Deklarasyona mitîngê: Mifteya hiqûqê, di cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ de ye

  • rojane
  • 12:10 17 Kanûn 2025
  • |

AMED - Di deklarasyona mitînga “Hêvî û Azadiyê” de hate gotin ku başkirina şertên Abdullah Ocalan ji bo pêvajoyê girîng in û wiha hate gotin: “Mifteya biratiya dîrokî û hiqûqê di ‘mafê hêviyê’ de, di cîbicîkirina vî mafî de ye.” 

Platforma Saziyên Demokratîk, dê di 4’ê Çileyê de li Amedê “Mitînga Hêvî û Azadiyê” li dar bixe. Deklarasyona mitîngê, li Qonaxa Cemîl Paşayê bi daxuyaniyekê hat aşkerakirin. Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş û Alî Kenanoglû, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Fatma Albay li ser navê platformê metna bi Kurdî ya deklarasyon3e xwende û endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Reşo Bîrhat Kurtulan jî ya bi Tirkî xwend. 
 
METNA DEKLARASYONÊ 
 
Deklarasyona bi sernavê “Ji bo hêvî û azadiyê, niha dema rabûyan ser pêyan e” wiha ye: 
 
“Bûyerên ku li cîhanê û Rojhilata Navîn diqewimin nîşan didin ku pêdivî bi nûbûnekê heye. Ev nûbûn jî tenê bi daxwaza gelan a ji bo azadiyê û jiyana hevpar dikare pêk bê. Di nav pêşketina Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de ku bandora wê li seranserê cîhanê heye, tişta herî eşkere, têkoşîna azadiyê ya gelan e. Di vê serdema ku her tişt ji nû ve tê avakirin de tevî hemû zehmetiyan jî derfetên çareseriya demokratîk û aştiyê li herêma me û li Rojhilata Navîn hîn jî hene û banga xwe didomîne.
 
Sedsalek bi înkarkirina hebûna gelê Kurd û binpêkirina mafên wan derbas bû. Di vê sedsalê de gelê Kurd rastî windakirin, kuştin, girtin û mişextkirinê hat. Di encama têkoşîna gelê Kurd a ji bo demokrasî û azadiyê de gelek kesan temenê xwe li eywanên dadgehan, girtîgehan û penaberî û mişextiyê derbas kirin. Îro em di qonaxeke pir girîng de ne; ku parastin û berxwedana Gelê Kurd ber bi veguherîneke azadî û demokrasiyê ve diçe.
 
KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ XWESTIN KURDAN BÊÎRADE BIKIN
 
Pêvajoya komploya navneteweyî ku bi girtina Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan a di 15'ê Sibata 1999'an de dest pê kir û bi tecrîda li Îmraliyê berdewam kir, armanca wê ew bû ku dewleta yekperest tiştê xwe yê kêm mayî temam bike. Bi vê yekê xwestin Kurdan ji aliyê nasname û îradeyê ve bi temamî ji holê rakin. Aqilê dewlet û desthilatê, bi polîtîkayên xwe yên li ser Girtîgeha Îmraliyê, qanûn û hiqûq xist bin lingên xwe. Ev pêvajo, heta radeyekê bûye polîtîkaya bingehîn a vî welatî.
 
Pirsgirêka Kurd ku diyarkera gelek pîvanên siyasî, aborî û civakî ye, bi tecrîda li ser birêz Ocalan re hat xwestin ku ji hemû derfetên çareseriyê yên hiqûqî û siyasî were qutkirin. Her ku dozaja tecrîdê zêde bû, ev rewş li çar aliyê welat belav bû û veguherî rêbaz û rejîmeke wisa ku hewl dide hemû dînamîkên têkoşîna civakî bêbandor bike.
 
HEWDANÊN ABDULLAH OCALAN ÊN JI BO AŞTÎ Û ÇARESERIYÊ 
 
Birêz Ocalan ku ji sala 1993’yan û vir ve têkoşîna aştiyê û lêgerîna muxateban zindî girtiye, di her qonaxê de hewl daye ku hemû derfet û mercên xwe bike bingeha çareseriyê. Agirbestên ku ragihandine, hewldanên wî yên ji bo danûstandina bi dewletê re, hevpeyvîn ü gotûbêjên wî yên televîzyonan û parêznameyên wî; ev hemû ji bo çareseriyeke demokratîk pêş xistiye. Di salên 1999 û 2009’an de bi daxwaza wî komên aştiyê hatin da ku rê li ber şerekî navxweyî bigirin. Ev xebatên wî derfeteke mezin ji bo bingeha aştiyeke bi rûmet derxist hol û di nava gel de jî bûn xwedî rûmet û bersiveke mezin.
 
BI PARADÎGMAYA MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK RÊYA JIYANEKE NÛ NÎŞAN DA  
 
Wî bi tespît û rexneyên xwe, rûyê kapîtalîzmê û sîstema wê ya mêtingeriyê eşkere kir û ev sîstema ku li dijî civakê ye, mehkûm kir. Li hemberî Modernîteya Kapîtalîst, bi paradîgmaya Modernîteya Demokratîk re rê û rêbazên jiyaneke nû nîşan da; bi vê fikra xwe bû pêşengê têkoşîneke ku sînoran derbas dike. Her wiha bi nêrîna xwe ya ku azadiya jinê esas digire, hem karektera têkoşîna xwe ya demokratîk parast, hem jî di têkoşîna azadiya jinê de bû xwedî bandoreke pir xurt. Ev gavên wî, di heman demê de ji bo ku dîrok ligel civakê ji nû ve were nivîsandin, pêngavên herî mezin in.
 
PÊVAJOYA HEYÎ FIRSENDEKÎ NÛ YE 
 
Bi saya ezmûna van lêgerînên dîrokî û nîqaşên li ser sîstema alternatîf, em îro di nav firsendeke nû ya aştî û çareseriyê de ne ku bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibatê pêş ketiye. Ev pêvajo dikare bibe bingeha dawîanîna şer û pevçûnên bi salan, dikare bike têkoşîna demokrasî, azadî û wekheviyê bi ser bikeve û ev yek ji bo me pir bi qîmet e. Her roj û her deqîqeya vê pêvajoyê ya ku rê li ber guhertinên qanûnî û jiyana azad vedike, xwedî nirxekî dîrokî ye.
 
BANGA ABDULLAH OCALAN Û KOMÎSYONA MECLISÊ
 
Banga birêz Ocalan a ji bo betalkirin, şewitandina çekan û vekişandina hêzan, gavên herî girîng ên avakirina civaka demokratîk û aştiyê bûn. Her wiha, pêşniyara wî ya ji bo avakirina komîsyoneke li Meclisê û pêkanîna hevdîtineke li Îmraliyê, asteke dîrokî ye. Ev hevdîtin ji bo welatekî azad û adil, destpêkek pir bi nirx e.
 
HIQÛQA BIRATIYÊ WEZÎFEYA SEREKE YA MECLISÊ YE
 
Tevî hemû zehmetiyan, destgirtina li ‘hiqûqa biratiyê’ û amadekirina qanûnên guncav, îro wezîfeya sereke ya Meclisê û civakê ye. Gelên vê axê, jiyaneke ku navê siyaseta wê aştî, navê civaka wê demokratîk û navê paşeroja wê azadî be, ji zû ve heq kirine.
 
Divê sedsala nû ya Tirkiyeyê ne li ser înkarê, lê li ser wekhevî û dadperweriyê ava bibe. Birêz Ocalan tevî şertên giran ên tecrîdê jî, di xeta aştiyê de israr dike. Ji ber vê yekê, rewş û şertên wî, wê qedera vê pêvajoyê diyar bikin.
 
DIVÊ ŞERT Û MERCÊN ABDULLAH OCALAN BÊN SERERASTKIRIN
 
Kampanyaya gerdûnî ya ‘Ji Ocalan re Azadî’ ku li seranserê cîhanê tê meşandin, encama xwedîderketina li paradîgma û têkoşîna wî ya 50 salan e. Şert û mercên aktorekî wisa ku bandora gotin û keda wî li ser civakê ewqas xurt e, divê li gorî vê pêvajoya dîrokî ji nû ve werin serastkirin û azadiya wî were pêkanîn.
 
MAFÊ HÊVIYÊ DI HEMAN DEMÊ MAFÊ AZADIYÊ YÊ GELAN E 
 
Gelê Kurd û hemû gelên din, hêviya xwe ya çareseriyê bi baweriya birêz Ocalan zindî girtine. Ji ber vê yekê, ‘Mafê Hêviyê’ di heman demê de mafê hêvî û azadiyê yê gelan e. Li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û hiqûqa navdewletî, divê ev maf bêyî were derengxistin, bê bicihanîn. Mifteya Neteweya Demokratîk, Komara Demokratîk û Biratiya Dîrokî, di pêkanîna Mafê Hêviyê de ye.
 
Birêz Ocalan ku xwediyê vê vînê û vê banga ku ji bo gelê Kurd û hemû gelan azadiyê, ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn jî demokrasiyê dixwaze, divê azad bibe.
 
BANGA TEVLIBÛNA MEŞÊ
 
Em bang li hemû gelan dikin ku ji bo em daxwaza xwe ya azadiya birêz Ocalan bi vîneke herî xurt biparêzin û pêk bînin, di 4’ê Çileyê roja yekşemê de li Qada Stasyonê werin cem hev û berpirsiyariyê bigirin ser milên xwe.”
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî Serok Apo" û bi çepikan bi dawî bû.
 

Sernavên din

13:01 Dê Kûrtûlmûş û koordînatorên partiyên di komîsyonê de bicivin
12:10 Deklarasyona mitîngê: Mifteya hiqûqê, di cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ de ye
11:44 Piştî 31 salên girtîgehê vegeriya bajarê xwe
11:30 Karkerê Kurd bi hinceta ‘ser siyasetê axiviye’ ji kar hat derxistin
11:07 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dê li Stenbolê bên bibîranîn
10:58 Civaknasê Alman: Banga Abdullah Ocalan kêliyeke kêmpeyda ye ji bo hêviyê
10:35 Kesên beşdarî hevdîtinê bûn: Divê girtekên komîsyonê bên eşkerekirin
10:20 Platforma Şiyar Be! dê li Licê nûnertiyekê veke
10:18 Çîftyurek: Divê dewlet tiştekî bibêje ku pêvajo ji hêla hiqûqî ve pêş bikeve
09:46 'Bandoreke mezin a sînemayê li ser ziman û çandê heye’
09:44 8 sal di ser wêrankirina Goristana Xerzanê re derbas bûn
09:17 Dayikên Aştiyê: Bila daxwaza me ya ji bo çûyîna Îmraliyê bê qebûlkirin
09:13 Zarokên gel Nazim û Cîhan
09:08 'Tirkiyeya ku mafê hêviyê nasepîne divê ji Konseyê bê derxistin'
09:04 Almanya: Hêz û desthilat di destê şaredariyan de ne
09:03 Sala 2025'an banga statuya ji bo Kurdî bilind bû
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2025'AN
16/12/2025
20:30 Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê êrişê HSD'ê kir
15:53 Ahmet Ozer serdana DEM Partiyê kir: Pêvajo dîrokî ye
15:52 Li Agiriyê civîna gel: Manînfesto, nexşerêya pêvajoyê ye
15:27 Bi girseyî serdana şîna Haci Başaran kirin
15:26 Berfîn Nûrhaq û Sema Roza li Îzmîrê hatin bibîranîn
15:13 ÎHD'ê ji bo hevgirtinê kart ji girtiyan re şand
15:12 ‘Bila parêzvana mafên mirovan Sûna Bîlgîn serbest bê berdan'
14:38 Bozan çû serdana girtiyê nexweş Alagaş: Tişta tê kirin îşkence ye
14:34 Rapora girtîgehê: Muayeneya bikelemçe, lêgerîna li hundirê dev, nedayîna dermanan, gef
14:17 Davutoglû: Divê verastkirinên qanûnî yên li Tirkiyeyê demildest bên kirin
Sancar: Tişta di rojeva me de qanûna aştiyê ye
14:13 Berhema xebata komunal Mala Gel a Ronahî hat vekirin
13:49 Tevdîra kontrola edlî ya 5 rojnamegeran hate rakirin
13:07 Dîroka hevdîtina Şandeya Îmraliyê û AKP’ê diyar bû
12:52 Dê mitînga 'Hêvî û azadiyê' bê lidarxistin'
11:57 Eyşe Şan dê bi çalakiyên curbicur bê bibîranîn
11:53 Li Stenbolê 12 kes hatin binçavkirin
11:03 Hesreta ji bo gorekê: Quncika Nazim û Cîhanê
10:51 Wekîlên DEM Partî û AKP’ê ji bo pirsgirêkên Wanê civiyan
10:42 Ji xelkê Aydinê bang: Budçeyê ji bo gel veqetînin
10:32 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Gelecekê dest pê kir
10:10 Li dijî GAÎN Medyayê operasyon: Rayedarên şîrketê hatin binçavkirin, qeyûm hat tayînkirin
10:04 Tirkiye bi guman nêzî kîjan xalên 'xweseriyê' dibe?
10:02 Li dijî talankirina xwezayê darên berûyê didanin
10:01 Ji meteorolojiyê hişyariya berf û baranê
09:41 Ji Aykol re name: Min ji cezayê hucreyê beraet kir lê nayêm berdan
09:15 Qesabxaneya 12 milyonî ya qeyûm hê jî neqediyaye
09:13 Zabitayên êrişê Karataş kiribûn bûn mexdûr Karataş jî bû gumanbar!
09:09 Welatiyên Agiriyê ji bo rêya bixeter daxwaza çêkirina rêyek alternatîf kirin
09:07 3'yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê bû navnîşana hevdîtinê
09:05 Di kenê Nazim de şoreş veşartî bû
09:00 Tehliyeya girtiyê nexweş Yildirim bi îdiaya axaftina 'rêxistinî' hat astengkirin
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2025'AN
15/12/2025
20:10 Platforma Jinan a Rojava ji bo mexdûrên lehiyê banga alîkariya kir
18:24 Li Îranê 4 Kurd hatin binçavkirin
18:18 Li Erebistana Siûdî 340 kes hatin bidarvekirin
16:30 Tulay Hatîmogûllari: Pêwîst e verastkirinên qanûnî demildest bên kirin
16:16 Carek din xwîn dan rojnameger Aykol
15:53 Li Wanê civîna gel: Têkoşîna me dê bi azadiya Rêber Apo bi encam bibe
15:31 Berfîn Nûrhaq û Sema Roza li Mêrdîn û Amedê hatin bibîranîn
15:22 Polîsê Kazanhan qetilkirî ev 11 sal in nayê girtin!
14:48 Li ber Girtîgeha Amedê banga hevrûbûnê hat kirin
13:36 Ji Aykol re name: Di dinyaya me de herî zêde tu heyî
13:26 'Bêdengbûna çekan encam nîne, destpêk e: Armanc, aştiya pozîtîf e’
12:49 Li Hatayê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
12:47 Şandeya Îmraliyê dê bi Davutoglû re hevdîtinê bike
12:43 Rapora BÎSAM’ê: Sînorê xizaniyê bû 94 hezar û 393 lîre
12:37 Hevdîtina Şandeya DEM Partiyê û Ozel hat taloqkirin
11:17 Îtîraza li dijî taloqkirina berdana rojnameger Kurt nehat qebûlkirin
10:46 Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dê bên bibîranîn
10:36 Hejmara kesên li Awûstralyayê di êrişa çekdarî de mirin derket 15’an
10:28 Kesên ji bo Nan û meşiyan: Ne ji bo şer ji bo aştiyê bixebitin
10:20 Dayikên Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan di nav miletê xwe de be
10:08 Prof. Jorge Riechmann: Gavên Abdullah Ocalan rêyên nû yên aştiyê vekir
09:48 Daxwaza gel: Bila Bahçelî gotina xwe bicih bîne û Abdullah Ocalan azad bibe
09:27 Ji bo Serhedê hişyariya barîn û sermayê
09:07 Xwebûn bi manşeta ‘Licê de şero taybet’ derket
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2025'AN
14/12/2025
22:35 3'yemîn Festîvala Fîlman a Amedê bi xelatan bi dawî bû
16:48 Li Mûşê civîna gel: Em ê pêvajoyê bi ser bixin
16:38 Li qada şewitî 5 hezar darên berûyê hatin çandin
16:36 3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê bi pêşandana fîlman didome
15:50 Meşvanên ‘Nan û Aştiyê’ li Enqereyê ne: Budçeya ne ji bo şer, ji bo gel û kedkaran
15:49 Kesên di qedexeya derketina kolanan de hatibûn qetilkirin hatin bîranîn
15:16 'Komun û meclis biqasî nan û av pêwîst in’
14:57 Li Cizîr û Êlihê şîn bi girseyî hatin ziyaretkirin
14:43 Omer Ocalan: Rêber Apo dibêje ‘divê li her malê bi Kurdî bê axaftin’
14:26 Li Awûstralyayê êrişa çekdarî: Herî kêm 10 kes mirin
14:24 Girtî Rûkiye Fîdan ku ji malbata xwe 4 kes winda kir birin şînê
13:42 YE û HRW’ê ji bo Nêrgiz Mihemedî bang li Îranê kir
13:26 'Li dijî tiryak û fihûşê em ê bi hev re têbikoşin û bi hev re bi ser kevin’
12:15 Pervîn Buldan: Abdullah Ocalan di pêvajoya aştiyê de herî zêde ji jinan bawer e
11:51 'Em hewl didin bi Şamê re lihev bikin lê Tirkiye mudaxile dike’
11:41 Bayindir: Rapora AKP’ê ji ruhê pêvajoyê dûr e
11:05 Li Roboskê ciwanekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:14 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:01 Akademîsyena îtalî: Bi hêviyeke mezin piştgiriyê didim daxwaza aştiyê ya Kurdan
09:51 Ji xwendekaran komuna perwerdeyê ya Kurdî
09:08 Centellas: Demokrasî ji taxan dest pê dike
09:05 'Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ne'
09:02 7 jin gihiştin hev û kooperatîfa ku li ber girtinê bû geş kirin
09:01 Tenê salê saetekê diçin gundên xwe yên 35 sal in qedexe ne
09:00 Gefa kuştinê li girtî Îshak Dayan hate xwarin
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2025'AN