NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Jinên Kurd a Rojavayê Kurdistanê, ji bo mexdûrên lehiyê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê dest bi kampanya alîkariyê kir.
Platforma Jinên Kurd a Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê kampanyaya komkirina alîkariyê ji bo mexdûrên lehiya li Herêma Federe ya Kurdistanê ragihand.
Di daxuyaniyê de banga lezgîn a mirovî li partî û hêzên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, komele, sazî û kampanyayên aborî hat kirin ku destekê bidin mexdûrên lehiyên Herêma Federe ya Kurdistanê, bi taybetî li Silêmaniyê.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li gel kêmbûna pêdiviyên bingehîn, karaseta mirovî ya mezin di serî de bandor li jin û zarokan kir ku berpirsyariyeke neteweyî ya mirovî, pêşxistina nirxên hevgirtina civakî hewce dikin.
Platformê diyar kir ku dê ji 15-18’ê Kanûnê dest bi pêşwazîkirina alîkariyan li navenda komkirina alîkariyan a girêdayê Kongra Star a li bajarê Qamişloyê bike.
Hefteya borî li navçeya Çemçemalê ya Başûrê Kurdistanê lehî rabûbû. Di encamê de 2 kes mirin û 12 kes jî birîndar bûn, zêdetirî 500 malan jî zerar dîtin.
