ŞIRNEX - Kesên 10 sal berê di dema qedexeya derketina kolanan a li Cizîr a Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabûn, li ser gorên xwe hatin bibîranîn.
Di 14’ê Kanûna 2015’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê qedexeya derketina kolanan hate ragihandin û di dema qedexeyê de 288 kes hatin qetilkirin. Bi boneya 10’emîn salvegera qedexeyê, merasîma bîranînê hat lidarxistin. Bîranîn, bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê li Goristana Asrî ya Cizîrê ha lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tev li bîranînê bûn.
Bîranîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Dayika Aştiyê Esmer Çikmaz ku kesa xwe Yasemîn Çikmaz di qedexeyê de winda kiribû axivî û got ku dê tiştên hatine jiyîn di tevahiya emrê xwe de ji bîr nekin. Esmer Çikmazê, anî ziman ku ew li ser rêya zarokên xwe bin, dê dilsozên têkoşîna wan bin.
Hevseroka DEM Partiyê ya Cizîrê Fîlîz Acu jî tiştên 10 sal berê qewimîn bi bîr xist û got: “Gelek kes ji ber ku nebirin nexweşxaneyê hatin qetilkirin. Îro pêvajoyek heye. Ji bo serkeftina pêvajoyê, divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. Em ê heta dawiyê di têkoşîna demokratîk de israr bikin.”
Piştî axaftinan, beşdar çûn serdana gorên kesên jiyana xwe ji dest dane, dua kirin û çîçek danîn ser gorên wan.
