî, siyasî, aborî, jin û ciwanan hene. Mixabin ew tenê di aliyê leşkerî de israr dikin. Tirkiye pêşiya pêkanîna peymana 10’ê Adarê digire. Sûriyeyê wekî parêzgeheke xwe dibîne. Wisa nabe, tenê dibêje ‘peymana 10’ê Adarê, peymana 10’ê Adarê’. Em ê peymanê bi Şamê re jiyanî bikin. Heke Tirkiye di peymanê de israr dike, bila alîkar be, gefan nexwe. Peymanek hatiye îmzekirin û ev ji bo Sûriye û welatên cîran baş e. Tirkiye her tim dibêje ‘em ê HSD’ê bêçek bikin’. Ev merhele derbas bû. HSD bi Şamê re gihişte astekê. Hemû derdoran erênî nirxandin, lê niha ji aliyê Şamê ve sekinî ye. Li gorî min Şam û Tirkiye nahêlin peyman bikeve pratîkê. Hakan Fîdan gefan li îradeya me dixwe. Berdevkê AKP’ê jî gefan dixwe. Ev keyfa komên tundrew ên nîjadperest tîne. Êrişî îradeya me dikin, gotinên nexweş dibêjin. Ev êriş hêza xwe ji vê siyasetê digirin. Komên cur bi cur sor dikin û bi ser me de dişînin. Li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç heye. Kiryarên herî xirab li Efrîn û Serêkaniyê têne kirin da ku penaber venegerin. Hevdîtinên rêveberiya xweser û Şamê çêdibin, lihevkirin derdikeve pêş, lê Tirkiye mudaxele dike. Bi vî şêwazî tifaq çênabe.”
 
‘SIYASETA TIRKIYEYÊ JI BO PÊVAJOYÊ METIRSÎDAR E’ 
 
Bi domdarî Xerîb Hiso bi bîr xist ku Tirkiye di nava pêvajoyeke nû ya hewldanên aştiyê de ye, lê li Sûriyeyê tu gavên li gorî vê pêvajoyê ne avêtine, lewma ev dibe metirsiyek û ev nirxandin kir: “Rêber Apo bi banga xwe ya 27’ê Sibatê hemû herêm xist merhaleya guhertin, diyalog, lêgerina azadî û demokrasiyê. Hemû herêm û welat bi vê bangê re ketin merhaleyeke nû. Ev jî destjêberdana ji navendîbûn, qirkirin, şer û înkarê ye. Tirkiye jî ketiye nava vê pêvajoyê, çareseriyê nîqaş dike. Em jî piştgirî didin û hêvi dikin bimeşe. Lê siyaseta ku li Sûriyeyê dimeşîne, ji bo vê pêvajoyê metirsiyeke mezin e.”
 
‘HEKE ŞAM AMADE BE DÊ PÊŞKETIN ÇÊBIBIN’
 
Di axaftina xwe de Hiso got ku Sûriye jî di pêvajoyeke veguherînê de ye û heke Şam xwe amade bike, dê pêşketinên pir mezin çêbibin. Hiso, got: “Serê salê nêzîk dibe, mimkûne ku bi aliyên tekildarî rewşa Sûriyê re li ser peymanê û pratîkkirina wê bixebitin. Em di pêvajoyeke nû de ne, ev ne serdema şer, serdema çareserî, aştî û civakek demokratîk e. Li Sûriyeyê civakên weke Ereb, Kurd, Çerkes, Tirkmen, Xiristiyan, Asûrî, Suryanî, Durzî û Elewî hene. Ger çareseriyek hebe, divê ev hemû werin dîtin. Ji bo çareseriyek rastîn û pêkanîna peymana 10’ê Adarê, divê pêşî destûra Sûriyeyê were guhertin. Heke Tirkiye dixwaze çareseriyê li Sûriyeyê bibîne, bila diyalogê bi Rêveberiya Xweser û HSD re jî bike. Li Sûriyeyê bingehek ji bo aştî û diyalogê heye. Armanca me yekrêziya gelan e. Peymana me ya civakî heye. Sekna me li hemberî hemû êrişan yek e. Fikreke nû, demokratîk e. HSD parçeyek ji vê ye. Ji Kurd, Ereb, Asûr, Suryan, Tirkmen, Êzidî û Xristiyanan pêk tê. Hêza parastinê ya jin heye. Bi Koalîsyona Navdewletî re li dijî DAIŞ’ê şer dike. Çavê hemû gel û pêkhateyên Sûriyeyê li vê modelê ye.”
 
‘HEKE ÇARESERÎ WERE XWESTIN DIVÊ TIRKIYE JI XAKA SÛRIYEYÊ VEKIŞE’ 
 
Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso anî ziman ku tirsa Tirkiyeyê ji pergala civakî ya nû, ramana demokratîk û îradeya kolektîf a gel ku di 10-15 salên dawî de li bakurê Sûriyeyê derketiye holê ye û axaftina xwe wiha qedand: “Ditirse ku ev model li seranserê Sûriyeyê belav bibe. Heke Tirkiye dixwaze ji bo aştiyê rolekê bilîze, wê demê divê bi hemû aliyan re diyalogê bike. Deriyê danûstandinê ji Rêveberiya Xweser re jî veke. Bi pêkanînên şerê taybet hewl didin derûniya mirovan xirab bikin, lê gel şoreşek çêkiriye û dê bi hêza rewşenbîrî, rêxistin û îradeyek bêhempa têkoşîna xwe bidomîne. Em her gav ji bo diyalog, nîqaş û çareseriyan vekirî û amade ne. Bi hilweşîna rejîmê re Tirkiyeyê li Sûriyeyê kontrolek leşkerî ava kiriye. Ev rewşeke dagirkeriyê ya eşkere ye, Serêkaniyê, Girê Spî, Ezaz, Cerablus û Efrîn di bin kontrola Tirkiyeyê de ne. Heke bi rastî aştî û rêkeftin tê xwestin, divê Tirkiye ji axa Sûriyeyê vekişe.”     

Sernavên din

22:35 3'yemîn Festîvala Fîlman a Amedê bi xelatan bi dawî bû
16:48 Li Mûşê civîna gel: Em ê pêvajoyê bi ser bixin
16:38 Li qada şewitî 5 hezar darên berûyê hatin çandin
16:36 3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê bi pêşandana fîlman didome
15:50 Meşvanên ‘Nan û Aştiyê’ li Enqereyê ne: Budçeya ne ji bo şer, ji bo gel û kedkaran
15:49 Kesên di qedexeya derketina kolanan de hatibûn qetilkirin hatin bîranîn
15:16 'Komun û meclis biqasî nan û av pêwîst in’
14:57 Li Cizîr û Êlihê şîn bi girseyî hatin ziyaretkirin
14:43 Omer Ocalan: Rêber Apo dibêje ‘divê li her malê bi Kurdî bê axaftin’
14:26 Li Awûstralyayê êrişa çekdarî: Herî kêm 10 kes mirin
14:24 Girtî Rûkiye Fîdan ku ji malbata xwe 4 kes winda kir birin şînê
13:42 YE û HRW’ê ji bo Nêrgiz Mihemedî bang li Îranê kir
13:26 'Li dijî tiryak û fihûşê em ê bi hev re têbikoşin û bi hev re bi ser kevin’
12:15 Pervîn Buldan: Abdullah Ocalan di pêvajoya aştiyê de herî zêde ji jinan bawer e
11:51 'Em hewl didin bi Şamê re lihev bikin lê Tirkiye mudaxile dike’
11:41 Bayindir: Rapora AKP’ê ji ruhê pêvajoyê dûr e
11:05 Li Roboskê ciwanekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:14 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:01 Akademîsyena îtalî: Bi hêviyeke mezin piştgiriyê didim daxwaza aştiyê ya Kurdan
09:51 Ji xwendekaran komuna perwerdeyê ya Kurdî
09:08 Centellas: Demokrasî ji taxan dest pê dike
09:05 'Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ne'
09:02 7 jin gihiştin hev û kooperatîfa ku li ber girtinê bû geş kirin
09:01 Tenê salê saetekê diçin gundên xwe yên 35 sal in qedexe ne
09:00 Gefa kuştinê li girtî Îshak Dayan hate xwarin
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2025'AN
13/12/2025
21:02 Festîvala Fîlman a Amedê di roja heftemîn de didome
19:40 Coşa beriya maça Amesporê
18:21 Li Çewlîgê civîna gel : Divê mafê hêviyê bê bicîanîn
17:48 'Em ê xwedî li bîranên wan derkevin'
16:19 Mazlûm Ebdî: Peymana 10’ê Adarê wê bibe bingehê Sûriyeya nû
16:08 Încî Sumbul a YJA Starî hat bibîranîn
15:37 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
15:23 Daxwaza berdana girtiyên nexweş Erîşmîş û Goren kirin
15:01 Xizmên Windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:06 Dayikên Şemiyê ji bo Demîr û Akîpa edalet xwestin
13:13 Nêrgiz Mihemedî hat binçavkirin
13:10 Dayika Aştiyê Bahar Çaltû jiyana xwe ji dest da
12:52 Li Şirnexê civîna gel: Gelê Kurd tu carî wekî îro nêzî azadiya xwe ne bûye
12:08 Milê meşe yê Çûkûrovayê li ser rêya Tarsûsê ye
11:20 Daxwaza sereke ya Êlihiyan azadiya Abdullah Ocalan e
10:27 Fîlozofê Amerîkî Todd May: Divê hemû alî vê firsendê baş bi kar bînin
10:20 Bang ji bo meşa li Licê
10:11 Ji bo 5 bajaran hişyariya bi koda zer
10:02 Alimên Olî: Divê gava ji niha û pê ve azadiya Ocalan be
09:14 'Dewletê bi hevdîtina bi Îmraliyê re muxatabê xwe fermî kir'
09:13 ‘Heya Abdullah Ocalan azad nebe pêşiya aştiyê venabe'
09:11 Ji bo dosyeya Rojîn Kabaîşê raporeke alternatîf û taybet tê amadekirin
09:07 Sînemahez: Bila li Amedê bêtir festîval bên çêkirin
09:03 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2025'AN
12/12/2025
20:02 Di Festîvala Fîlman a Amedê de 18 fîlm hatın nîşandan
19:36 Neslîhan Şedal: Me bi modela hevserokatiyê pêşengiya cîhanê kir
16:57 Çetîn Arkaş: Ji bo aştiyeke mayînde hewcehî bi veguherîna zîhniyetê heye
16:28 Li Amedê biryara ‘Hewcehî bi ÇED'ê nîne' ya ji bo lêgerîna petrolê hat betalkirin
16:03 Cerdevanan li Şirnexê 36 pezkovî qetil kirin
15:51 Komîsyona Tespîtkirina Mûçeyê Kêmtirîn civîna xwe ya ewil li dar xist
15:35 Rapor: Ji her hezar jinan tenê yek dikare xwe bigihijîne alîkariya edlî
15:14 Rapora girtîgehê: Astengkirina tehliyeyan û sepanên îşkenceyê zêde bûne
15:12 Meşa ‘Budçeya ji bo ked û aştiyê’ ya Çukurovayê: Budçeyê ji bo aştiyê veqetînin
15:00 Pervîn Buldan: Divê zagona aştiyê hebe
Devlet Bahçelî: Ez îmzeya xwe diavêjim bin her gotina Pervîn xanimê
14:28 ‘Ji bo aştiyê divê xweseriya rêveberiyên xwecihî bê parastin’
14:08 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Bahçelî re civiya
13:15 Çar endamên malbata Fîdan ku di qezayê de mirin hatin definkirin
13:07 Budçeya ji bo ked û aştiyê: Em mecbûr in mafê ked û aştiyê bi dest bixin
12:44 Babacan: Kêmasiya herî mezin a di pêvajoyê ew e ku Erdogan raya giştî agahdar nake
Şandeya DEM Partiyê: Verastkirinên zagonî divê ji bo aştiyê sûdewer bin
12:13 Du kesên li Mêrdînê jineke ciwan tecawiz kiribûn hatin girtin
12:05 Gulistan Sonuk: Avakirina civaka demokratîk erka me hemûyan e
12:02 Şandeya Îmraliyê bi Alî Babacan re civiya
12:00 Ji polîsan peyama sîxurkirinê: Yê ku di vê çîrokê de dişewite bila tu nebî
11:46 Tuncer Bakirhan: Em we tevan vedixwînin têkoşînê
11:23 Qala Aliye Tîmurê kirin: Dilsoza dozê bû
11:17 Li Boluyê tehliyeya 13 girtiyan hate astengkirin: Li dijî ruhê pêvajoyê ye
10:58 Tulay Hatîmogûllari: Em ji budçeya şer re bibêjin ‘na’
10:55 Salvegera 10’emîn a qedexeya derve ya Cizîrê: 52 dosya li DMME’yê ne
10:37 ‘Ji bo aştiyeke mayinde pêwîstî bi mafên sereke û azadiyan heye’
10:25 Daniela Patti: Divê em berdana Abdullah Ocalan misoger bikin
10:12 Hilbijêrên Kurd ji ber biryara Îmraliyê ji CHP'ê dûr dikevin
09:45 Girtîgehên li Efrînê û torên sîxurtiyê
09:20 Bi belgefîlma Ra'yê balê dikişîne ser asîmîlasyona li ser Elewîtiyê
09:19 Ji bo bajarên Bakur hişyariya baran û berfê hat kirin
09:08 Derhêner Kilo: Em Efrînê bikin bajarê aştiyê
09:07 Banga ji bo meşa li Licê: Em bersivê bidin polîtîkayên şerê taybet
09:03 Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê: Em dixwazin hevdîtinê bi birêz Ocalan re bikin
09:03 Girtî behsa nameyên tên sansurkirin kir: Tenê rêzika 'hay ji xwe hebe heval' hatibû hiştin
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2025'AN
11/12/2025
17:05 Çetîn Arkaş: Em dikarin di bin sîwana neteweya demokratîk de bi hev re bijîn
16:51 Li Colemêrgê kursiya serbest hat danîn
16:35 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê biçe serdana Bahçelî û Babacan
16:31 Nûnerên komeleyên Romanan rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê ziyaret kirin
15:46 Tedawiya Aykol dê bi antîbiyotîkên nû bidome
15:23 Li Nisêbînê civîna gel: Aştî pêdiviya herî lezgîn e
15:22 Parlak ê DEM Partiyî: Fîdan hewl dide biçekbûna welatan teşwîq bike
14:55 Rapora girtîgehan: Rexmê pêvajoyê jî girtî bi bêhiqûqiyên re rû bir û dimînin
14:13 Çîçek: Banga 27’ê Sibatê, terikandina hînbûnên sedsalî ferz dike
13:43 MHP’ê rapora xwe ya der barê pêvajoyê de pêşkêşî Meclisê kir
13:42 Dozgeriyê li dijî biryara demborînê ya ‘Komkujiya 19’ê Kanûnê’ îtîraz kir
12:28 Danezana ‘Konferansa Navneteweyî’: Ji bo aştiyê azadiya Abdullah Ocalan pêwîst e
11:38 Îtiraza ji bo betalkirina cezayê rojnameger Akyuz hate redkirin
11:00 Biryara qeyûm a têkildarî Newala Qesaba hat rawestandin
10:50 Têkildarî îşkenceya ‘tu dê hêz Tirkan bibînî’ serlêdana sûc hate kirin